Serok Barzanî: Kerkûk Kurdistanî ye û dagirkerî ti carî bi ser nakeve
Serok Mesûd Barzanî behsa rewşa Kerkûkê kir û got, “Kerkûk Kurdistanî ye û dagirkerî ti carî bi ser nakeve.”

Serok Mesûd Barzanî li ser hilbijartinên Parlamentoya Îraqê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, avakirina hikûmeta Herêma Kurdistanê û gelek babetên din ên di rojevê de ji Şems Tvyê re axivî.
Serok Mesûd Barzanî ragihand ku ji ber nerazîbûna wan a ji yasaya hilbijartinê, wan biryara boykotkirina hilbijartinê dabû lê piştî ku aliyên Şîe û Sunî jî gihiştin heman baweriyê, wan biryar da ku beşdarî hilbijartinê bibin.
Serok Barzanî eşkere kir ku pesnên mêvanên Ereb ên ji başûr û naverasta Îraqê yên ji bo Herêma Kurdistanê, wî dilxweş dikin û got, "Ez hêvî dikim ku heman pêşketinê li hemû herêmên Îraqê bibînim."
Serok Barzanî sedema nebûna pêşketinê li parêzgehên din ên Îraqê bi nebûna "îrade, plansazî û cîbicîkirina hûr" ve girê da û got, "Li Bexdayê aloziyek heye, projeyan ji bo dewlemendbûnê bi kar tînin, ne ji bo avadaniyê."
"Yasaya hilbijartinê zordest e"
Serok Barzanî yasaya hilbijartinê wekî "zordest û nedadperweran e" bi nav kir û got, "Vê yasayê encamên hilbijartinê hema bêje pêşwext diyar kiriye, ji ber vê yekê sûdeke vê hilbijartinê nîne."
Serok Barzanî diyar kir ku diyarkirina kursiyên parêzgehan li ser bingeha forma xwarinê hatiye kirin û forma xwarinê wekî "dayîka gendeliyan" bi nav kir.
Serok Barzanî li ser sedema guherîna biryara xwe ya boykotê jî wiha axivî:
"Me dît ku hevkar û birayên me yên Şîe û Sunî jî gihiştine wê baweriyê ku ev yasa bi kêr nayê.
Ji ber vê yekê me biryar da ku beşdarî hilbijartinê bibin da ku em derfetekê ji bo avakirina hevpeymaniyeke nû û rastkirina vê sîstema siyasî bibînin."
Armanca beşdariyê
Serok Barzanî armanca beşdarbûna wan a di hilbijartinê de ne wekî zêdekirina kursiyan, belkî wekî "sererastkirina rewşê" bi nav kir û got, "Peyam ji me re hatin ku hinek hêz amade ne piştî hilbijartinê hevpeymaniyeke nû ji bo sererastkirina rewşê ava bikin."
Serok Barzanî li ser pêkanîna hevpeymaniyan jî got ku tiştekî rewa nîne ku beriya hilbijartinê hevpeymaniyan ava bikin û ew dê piştî hilbijartinê biryar bidin ku dê bi kê re hevpeymaniyê bikin.
"Em dixwazin hêza PDKyê nîşanî her kesî bidin"
Serok Barzanî li ser dirûşma "Milyonek deng" got, "Em hêvîdar in. Di hilbijartina borî de me 812 hezar deng bi dest xistibû.
Eger em dengên Nînowa, Kerkûk, Bexda û Diyaleyê li ser zêde bikin, dê ji milyonekê derbas bibe."
Serok Barzanî her wiha rexne li sîstema hilbijartinê girt û got, "Nirxê kursiyekê li Hewlêrê 40 hezar deng e lê li parêzgeheke din dibe ku bi du an sê hezar dengan be, ev nedadperwerane ye."
Serok Barzanî di dawiyê de bi bîr xist ku wan bi dilsozî hewl da ku Îraqeke nû ava bikin lê ji ber astengiyan ew neçar man ku kar radestî kesên li wir bikin.
Nûvekirina herî dawî: 13:52:46



































































































































































