Civîna Nêçîrvan Barzanî û Erdogan bi dawî hat

Do êvarî di çaçoveya beşdarî di 8emîn Lûtkeya Konseya Atlantîk de Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyyip Erdogan civiyan.

29 Avrêl 2017 - 04:12
29 Avrêl 2017 - 04:12
 0
Civîna Nêçîrvan Barzanî û Erdogan bi dawî hat

Di civînê de Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dilgiraniya Herêma Kurdistanê derbarê êrîşa balafirên Tirkiyê li çiyayê Şingalê û şehîdbûna hejmarek pêşmerge arasteyî Serokê Tirkiyê kir, di beramber de jî Recep Teyyip Erdogan sersaxîyên xwe gihandin Nêçîrvan Barzanî, da zanîn ku, wê bûyerê ew dilgirankirin û bi şaştî baregehên Pêşmerge hatin bordûman kirin.

Di heman civînê de jî pêwendiyên aborî di navbera Hewlêr û Enqere de hate gengeşekirin, herwiha rewşa navçeyê bi giştî hat beskirin.

Ev nûçe bi tevahî 1587 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:14:29