Celal Talebanî serdana Îranê dike

Medyayên Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê belav kirin e, ku dê sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî hefteya bê serdana Îranê bike.

8 Tîrmeh 2017 - 04:39
8 Tîrmeh 2017 - 04:39
 0
Celal Talebanî serdana Îranê dike

Malpera KurdSat News daxûyaniyek Ofîsa Ragihandina Sekretariya Celal Talebanî belav kiriye, ku tê de behsa serdana wî ji bo Îranê dike û tê de hatiye gotin: "Hefteya bê, Celal Talabanî bi serdaneke çend rojî ji Silêmaniyê ber bi welatê Îranê ve bi rê dikeve."

Her çiqas ji ber nexweşiyê Celal Talabanî nikare biaxive, lê wek hatiye ragihandin serdana wî serdaneke dostane ye û li ser vexwandina berpirsên Komara Îslamiya Îranê hatiye rêkxistin.

Ev nûçe bi tevahî 1354 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:51:40