Civîna krîtîk a li ser Ocalan hat bipaşxistin

Civîna Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê ku dê îro li ser rojeva “Serdana Ocalan” bihata kirin, hat paşxistin.

6 Mijdar 2025 - 10:52
6 Mijdar 2025 - 10:52
 0
Civîna krîtîk a li ser Ocalan hat bipaşxistin

Beriya çend rojan hatibû ragihandin ku Komîsyon dê 6ê Çiriya Paşîn bicive û hem derbarê serdana Abdullah Ocalan biryarê bide, hem jî dê guh bide Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya.

Hat ragihandin ku ji ber ku Alî Yerlîkaya gotiye ew ji ber bernameyeke li derveyî Tirkiyeyê nikare beşdarî civînê bibe civîn hatiye bipaşxistin.

Parlamenterê CHPyê Murat Emîr li ser bipaşxistina civînê got ku sedem “teknîkî” ye û civîn dê hefteya bê roja pêncşemê pêk were.

 

Ev nûçe bi tevahî 9 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:04:59