Cemîl Bayik: Banga çekdanînê ne ji bo Rojavayê Kurdistanê ye
Hevserokê Konseya Birêvebir a KCKyê Cemîl Bayik diyar kir ku banga çekdanînê ya Abdullah Ocalan ne ji bo Rojavayê Kurdistanê ye.

Cemîl Bayik eşkere kir siyaseta Tirkiyeyê ya ku tenê daxwaza çekdanînê dike dê negihêje armancê û got, “Divê dewlet bi lez êdî yasayên azadî û entegrasyona demokratîk derxe.”
Cemîl Bayik ragihand ku ew li gorî perspektîvên Abdullah Ocalan tevgeriyane û da zanîn ku PKKyê xwe fesix kiriye û têkoşîna çekdarî bi dawî bûye.
Hevserokê Konseya Birêvebir a KCKyê Cemîl Bayik pirsên ANFyê bersivandin.
Bayik destnîşan kir ku banga Ocalan a 27ê Sibatê encama xwezayî ya diyalektîka guherîn û veguherînê ye ku di pêvajoya dîrokî de bi têkoşîna îdeolojîk û siyasî hatiye afirandin.
“Êdî dor a dewletê ye”
Cemîl Bayik diyar kir ku ew derbasî qonaxa duyem bûne û divê dewlet êdî “yasayên azadî û “yasayên entegrasyona demokratîk” derxe.
Hevserokê Konseya Birêvebir a KCKyê got, “PKKyê xwe fesix kir, têkoşîna çekdarî bi dawî bû, me ya xwe kir.
Niha dor a dewletê ye. Divê mafê hêviyê yê Rêber Apo bê naskirin û zemîna siyaseta demokratîk bi yasayan bê misogerkirin.”
Bayik amaje bi hevdîtinên li Îmraliyê jî kir û got, “Rêber Apo bi awayekî eşkere diyar kir ku divê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bikeve qonaxeke nû û derengmayîn dê ji bo gelên me encamên neyînî bîne.”
Serkirdeyê KCKyê da zanîn ku piştî fesixkirina PKKyê û bidawîkirina têkoşîna çekdarî, derxistina yasayeke veguhêz êdî bûye pêdiviyeke dîrokî.
“Bang ne ji bo Rojava ye”
Cemîl Bayik li ser pirsa ka “Gelo banga Ocalan ji bo hêzên li Rojavayê Kurdistanê jî derbasdar e yan na?” jî got, “Ocalan di ti banga xwe de behsa hêzên li derveyî yên ku li dijî Tirkiyeyê şer dikin nekiriye.
PKK hatiye fesixkirin û têkoşîna çekdarî ya li dijî Tirkiyeyê hatiye rawestandin.
Li derveyî Bakurê Kurdistanê ti hêzeke ku li dijî Tirkiyeyê şer dike nîne.
Rêxistinên li derveyî Tirkiyeyê û hêzên wan ên çekdar, birêvebirî û gelên wan welatan eleqedar dikin.
Dewleta Tirk israr dike ku HSD çekan deyne.
Dema ku kiryarên HTŞyê yên li hemberî Elewî û Durziyan li holê ne, gotina ‘çekan deynin’ ji gelên bakur û rojhilatê Sûriyeyê re tê wateya ‘serê xwe deynin bin kêra qesab.’
Devlet Bahçelî ji bo Hemasê dibêje, ‘Çima çekan deyne, di bin gefa Îsraîlê de ye’ lê israr dike ku HSD û Kurdên li her derê çekan deynin. Ma di vê de adalet heye?”
“Me li gorî perspektîvên Rêber Apo berpirsyarî girt”
Cemîl Bayik daxuyaniya Sabrî Ok a 26ê Çiriya Paşîn bi bîr xist û got ku ew daxuyanî îradeya wan a ji bo pêkanîna armanca aştî û civaka demokratîk nîşan dide.
Hevserokê Konseya Birêvebir a KCKyê got, “Em li gorî perspektîvên Rêber Apo tevgeriyan.
Ji bo ku pêvajoya aştiyê bi dawî nebe û provokasyon pêk neyên me berpirsyarî wergirt.”
Li gorî Bayik, heta niha hikûmetê ti gavên siyasî û hiqûqî neavêtine û ev yek hêviyên demokratîkbûnê lawaz dike.
Nûvekirina herî dawî: 19:38:22




































































































































































