Nêçîrvan Barzanî li Stenbolê ye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo beşdarî Lûtkeya Atlantikê bibe li Stenbolê ye û wê piştî lûtkeyê hin hevdîtinên fermî pêk bîne.

28 Avrêl 2017 - 07:54
28 Avrêl 2017 - 07:54
 0
Nêçîrvan Barzanî li Stenbolê ye

Îro Stenbolê 8emîn Lûtkeya Konseya Atlantîk,tê lidarxistin. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Kane û Enerjiyê yê Herêma Kurdistanê Aştî Hawramî jî di roja 2emîn ya lûtkeyê de amade bûn. Barzanî û rayedarên tirk di lûtkeyê de bi hevre wêne kişandin.

Barzanî piştî êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Çiyayê Şingalê cara pêşî serdana Tirkiyeyê dike. Barzanî daxuyand ku wê di çarçoveya serdana xwe de ligel Serokkomarê Tirkiyeyê Tayîp Erdogan û rayedarên hikumeta tirk re hin hevdîtinan pêk bîne.

Ev nûçe bi tevahî 1718 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:25:04