Amerîka li Şamê baregeheke leşkerî vedike

Amerîka amadekariyan dike ku li yek ji baregehên asmanî yên nêzîkî Şamê baregeheke leşkerî ava bike.

7 Mijdar 2025 - 10:30
7 Mijdar 2025 - 10:30
 0
Amerîka li Şamê baregeheke leşkerî vedike

Ev yek wekî gaveke Pentagonê ya ji bo alîkarî û serkeftina rêkeftina ewlehiyê ya di navbera Sûriye û Îsraîlê de tê dîtin ku Washington serpereştiya wê dike.

Li gorî raporeke ajansa Reutersê ku ji zarê gelek berpirsên Amerîkî û Sûriyeyî hatiye belavkirin, plana Amerîkayê ew e ku cara yekem vê baregeha leşkerî li paytexta Sûriyeyê ava bike û ev yek wekî "gaveke nû ya ji bo ji nû ve birêxistinkirina stratejiya îdareya Trump a li Sûriyeyê" tê binavkirin.

Baregeh dê li deriyê paytextê be ku ber bi herêmên başûrê Sûriyeyê ve diçe.

Li gorî rêkeftina ewlehiyê ya di navbera Sûriye û Îsraîlê de ku hikûmeta Amerîkayê serpereştiya wê dike, tê çaverêkirin ku ev herêm bibe herêmeke bêçek.

Biryar e roja duşemê Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer li Koşka Spî bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re bicive.

Berpirsên Amerîkî, welatên Ewropayê û Sûriyeyê ji Reutersê re ragihandiye ku Amerîka plan dike wê baregehê ji bo çavdêriya wê rêkeftina ku tê çaverêkirin di navbera Îsraîl û Sûriyeyê de bê îmzekirin bi kar bîne.

Berpirsekî Amerîkî yê ku nexwest navê wî bê eşkerekirin got:

"Amerîka bi berdewamî helwesta xwe ya leşkerî ya li Sûriyeyê dinirxîne da ku rûbirûyî DAIŞê bibe lê em tiştekî li ser cih û baregehên ku hêzên Amerîkayê tê de çalak in nabêjin."

Berpirsekî leşkerî yê Rojavayî derbarê vê plana Amerîkayê de got ku Pentagonê di du mehên borî de gavên di nav planê de bileztir kirine û baregeh nirxandiye û kontrol kiriye.

Du çavkaniyên leşkerî yên Sûriyeyê jî ragihandiye ku gotûbêjên teknîkî yên li ser bikaranîna wê baregehê ji aliyê hêzên Amerîkayê ve, tenê ji bo armancên lojîstîkî, çavdêrîkirin û alîkariyên mirovî ne û dê serweriya hikûmeta Sûriyeyê ya li ser baregehê bi temamî bimîne.

Berpirsekî leşkerî yê Sûriyeyê eşkere kir ku berpirsên Amerîkî bi balafireke leşkerî ya cureyê C-130ê çûne serdana baregehê da ku piştrast bibin ka xeta firînê ya ji bo wê herêmê guncav e yan na.

Çavkaniyeke ewlehiyê ya Sûriyeyê jî ragihand ku wekî qonaxeke testkirina baregehê demek e balafirên Amerîkayê li wê baregehê dadikevin.

Amerîkayê zêdetirî 10 salan e hêzên xwe li Rojavayê Kurdistanê bi cih kiriye.

Pentagonê meha nîsana borî ragihand ku dê hejmara leşkerên xwe yên li Sûriyeyê ji bo hezar leşkerî kêm bike.

Piştre jî, Ehmed Şer ragihand ku her hêzeke Amerîkî ya li nav axa Sûriyeyê hebe, divê bi razîbûn û rêkeftina bi hikûmeta nû ya Sûriyeyê re be.

Berpirsên Amerîkî jî ragihandiye ku tê çaverêkirin Sûriye di demeke nêzîk de bibe endamê Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê.

Her wiha berpirsên Amerîkî eşkere kiriye ku plana vekirina wê baregeha leşkerî ji aliyê Amerîkayê ve, yek ji mijarên sereke yên serdana 12ê Îlonê ya Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) General Brad Cooper a ji bo Şamê bûye.

Her wiha berpirsên Amerîkî amaje bi wê yekê kirine ku îdareya Trump zext xistiye ser Sûriyeyê da ku beriya dawiya vê salê bigihêjin rêkeftinekê bi Îsraîlê re û dibe ku beriya serdana Şer a ji bo Washingtonê, rêkeftin bê ragihandin.

 

Ev nûçe bi tevahî 8 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:06:45