Binkeyê Asayîşa Êzîdxan a ser bi PKKê hat bombebaran kirin
Binkeyê Asayîşa Êzîdxan a ser bi PKKê ji aliyê dronên Tirkiyê ve du caran hat bombebaran kirin.

Fermandarê Pêşmerge li Şingalê Qasim Şeşo jî piştrast kir ku binkeyê Asayîşa Êzîdxan a ser bi PKKê hatiye bombebaran kirin û heman demê Dije Teror a Kurdistanê jî teqez kir ku balefirên şer ên Tirkiyê binkeyeke PKKê bombebaran kirine û ziyanên canî û madê çêbûne.
Îro 15.06.2022yê li ser bombebarana drona Tirkiyê ya li Sinûnê ya ser bi qeza Şingalê fermandarê Pêşmerge Qasim Şeşo ji BasNewsê re ragehand: ‘’Binkeyê Asayîşa Êzîdxan a ser bi PKKê hat bombebaran kirin. Îro li nahyeya Sinunê û li binkeyê Asayîşa Êzîdxan, civîna PKKê li Şingalê hebû û di wê demê de bombebaran pêkhat, kuştî û birîndar hene, lê hejmar nediyar e.’’
Dije Teror a Kurdistanê jî di tora xwe ya civakî facebookê de ragehand: ‘’Li Şingalê balefirên şer ên Tirkiyê binkeyekî PKKê li Şingalê bombebaran kirin û ziyanên canî û madî hene.’’
Nûvekirina herî dawî: 02:27:40