Barzanî: Em dixwazin têkiliyê xwe yên bi Rûsyayêre pêş bixin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku têkiliyê xwe yên bi Rûsyayê re dixwazin pêş bixin.

2 Hezîran 2017 - 11:48
2 Hezîran 2017 - 11:48
 0
Barzanî: Em dixwazin têkiliyê xwe yên bi Rûsyayêre pêş bixin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî hevdîtina bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di çerçoveya Forûma Aborî yê Navneteweyî ya St. Petersburg (SPIEF) re axivî û ragihand ku têkiliyên di navbera Herêma Kurdistan û Rûsyayê nirxandine.

​Barzanî eşkere kir ku têkiliyê wan ê dîrokî bi Rûsyayê re hene û got: "Ji bo me hatine St. Petersburgê fersanda başkirina têkiliyên di warê aborî, siyaset û enerjiye de ne. Me bi Lavrov re van mijaran nirxandin û nirxandina me bi rayedarên din re jî dê dewam bike. Têkiliyên me bi Rûsyayê re baş in û ev hêvî dikim ku baştir be.

Ev nûçe bi tevahî 1797 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:31:36