Mesrûr Barzanî yekemîn hevdîtinên xwe bi mezintirîn Şêwermendê Serokê Amerîkayê re destpêkir
Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî di yekemîn civînên xwe de yên li Amerîkayê hevdîtin ligel mezintirîn Şêwermendên Serokê Amerîkayê Dolnalin Trump Jared Kushner re kir.

Li gorî agaihyên BasNewsê, şanda Kurdistanê dê bi serşêwirmendê serokê Amerîka re bi şêwirmendê asayişa netewî û bi şêwirmendê asayişa hundir ya Amerîka re hevdîtin bike.
Şandek bi serokatiya şêwirmendê encûmena asayîşa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê Fuad Husên niha li Washingtonê ye.
Şanda Kurdî dê rewşa herêma Kurdistanê, şerê dijî rêxistina terorîst a DAIŞê û pêşeroja peyvendiyên Hewlêr û Bexdayê li gel berpirsên bilind ên qesra spî, wezareta derve û berevanî ya Amerîkayê dê gotûbêj bike.
Nûvekirina herî dawî: 19:20:29