Barzanî bi telefonê serokê nû yê Goranê pîrozkir

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di pêwndiyekê de pîrozbayî li Serokê Nû yê Tevgera Goranê Omer Seyid Elî kir, ku îro di hilbijartinên navxweyî yên vê tevgerê de hatiye hilbijartin.

25 Tîrmeh 2017 - 11:24
25 Tîrmeh 2017 - 11:24
 0
Barzanî bi telefonê serokê nû yê Goranê pîrozkir

Îro sêşembî 25ê Tîrmeha 2017ê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi rêya pêwendiyeke telefonî ve pêwnedî bi Serokê Nû yê Tevgera Goranê Omer Seyid Elî kir.

Di vê pêwendiya telefonî de, Barzanî bi boneya hilbijartina wî weke seorkê nû yê Goranê pîrozbayî li Omer Seyid Elî kir û hêvî kir, ku hilbijartina serok û serkirdatiya nû ya Tevgera Goranê bibe faktorê xurtkirina yekrêzî û yekxistina hemû şiyana bo çareserkirina arîşeyan.

Ev nûçe bi tevahî 1505 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:04:52