Hawar û Hawar Hîşyar Bın! Metırsîyê De Ye Zımanê Me!

Hozan û zanayên me jî bi dengê berz,Bang kiribû bo zimanê hebûna me,Gotibû. "Şêrîn û xweşe zîmanê Kurdî"Bi her awazî qêrîn dikim ji bo Kurdên meHişyar bibin, hawar hawar e!Di metirsîyê de ye zimaňe me...

26 Mijdar 2023 - 12:27
26 Mijdar 2023 - 12:27
 0
Hawar û Hawar Hîşyar Bın! Metırsîyê De Ye Zımanê Me!

Dijîn di demekî dijwar de,

Norkozek giran li me dane

Hişyar nabin ji vê kambaxê.

Roj bi roj dihele fena find e

Li serê me agir vêxistine

Dişewite bêdengiya mirinê

Çand û zimanê me pişartî dibe

Bi plana demdirêj ya pişavtinê

Roj bi roj mina pençeşêrê dikûje.

Hawar û hawar gotîbû mîrê me

Dengdabû Celladdet û hevalên xwe

Bi dengê Hawar û Ronahîyê

Łi ser şopa Feqîyê Teyranî Miksê

Cizirî jî gotîbûn bi evîna Diwanê;

"Bixwînin Mela, Şîrazî ne hewceye"

Heta ku hebe nanê genim yê malê

Ji derve nexwaze parsekî xwarinê,

Ehmedê Xanî nîvîsibû pirtûk bî kurdî,

"Nûbara piçûka",

"Eqîda Îmanê"

Û "Mem û Zin" giranbûha di sala 1695'î

"Da ku nebêjin Kurd nezan in,

Bê ziman, bê Irfan û bê edeb în!"

Hozan û zanayên me jî bi dengê berz,

Bang kiribû bo zimanê hebûna me,

Gotibû. "Şêrîn û xweşe zîmanê Kurdî"

Bi her awazî qêrîn dikim ji bo Kurdên me

Hişyar bibin, hawar hawar e!

Di metirsîyê de ye zimaňe me.

Rizgar bikin ji destê Tirk, Ereb û Ecem e!