Bi serokatiya Talebanî heyeteke Kurdistanê diçe Ewropayê

Serokatiya Cîgirê Serokê Hikumeta Herêmê Qubad Talabanî hevdîtinê li gel berpirsên bilind ên Yekîtiya Ewropayê, Cîgirê Serokwezîrê Belçîka û Wezîrê Bergiryê yê wî welatî bike.

12 Hezîran 2017 - 03:39
12 Hezîran 2017 - 03:39
 0
Bi serokatiya Talebanî heyeteke Kurdistanê diçe Ewropayê

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê Dîlawer Xalid Ajgeyî di axaftina xwe de ragihand ku biryare heyetek bi Serokatiya Cîgirê Serokê Hikumeta Herêmê Qubad Talabanî hevdîtinê li gel berpirsên bilind ên Yekîtiya Ewropayê, Cîgirê Serokwezîrê Belçîka û Wezîrê Bergiryê yê wî welatî bike.

Li gorî agahiyan di çarçoveya hevdîtinên xwe de biryare heyeta Kurdistanê serdana Hollandayê bike û hevdîtinê bi her du Wezîrên Derve û yê Bazirganiyê bike, piştî wê jî serdana parlamentoya Hollandayê û dadgeha Tawanên Navnetewî bike.

Heyeta Herêma Kurdistanê piştî wê tê ku her 3 Wezîrên Derve yên Belçîka, Hollanda Luksemburg serdana Kurdistanê kirin û armanca serdana wan jî bihêzkirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Yekîtiya Ewropayê de û herwiha hikûmeta Belçîka û Hollandayê bû.

Ev nûçe bi tevahî 1876 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:04:26