CENTCOMê amarên 23 rojên şerê Îranê belav kirin

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, di nav 23 rojên operasyona "Hêrsa Destanî" de, wan li nava axa Îranê li zêdetirî 9 hezar armancên serbazî dane û 140 keştiyên wî welatî têk birine.

24 Adar 2026 - 10:59
24 Adar 2026 - 10:59
 0
CENTCOMê amarên 23 rojên şerê Îranê belav kirin

CENTCOMê îro 24ê Adarê li ser hesabê xwe yê tora civakî "X", amarên nû yên şerê li dijî Îranê belav kir. Li gorî daxuyaniyê, li ser fermana Serokê Amerîkayê, ji 28ê Sibata 2026an ve operasyoneke berfireh bi navê "Hêrsa Destanî" li dijî Îranê dest pê kiriye.

23 rojên şer: 9 hezar êrîş

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di nav 23 rojên şer de, hêzên Amerîkayê bi rêya firokeyên şer, hêzên deryayî û bingehên mûşekî, zêdetirî 9 hezar êrîş birine ser axa Îranê. Di encama van êrîşan de zêdetirî 9 hezar armancên serbazî hatine armanckirin û 140 keştiyên Komara Îslamî ya Îranê hatine rûxandin.

CENTCOM tekez dike, armanca wan ji vê operasyonê, jinavbirina hemû wan navendan e ku metirsiyê li ser Amerîka û hevpeymanên wê çêdikin û herwiha hilweşandina dezgehên ewlehiyê yên Îranê ye.

Armancên ku hatine lêdan

Li gorî CENTCOMê, ev navend û sîstemên serbazî bi awayekî serkeftî hatine armanckirin:

- Navendên fermandarî û kontrolê.

- Baregeh û navendên hewalgiriyê yên Supaya Pasdaran.

- Sîstemên parastina asmanî û mûşekên "erd-asman".

- Bingehên mûşekên balîstîk û mûşekên dijî keştiyan.

- Keştî, jêrderyayî û hêzên deryayî.

- Kargehên çêkirina mûşekên balîstîk û droneyan.

- Komgeh û kargehên berhemanîna çekan.

- Binesaziya piştevaniya serbazî û navendên peywendiyan.

CENTCOM di dawiya daxuyaniya xwe de diyar kir, operasyonên wan heta nehîştina metirsiyan û lawazkirina şiyana serbazî ya Îranê dê berdewam bin.

 

Ev nûçe bi tevahî 68 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:17:04