Berpirsên Wezareta Pêşmerge û PKKê li hev civiyan

Berpirsên Wezareta Pêşmerge û fermandarên PKKê ji bo aramî û asayîkirina rewşa li bajaroka Xanesorê ya girêdayî navçeya Şingalê li hev civiyan.

3 Adar 2017 - 11:56
3 Adar 2017 - 11:56
 0
Berpirsên Wezareta Pêşmerge û PKKê li hev civiyan

Li gorî agahiyên Rûdawê hat hînbûn ku berpirsên payebilind ên Wezareta Pêşmerge û fermandarên PKKê ji bo rewşa li bajaroka Xansorê ya girêdayî navçeya Şingalê asayî bikin, li hev civiyan.

Hat gotin ku civîn li ser sînorê Şingalê tê lidarxistin û ji Sererkaniya Pêşmergeyan Ferîq Cemal Êminkî û fermandarê payebilind ê PKKê yê li Şingalê Egîd Ciwan beşdarî civên bûne. Her wiha hat ragihandin ku civîn berdewam dike.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku îro serê sibehê li komelgeha Xanesorê ya girêdayî navçeya Şingalê di navbera Pêşmergeyên Roj û şervanên YBŞê de pevçûn qewimî bû û di encamê de 4 Pêşmergeyên Roj birîndar bûbû, şervanekî YBŞê jiyana xwe ji dest dabû û 3 şervan jî birîndar bûbû.

Ev nûçe bi tevahî 1249 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:51:25