Daxuyaniya Akademiya Kurdî li Stockholmê li ser rewşa dawî ya Kerkûkê

Akademiya Kurdî li Stockholm´ê bi tundûtijî êrîşên leşkerên Iraqî li ser kurdan şermeşar dike.

Maruf Yılmaz

09.09.2023, Cts | 08:04

Daxuyaniya Akademiya Kurdî li Stockholmê li ser rewşa dawî ya Kerkûkê
Nêrîn Belav bike

Akademiya Kurdî li Stockholm´ê bi tundûtijî êrîşên leşkerên Iraqî li ser kurdan şermeşar dike. Di encama êrîşên leşkerî yên Iraqê de çar-pênc kurd hatin kuştin û gelek kurdên sivil birîndar bûn. Xwepêşandana kurdên Kerkûkê bi fizîkî kom bûbûn da ku êrîşên leşkerî yên li ser kurdan protesto bikira, lê bû hedefa êrîşan. Di van êrîşan de mamoste, xwendekar, profesor, akademisyen, nivîskar, doktor û zanayên kurd jî zerarê dibînin û em xwe hevparên xemên wan dibînin.

General BARZANÎ: ”Kerkûk dilê Kurdistanê ye, lê li gorî Celal Talabanî jî ” Kerkûk Kurdistan e.

”Kerkûk bi axa xwe, coxrafya, reh, kok, qurm, rêûresim, efsane û bedena xwe ve welatê kalikên kurdan e. Hin dîroknas bawer dikin ku avahiyên herî kevn yên Kerkukê ji aliyê Gutiyan (kurd) derdora 4000 sal berê hatine çêkirin û avakirin. Di dema Baas de gelek rûniştvanên kurd ên Kerkukê bi darê zorê koçberkirin da ku rê li ber erebkirinê vebikin. Navê vê kirinê, erebkirina Kerkûkê bû. Kerkûk bi coxrafya, dîrok û çanda xwe ve Kurdistan e, lê kêmneteweyên ku lê dijîn ew jî xwediyê mafê xwe ne li ser axa kurdan. Heke tenê tirkmenek, suryanîyek an aşûriyek li Kerkûkê hebe, divê em mafê wî/wê wek mafê xwe biparêzin. Navê kevnare yê Kerkukê ”Arrapha” ye ku navekî Hûrî bû, lê di serdema Partiyan de navê Kerkûkê ”Korkura” ji aliyê Ptolemens ve hatiye behskirin. Di çavkaniyên Asurî yên Aramî û Suryanî de bi navê ”Beth garmain” dihat naskirin. Ingmar Karsson, konsulê giştî yê berê li Stenbolê û nivîskarê pirtûkeka bi zimanê swêdî li ser Kurdistanê û li gorî wî Kerkûk bajarekî cihêreng e.

Kerkûk Kurdistan e. Pêwîstiyên Kerkûkê bi qanûna bingehîn û destûrê heye. Divê madeya 140î ya qanûna bingehîn a Iraqa Federal bê bicih anîn ji bo ku kurd li ser axa xwe azad bijîn. Qanûnên Bingehîn li ser qanûnên din in. Artêş û hêzên leşkerên Iraqî yên ewlehiyê li Kerkûkê li gorî berjeweniya aliyekî siyasî tevdigerin û ev jî nayê pejirandin. Eniya tirkmen, Hevpeymana erebî, Erebên Baas û Heşdî Şeibî bi hevre derketin li ser rê Kerkûk - Hewlêr û wê dagir kirine. Li dijî vê bûyera qirêj kurdan xwepênîşanek amadekirin û meşiyan, lê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin gulebarankirin. Hêzên ewlehiyê alîgirên aliyekî siyasî ne. Yekalîbûna wan bû sedema şehîdkirina kurdan. Me li jorê behsa Madeya 140î ya qanûna bingehîn a Iraqa Federal kir û em vê mijarê dubare dikin. Ev sed sal in ku dewleta Iraqê nikare li gorî Qanûnên Bingehîn tevbigere. Dewleta Iraqê ji bo erebkirina Kerkûkê hewl dide, ev sed sal in ku bi siyaseteka monokulturalîst tevdigere. Heke Herêmana Kurdistanê li ser axa xwe li Kerkûkê bibe desthilatdar, dikare li ser axa xwe mafên tirkmen, suryanî û erebên Kerkûkê jî biparêze.

Serokê Akademiya Kurdî

Maruf Yilmaz, doktoremend, lêkolîner…

Sekreterê Akademiya Kurdî

Najmaddin Karim, felsefezan

AKADEMÎYA KURDÎ LI STOCKHOLM

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

1419 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:03:22
x