Beşdarbûyîna Serokomarê Kurd ji civîna NY hat astengkirin

Endamê Polîtbutoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) radigihîne ku, Serokwezîrê Iraqê rêgirî li Serokomarê Iraqê kiriye, ku beşdarî civîna Komela Giştî ya Netewên Yekgirtî bike.

20 Îlon 2017 - 04:15
20 Îlon 2017 - 04:15
 0
Beşdarbûyîna Serokomarê Kurd ji civîna NY hat astengkirin

Endamê Polîtburoya PDKê Hişyar Zêbarî li ser hejmara xwe ya tûra pêwendiyên civakî “Twitter” belav kir, Serokwezîrê Şîe, Ebadî rêgirî li Serok Mehsûm ê Kurd kiriye, beşdarî li civîna Komela Giştî ya Netewên Yekgirtî bibe.”

Li gor daxuyaniyê Nivîsgeha Ragihandina Serokomarê Iraqê, ji ber ragihandina destpêşxeriyekê ji bo bidawîanina nakokiyan di navabera Hewlêr û Bexdayê, red kiriye beşdarî civîna Komela Giştî ya Netewên Yekgirtî bibe.

Lê Hişyar Zêbarî di twîta xwe de dibêje: “Desthilata Serokomarê Kurd Dr. Fûad Mehsûm ewqas nîn in, diviyabû ew beşdarî civîna Komela Giştî ya Netewên Yekgirtî biba, lê ji aliyê serokwezîrê Şîe Ebadî rêgirî lê hatiye kirin.”

Ev nûçe bi tevahî 1773 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:53:02