Fermandarê Pêşmerge: Êdî hebûna PKK'ê li Şingalê nayê qebûlkirin
Cîgirê Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê eşkere dike ku PKK sînorê xwe bi DAIŞê re vekiriye û bazirganiyê ligel wê rêxistina terorîstî dike, herwiha çekdarên wê teidê li xelkê Sinûnê dikin, lewma jî Hêzên Pêşmerge ji bo parastina xelkê wê nahiyeyê çûne Xanesorê.

Derbarê şerê îro yê şerwanên PKK ligel Pêşmergeyên Roj li sînorê Sinûnê, Emîd Simê Boselî ji malpera KDP.info re ragihand: “Niha şer rawestiya ye, ku wan daxwaza rawestandina şer kirin û gotûbêj tên kirin ji bo rawestandina şer. Ya rastî ew e ku çekdarên wan dest bi avêtina guleyan li dijî me kirin.”
Boselî wiha got: “Çareserî tenê ew e ku çekdarên PKK li Şingalê û derdora wê nemînin. Şingal ser bi Başûrê Kurdistanê ye, Hêzên Pêşmerge dê wê biparêzin û Hikûmeta Kurdistanê dê wê avedan bike, ne PKKê.”
Wî fermandarê Pêşmerge ragihand: “PKK li navçeya Barê sînorê xwe ligel DAIŞê vekiriye û ligel wan terorîstan bazirganiyê dike. Çekdarên PKKê li Sinûnê û derdora wê teidayê li xelkê dikin û xelkê direvînin, lewma jî em neçar bûn ku biçin xelkê ji destê wan biparêzin û rê li bazirganiya ligel DAIŞê bigirin.”
Boselî wiha got: “PKK ew terorîstên ji Beac û Bilêcê yên ku destê wan di kuştina xelkê Şingalê de hebû, deriyê xwe ji wan re vekiriye. Hêzeke Ebdulrehîm Şemerî li wir heye û hemahengiya wê ligel PKKê heye, ku ew terorîstên DAIŞê yên ku direvin, tevlî wê hêzê dibin, lewma jî em dibêjin divê sînorek ji PKKê re bê danîn û êdî hebûna wan li Şingalê nayê qebûlkirin.”
Nûvekirina herî dawî: 18:05:26