Barzanî xwest rojnamevanên Kurd piştevaniya referandûma serxwebûnê bikin

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi boneya salvegera 119an a Rojnamegeriya Kurdî peyamek weşand.

22 Avrêl 2017 - 03:44
22 Avrêl 2017 - 03:44
 0
Barzanî xwest rojnamevanên Kurd piştevaniya referandûma serxwebûnê bikin

Barzanî di peyama xwe de, daxwaz ji rojnamevanên Kurd kir ku piştgiriyê bidin pêvajoya referandumê û serxwebûna Herêma Kurdistanê.

Di peyama ku li ser malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê hat belavkirin de, Barzanî daxwaz ji rojnamevanên Kurdistanê kir ku 'dûr ji her cure girêdayîbûneke siyasî, pênivîs û hizir û şiyanên xwe piştevanîya proseya refrandumê û serxwebûna Kurdistanê bikin.'

Barzanî di peyama xwe de wiha got: "Bi helkevta 119mîn salvegera derçûna yekem rojnameya Kurdî û roja rojnamevaniya Kurdî û 19. salvegera damezrandina Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê, pîrozbahiyê li hemû medyakar û rojnamevan û Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê dikim û hêviya serkevtinê ji bo wan dixwazim."

Serokê Herêma Kurdistanê pêşveçûna rojnamevaniya Kurdî bi şanazî nirxand û got, "Eve jî derfetek e ji bo wê yekê ku rojnamevanî bibe sedemeke girîng ji bo geşepêdana kulturî û hişyariya siyasî û civakî di nav xelkê Kurdistanê de. Di heman demê de jî rojnamevaniya Kurdî sekoyekî girîng ê gihandina peyama gelê Kurdistanê û mafên wê yê rewa be ji bo hemû cîhanê."

Ev nûçe bi tevahî 1672 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:55:37