Gelo em Ji yekitiya Neteweyî çi fêm dikin???

Bi qasî ez dizanim, xwendiye û dîtiye ku yekitiya neteweyî, weke ji navê xwe diyare ku divê ew ji yekitiya partiyên siyasî yên Kurdustanî û hemî beşên civatê pêk bê.
Navê yekitiyê xweş e, dengekî berz e, hêvî û daxwazên welatekî tîne zimên û ji bona azadî û serxwebûna gelê xwe kar dike. Dema behsa yekitiya neteweyî dibe ez vê fêm dikim.
Berî ku em behsa yekitiyek neteweyî bikin, pêwîste her partî di nava xwe de yek be. Nabe ku di nava partiyek ku yekitiyê dixwaze, hin endamên wê dijber bin û ji bona yekitîyek pêk neyê nivîsên ne li rêzê binivîsînin. Ji ber vê divê berê endam û rêvebirên partiyan, li hember hin partî, serok û rêvebirên wan, bi pênûsa xwe, dîtin û ramanên xwe, li dij wan bi xerabî bi kar nîne. Ji ber ku rewş hesas û zîz e.
Yên herroj dikin gazî û hawar ku yekitiyê dixwazin, lê nayê bîra wan ku wan bi xwe partiya xwe perçe kirine û îro yekitiyê dixwazin, Ji bilî ew bi xwe li dij partiya xwe ya berê ye ku naxwazin ew di nava yekitiyê cih bigire. Nikare û naxwaze bi hevalbendên xwe yên berê re bêne ba hev. Wê çawa bikaribin li gel yên din yekitiyê pêk bînin?
Yekitiyeke endam û partiya ji salên 1965an de li ser xeta neteweyî hatibe damezirandin ku ew partî weke dayika partiyên din e ku ew di nava yekitiyekê de tunebe, gelo mirov dikare ji yekitiyek weha re bêje yekitiya neteweyî?
Gelo partiyek Kurdistanî ji salên 1973-74an de ji bona doza kurd û kurdistanê di nava qada xebatên siyasî de hebû û heye. Îro di qada eşkere de xwedî hêz û qawet e û ji piraniya partiyên heyî, zêdetir xwedî dezgeh e, bê partiyek weha yekitiyek neteweyî dê çawa bê damezirandin?
Bi sedan heta bi hezaran siyasetmedarên bê rêxistinî hene, bi hezaran rewşenbîr, nivîskar û hunermendên kurd hene, lê ji sedî nodûpêncên wan di nava xebateke weha de tune ne. Gelo yekitiyek bê vana dê çawa bibe yekitiya neteweyî?
Ji bona wê dibêjim; pêwîste berê endam û hin rêvebirên partiyên siyasî bibin neteweyî ku bikaribin neteweyî bifikirin. Kes û sexsiyetên partiyên xwe perçe kirine û hevalên xwe yên berê weke dijmin nebînin, berî herkesan erka wan e ku ew bikevin nava diyaloga bi hevalên xwe yên berê re.
Bi qasî dizanim kîn û nakokiyên pûç û vala her berdewam e. Loma ew naxwazin heval û partiya wî ya berê di nava yekitiyeke weha de cih bigire, kar dike û lê dixebite. Ev fikir û raman di nava partiyên din de jî xurt kirine. Loma ji yekitiyeke bê wan de em ê nikaribin bêjin yekitiyeke neteweyî.
Em ne mecbûr in ku ji hemî yekitiyan re bêjin yekitiyeke neteweyî. Îro li bakurê Kurdistanê ev weke beniştê devan tê çûtin. Loma dibêjim ku ji dêlva em her roj behwsa yektiyeke neteweyî dikin, em bêjin yekitiya çend partiyan siyasî baştir e. Ji ber ku em mezin dibêjin lê gelekî biçûk lê didin…
Bi awayekî giştî ku ferqeqê bixe nava nivîskar û hunermendên kurd, destên yekitiyê dirêjî hemiyan weke hev nekin, ew nabe yekitiyeke neteweyî. Bi gotinê yekitî nabe, bi dijberiya hinan yekitî nabe. Hin serok û rêberan weke li dij yekitiyanin, nîşankirin, ne helwesta avakirina yekitiyê ye. Loma dibêjim; berî ku partiyeke behsa yekitiyan bikin, divê ew, endam û rêvebirên xwe ji bona yekitiyan amade bikinn. Nabe ji serê her endam an rêberekî dengekî cûda derkev e.
Helbet yekitî baş e, lê divê ew nebe ji derve hiştina partî û rêxistinên kurdistanî. Bi sedema ji hev veqatandinê, dijminatiya li hember hev ne mirovahî û siyasî ye. Divê em weke milet li gel hemî partî, tevger, rêxistin û sexsiyetên kurdistanî li gel hev bin.
Ha du partî dikare bibin yek, lê ev nabe yekitiyek neteweyî, siyasetmedarên me vê fêm nakin ku heta endam û hin rêberên xwe ji bona yekitiyek neteweyî perwerde nekin, kîn û dijminatiya nava hemî kes û kesayetî û partiyên kurdistanî ranebe, yekitiya neteweyî pêk nayê.
Ji ber vê dibêjim; pêwîste em berê xwe û endamên xwe fêrî xweşbiniyê bikin. Kîn, dijminatî û hesûdiyên salên berê bidin alîkî. Aha wê demê em dikarin bi hevre behsa yekitiyeke neteweyî bikin.
Bi dilekî rehet, bi xweşbîniyek neteweyî, xwedî li hev derketandinê, yekitî pêk tên. Ji yekitiyan re, xweşbinî û hevqebûlkirin dibe. Rêya wê jî di perwerdekirina endaman re derbas dibe.
Nêrînên ku di vê gotarê de hatine vegotin, yên nivîskar in û ne mecbûrî siyaseta edîtoriya Nerîna Azad dikin.
Nûvekirina herî dawî: 20:22:08

































































































































































