CENTCOMê peyamên Newrozê yên YPGyîyan weşand

Fermandariya Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) peyamên pîrozkirina Newrozê yên şervanên YPGê parve kir.

22 Adar 2017 - 03:27
22 Adar 2017 - 03:27
 0

Di vîdyoya ku li ser hesabê twitter ê CENTCOMê hatiye belavkirin de, şervanên YPGê û hin endamên ewlekariya Rojava peyamên xwe yên Newrozê didin.

​Di vîdyoyê de xuya dike ku şervanên YPGê peyamên wekî; ‘Newroz bihar e, Newroz tolhildan e, Newroz vejîn e, Newroz rûmet e, Newroz dîlan e, Newroz xelasî ye' radgihînin.

Herwiha tê xuyakirin ku hinek ji wan jî peyamên xwe bi zimanê erebî didin.

Ev nûçe bi tevahî 4693 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:46:48