Barzanî û Pûtîn li ser bihêzkirina pêwendiyên Rûsya li gel Kurdistanê li hev kirin

Berdevkê Hikûmetê Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihand ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Moskowayê civiyan. Dizeyî got, "Pûtîn ji bo gelê Kurdistanê piştgiriya xwe ragihand."

9 Gulan 2018 - 16:03
9 Gulan 2018 - 16:03
 0
Barzanî û Pûtîn li ser bihêzkirina pêwendiyên Rûsya li gel Kurdistanê li hev kirin

Li gorî agahiyên medyaya Herêma Kurdistanê Dizeyî got, "Roja Serfiraziyê" ya Rûsya hat encamdan û "tê de behsa pêwendiyên dîrokî yên her du aliyan, her ji serdema Yekîtiya Sovyetê ve û heta niha hat kirin."

Sefîn Dizeyî got, "di civînê de herwiha ew yek jî hat gotûbêjkirin bê çawa pêwendiyên Moskowa û Hewlêrê di warên siyasî û aborî de werin bihêztirkirin."

Bi gotina Dizeyî, Serokê Rûsya Vladimîr Putîn di civîna li gel Nêçîrvan Barzanî de teqez kir, ku "piştgiriya bihêzkirina pêwendiyên Rûsya li gel Herêma Kurdistanê dike."

Ev nûçe bi tevahî 1932 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:29:44