Barzanî pêşwazî li Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê kir

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Falih Feyaz kir û herdu aliyan tekezî li ser berdewamiya hevahengiyê di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de di vê qonaxê de kirin.

16 Gulan 2017 - 05:54
16 Gulan 2017 - 05:54
 0
Barzanî pêşwazî li Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê kir

Di hevdîtinê de behsa dawî pêşveçûnên şerê li dijî teroristên DAIŞê LI Mûsilê û navçeyên din yên Iraqê kirin. Herwiha serkeftina hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê bilind nirxandin.

Di beşeke din ya hevdîtinê de, pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de gotûbêj kirin û tekezî li ser hevahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê di vê qonaxê de kirin.

Ev nûçe bi tevahî 1282 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:33:40