Berpirsê PKKyê yê Hamburgê hat desteserkirin

Li Almanyayê di operasyoneke polîsan de "Berpirsê PKKyê yê Hamburgê" hat desteserkirin.

5 Mijdar 2025 - 10:23
5 Mijdar 2025 - 10:23
 0
Berpirsê PKKyê yê Hamburgê hat desteserkirin

Welatiyê ji Bakurê Kurdistanê yê 54 salî ku navê wî nehatiye eşkerekirin, bi "propaganda û komkirina alîkariyê ya li ser navê rêxistinê" tê tometbarkirin.

Li gorî nûçeya DW Tirkiyê, Polîsê Saksonyayê ragihandiye ku “welatiyê Tirkiyeyê yê 54 salî bi biryara Dadgeha Eyaleta Dresdenê hatiye desteserkirin”.

Hat eşkerekirin ku li mala wî ya li bajarê Kolnê geriyane û “operasyon bi awayekî hevpar ji aliyê polîsên Hamburg, Saksonyaya Jêrîn û Ren-Westfalyaya Bakur ve” hatiye kirin.

Bi çi tê tometbarkirin?

Kesê ku bi "cihgirtina di nav PKKyê de û endamtiya rêxistina terorê" tê tometbarkirin, tê gotin ku di navbera salên 2015-2018an de berpirsê herêma Saksonyayê bûye.

Di daxuyaniya polîsan de hat diyarkirin ku ev herêma ku ji aliyê PKKyê ve hatiye diyarkirin, ji bilî bajarên Dresden, Leipzig, Chemnitz, Magdeburg û Halleyê yên Almanyayê, Çekya û Polonyayê jî li xwe digire.

Hat eşkerekirin ku kesê navborî pişt re li ser guhertina wezîfeyê di nav rêxistinê de, li Saarland, Giesen/Siegen, Dortmund, Dusseldorf, Duisburg û herî dawî jî li Hamburgê wekî "Birêvebirê Herêmê"xebitiye.

Di daxuyaniya polîsê Saksonyayê de derbarê erkên ku wî kesî girtine ser xwe ev agahî hatin parvekirin:

"Di nav erkên gumanbar de, çavdêrî û birêvebiriya berpirsên herêmî yên PKKyê yên girêdayî wî, her wiha organîzekirina çalakiyên propagandayê û civînan cih digirin.

Wî ji bo PKKyê kampanyayên salane yên bexşînê jî organîze kirine."

Tê payîn ku kesê desteserkirî derxin pêşberî dadwerê lêpirsînê yê Dadgeha Eyaleta Dresdenê.

Polîsê Saksonyayê her wiha ragihand ku li malên du welatiyên din ên 46 û 53 salî ku ew jî bi endamtî û piştgiriya PKKyê tên tometbarkirin, lêgerîn hatiye kirin.

Hat diyarkirin ku di van lêgerînan de dest danîne ser telefon, cîhazên depokirina amaran, belge û miqdareke mezin a pereyan.

 

Ev nûçe bi tevahî 14 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:28:22