Cezayên li ser Ehmed Şer hatin rakirin

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî cezayên li ser Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer rakirin.

7 Mijdar 2025 - 10:31
7 Mijdar 2025 - 10:31
 0
Cezayên li ser Ehmed Şer hatin rakirin

Ev gav di demekê de tê ku biryar e roja duşemê Ehmed Şer Washingtona paytexta Amerîkayê ziyaret bike û li Koşka Spî bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re bicive.

Di biryarnameya ku ji aliyê Amerîkayê ve ji bo Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî hatibû pêşkêşkirin de hat gotin, "Encûmenê biryar da ku Ehmed Şer û Wezîrê Karên Navxwe yê Sûriyeyê Enes Hesen Xetab ji lîsteya cezayên DAIŞ û El Qaîdeyê derbixe."

Ji 15 welatên endam, 14 welatan dengê erê da biryarnameyê.

Her wiha Çînê deng neda biryarnameyê.

Rakairina fermî ya cezayên li ser ehmed Şer, piranî gaveke sembolîk e.

Ji ber ku her cara pêwîstî bi sefera derveyî Sûriyeyê hebûye, di rola xwe de wekî serokê welêt, ceza bi awayekî demkî hatine rakirin.

Her wiha dê cezayên rawestandina sermaye û dorpêça çekan jî bên rakirin.

Donald Trump, 10ê Çiriya Paşîn dê ji bo gotûbêjan mazûvaniya Ehmed Şer bike.

Ev yek piştî wê tê ku Trump ragihandibû, "cîhadiyê berê" di warê pêkanîna aştiyê de li welatê xwe yê ku ji ber şerê navxweyî zerereke mezin dîtibû, "pêşketineke baş" bi dest xistiye.

Her çend ev yekem serdana Şer a ji bo Washingtonê be jî, ev dê bibe serdana wî ya duyem a ji bo Amerîkayê.

Serdana wî ya yekem a dîrokî di meha îlonê de ji bo Neteweyên Yekbûyî bû ku ew bû yekem serokê Sûriyeyê ku piştî bi dehan salan li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê gotarek pêşkêş kir.

 

Ev nûçe bi tevahî 15 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:06:29