Bulent Arinç li ser serdana Serok Barzanî ya Cizîrê daxuyanî da
Damezrînerê AK Partiyê û Alîkarê Serokwezîr ê berê yê Tirkiyeyê Bulent Arinç li ser serdana Serok Mesûd Barzanî ya Cizîrê daxuyanî da û diyar kir ku ew rexneyên li ser vê serdanê "ne di cih de" dibîne.
Serok Mesûd Barzanî li navçeya Cizîrê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê beşdarî Sempozyûma Navneteweyî ya Melayê Cizîrî bûbû.
Bulent Arinç derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û got:
"Tirkiye ji bo Rêveberiya Herêma Kurdistanê çi qasî girîng be, Birêz Barzanî û birêvebiriya wî jî ji bo me ew qasî girîng e.
Em nikarin li kêleka tiştekî bin ku siya xwe bide ser van têkiliyan. Ez dixwazim wî zêdetir li Tirkiyeyê bibînim."
"Kesên rexneyan dikin Mesûd Barzanî nas nakin"
Arinç di daxuyaniya xwe de wiha got:
"Beşdarbûna Birêz Mesûd Barzanî ya Sempozyûma Melayê Cizîrî ya li Şirnexê erênî hat pêşwazîkirin.
Ez jî lidarxistina civîneke wiha ya bi beşdariya Alîkarê Wezîrê me yê Karên Navxwe, Parêzgarê me, parlamenterên berê û yên niha yên AK Partiyê û zanyarên girîng rast dibînim.
Min dît ku di raya giştî de derbarê sempozyûmê de gelek nîqaşên ne di cihê xwe hatine kirin.
Ez dixwazim bibêjim ku ez van nîqaşan ne di cihê xwe de dibînim. Piraniya kesên şîroveyan dikin Mesûd Barzanî nas nakin û xwedî pêşdaraz in.
Birêz Mesûd Barzanî ji sala 1979an ve Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê ye û ev partî hîn jî piraniya desthilatê di destê xwe de digire.
Wî erka Serokatiya Herêma Kurdistanê û Serokwezîrtiyê kiriye."
"Serok Barzanî peyamên girîng dan"
Bulent Arinç bal kişand ser kesayetiya Melayê Cizîrî û got:
"Civîna ku hatiye kirin civîneke zanistî ye. Melayê Cizîrî yek ji alimên serdema Osmanî ye ku di navbera salên 1567-1640î de jiyaye.
Wekî Ehmedê Xanî û Feqiyê Teyran Kurd e û yek ji nirxên hevpar ên bawerî û çandî yên vê cografyayê ye.
Ez şaş dibînim ku mirov bi çavekî xerab li civîneke ku ev alim lê tên bîranîn û berhemên wan tên xwendin binêrin.
Ez difikirim ku ji hêla naverok û heyecana ku li herêmê çêkiriye ve dê bibe xaleke girîng a werçerxanê.
Her wiha Birêz Mesûd Barzanî jî di axaftina xwe de têkildarî pêvajoyê peyamên gelekî girîng dan.
Lewma ez hinek rexneyên li ser vê civînê fêm nakim. Lêbelê, ez bertekên li ser dîmenên parêzvanên çekdar ên ku di navenda rexneyên neyînî de ne, mafdar dibînim.
Tirkiye, ewlehiya Birêz Barzanî jî wekî ya hemû rayedarên fermî yên ku serdanê dikin, bi xwe bi awayekî herî baş dabîn dike. Lewma ev dîmen bûne sedema bertekên mafdar."
"Dostê Tirkiyeyê ye"
Arinç di dawiya daxuyaniya xwe de behsa rola Serok Barzanî ya di pêvajoya çareseriyê de kir û wiha pê de çû:
"Sala 2013an jî di pêvajoya çareseriyê de Birêz Mesûd Barzanî hatibû Amedê û piştgiriyeke mezin dabû pêvajoyê. Dostê Tirkiyeyê ye.
Pêvajoyên aştiyê jî di nav de her tim li kêleka Tirkiyeyê cih girtiye û li cem Kurdên mihafazakar ên welatê me bûye navekî hezkirî.
Ji pêşerojê heta îro li dijî PKKyê têkoşîn kiriye. Niha jî yek ji wan navan e ku bi rawestana li kêleka Tirkiyeyê, piştevaniya herî mezin dide pêvajoyê."
Nûvekirina herî dawî: 13:12:00