Armanca Avakirina partiyên siyasî

Li bakurê Kurdistanê piştî salên 1965an û virde damezrandina partiyên siyasî weke kuvalkên ku ji bin erdê serê xwe hildidan, bûn.
Em ketin dem û dewraneke weha ku ji dêlva em partiyek xurt, bi hêz ku bibe altarnatîfa gelê xwe damezrînin. Me ji dêlva wê her çend kesên hatin ba hev û bûne xwedî partiyeke siyasî, lê nebûn hêz û qaweteke ji bona azadî û serxwebûna gelê xwe.
Helbet di vê rewşê de destên qirêj û tarî jî di nava me de pir bûn. Daxwaza wan lepên tarî jî ew bû ku kurd li bakurê Kurdistanê nebin xwedî hêz û qaweteke girseyî. Ji kelecana xortaniyê û îdeoliyan me wê demê ev nedît in.
Her wehe dîsa wan lepên tarî bi saya sîxur û pêgirtên xwe pêşî li hizra neteweyî girtin ku ciwanên kurd nebin neteweyî ango nebin neteweparêz. Loma jî bi rêya îdeolojiyan, di wî warî de jî bi serketin ku kurd li bakurê kurdistê nebin xwedî hêzek girseyî û neteweyî.
Em baş dizanin û fêrbûne ku damezrandina partiyên siyasî yên dewletên kolonî ew e ku welatê xwe li ser xeta neteweyî bighêjîne azadî û serxwebûna wî. Ji ber ku dagirkerên me ev baş zanîbûn, loma jî çi bi rêyên îdeolojiyan û çi jî bi yên olî pêşî li tevegera gelê me li bakurê Kurdistanê girtin û hê jî ev berdewam e.
Min xwest di vê nivîsê xwe de vê hinekî vekim da ku em bikarin hemî li gel hev û bi hevre xwe ji vê karesetê azad bikin. Azad bikin da ku em bikaribin bibin xwedî hêzeke girseyî, netweyî, xurt û mezin. Ji ber vê ez damezrandina partiyên siyasî weha şirove dikim.
Armanc û hedefa partiyên siyasî ya miletê kolonî weke Kurdistanê, divê ew be ku serpereştiya tekoşîna gelê xwe bike. Bi saya şerê çekdarî bikaribe dewleteke azad û serbixwe ji bona gelê xwe ragihîne.
Di nava dewleta xwe de ji bona anîna demokrasiyê berxwe dide. Rehetiyê û aramiyê ji bona gelê xwe misoger dike. Helbet eksê wê jî dibe.
Îro li bakurê Kurdistanê ev herdu jî tune ye. Ji ber ku şerê çakdarî dema xwe dagirtiye, loma jî êdî fêdeya wê tuneye. Weke em dizanin, şerê çekdarî di rewşa îro de ji fêdê bêtir dê zerarê ji bona gelê xwe bîne.
Ji berku dewletek Kurdî li bakurê Kurdistanê tuneye ku em wê bikin demokrat. Ya jî ji bona demokarasiyê ji bona wê kar bikin.
Lê divê em vê jî ji bîr nekin ku tekoşîna duemîn li gor şert û mercên heyî ku ew jî li ser navê Kurdan ketina hilbijartinan, li tirkiyê û li bakurê Kurdistanê ye. Şert û mercên navneteweyî û navxweyî îro vê pêşberî me dike.
Heger partiyek li gor vê bixwazî bikeve hikbijartinan û daxwaza wan ji bona kurdan Federalîzm be, divê hemî partî, dezgeh û kesayetên ji welatê xwe hez dikin, divê bê qeyd û şert piştgirî bidin wê. Heger vê nekin bi zanetî an bi nezanî dibin piştgirê partiya ku qaşo li ser navê kurdan e û dixwaze wan tune bike. Ya jî wê dengê xwe bidin partiyên dagirkeran ku ji xwe ne hewceye vê vekim ku dê encam çi bin.
Me weke miletê Kurd û partiyên wî yên siyasî ev sed salin ku ji ber neyekbûna nava xwe, ne li hevkirin û bi hevre li gel berjewendiya xwe li ser asasê xeta neteweyî, me bi hevre kar nekirine, me hemiyan bi hevre wenda kirine. Mixabin me hê jî dersek ji vê negirtine…
Me weke kurd ji vê tevlihevî û neyekbûna partiyên me yên siyasî tu fêde jê ne girtine. Lê eksê wê dagirker, pêgirt û xaînin nava me bi ser ketine û dikevin. Zêdeyî sed salana ku em vê dijîn û hê jî me dersek û aqilek ji vê ne girtine.
Kurd li hember hev tûj in û bê ûjdanên. Li hember dagirker û pêgirtên wan nerm in. Bi serde jî her partiyek ji çend kesan pêk tên, ji ya xwe danekevin û ji bona yekrêzî û yekitiya milet tevnagerin. Hin îstîsna hebin jî ew qaîdeyan xerab nakin…
Divê Kurd li xwe vegerin. Bibin hêz û qawetek. Bibin alrarnatifek weha ku li hember dagirkeran bibin dîwarekî ji pola ku di tekoşîna xwe de bi serkevin.
Madem şerê çekdarî dema xwe tije kirî ye. Çima di warê demokratîk de em nikarin bibin xwedî temsîleke Kurdistanî?
Di her hilbijartineke li tirkiyê û li bakurê Kurdistanê de dengê kurdan ji partiyên dagirkeran û kemalîstên kurdan re dihare ku Kurd wenda dikin û bê bandor dimînin.
Ka careke heşe xwe bidin serê xwe, weke miletê kurd û li gor berjewendiya wî bifikirin. Endamên rêxistinan divê xwe ji mîrîdbûna serok û hin rêberan azad bikin ku bikaribin rehet û azad bifikirin. Çanda mîrîdbûna serok û rêberan bişkênînin…
Rehet û azad fikirandin jî tim qezenc e. Bi hêviya di vê hilbijartina di pêşde, miletê kurd û endamên partiyên siyasî li ser vê yekê serê xwe biêşînin. Serê xwe biêşînin da ku piştgiriya partiya bi fermî doza Federalîzmî ji bona kurdan dike, bikin. Ew jî îro tenha li bakurê Kurdistanê HAK-PAR e. Ya jî bi hevre di bin sîwaneke temsîla hemiyan bike ku ew jî daxwaza Federalîzmê dike, bibin yek.
Divê em xwe fêrî wê yekê jî bikin ku kîjan partî berjewendiya gelê me biparêzin divê em ji wan re bibin palpişt. Teng fikirandin û tenê ez û ez ji tekoşîna gelê me re tu fêda wê tune ye. Heger li bakurê Kurdistanê kurd li gel partiyên siyasî bibin hêz û qawetekê û bi hevre li ser navê gelê xwe bikevin hilbijartinan, wê bi serbikevin. Lê mixabin ev jî nayê hesabê hin serok û rêberên ku bi dizî girêdayî hin deran in.
Divê em ji bîr nekin ku serxwebûna başûrê Kurdistanê di xeta neteweyî ya yekrêzî û hevgirtina partiyên Kurdistanî li bakurê Kurdistanê re derbas dibe…
Nêrînên ku di vê gotarê de hatine vegotin, yên nivîskar in û ne mecbûrî siyaseta edîtoriya Nerîna Azad dikin.
Nûvekirina herî dawî: 11:42:16




































































































































































