15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî li hemû kurdan pîroz be!

Roja salvegera Zimanê Kurdî hezar carî pîroz be!

Maruf Yılmaz

15.05.2023, Pts | 10:18

15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî li hemû kurdan pîroz be!
Nêrîn Belav bike

Daxuyanî Akademiya Kurdî li Stockholmê weha ye:

Kovara HAWAR ji alîyê Celadet Alî Bedirxan ve hat weşandin. Bi gotineka din “Roja Zimanê Kurdî” 15ê Gulana 1932an dest pê kir û ev sala dîrokî bi Celadet Alî Bedirxan dest pê kir. Mirina wî, wêne, şikil, resim, sûret, tablo û fotografên wî dipeyvin. Hejmara mirovan ne tiştek e, mirovek dikare ji mîlyonekî zêdetir be. Li ba min, kapasîteya Celadet Alî Bedirxan ji mîljonekî Bakur zêdetir e. Kapasîteya Celadet Alî Bedirxan bi xebata Mehmed, Firat Cewerî, Reşo Zîlan û çend kesên din xwe gihand Swêdê. Bi ekola kurdên Swêdê Hawar, alfabe, nivîsar; kapasîteya Celadet Alî Bedirxan xwe gihand tevahîya Kurdên Bakur, Roava û hin deverên cîhanê. Mehmed Uzun û Firat Cewerî edebiyaya Kurdî bi ya cihanê ve girêdan û herdu jî derbasî nav rûpelên dîrokê bûn. 15ê Gulanê, Roja Zimanê Kurdî ye û em 15ê Gulanê pîroz dikin. Em karmendên Akademiya Kurdî xwedî li zimanê xwe derdikevin, heta bi heta. Peyama Akademiya Kurdî li Stockholmê ji bo 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî banga xwe digihîjine tevahiya Kurdistanê ji bo ev roja pîroz bi fermi bê pîrozkirin. Akademiya Kurdî dê her sal, 15ê Gulanê wek Roja Cejna Zimanê Kurdî pîroz bike. AKademiya Kurdî girîngiyeka mezin dide Celadet Alî Bedirxan û Kovara HAWARê.

15ê Gulanê, Roja Zimanê Kurdî ye. Zimanê dayîkê, zimanê pêşîn e ku zarok hîn dibe. Bi gotineka din têgîneka zimanê zikmakî pirwate ye. Zimanê Kurdî di sala 1932an de bi xebata”Celadet Alî Bedirxan û Kovara HAWARê ve hat watekirin û kete rojevê. Ji nû ve weşandina Kovara HAWARê ya li Swêdê bi çalakîyên”Roja Zimanê Kurdî” hat pîrozkirin û Firat Cewerî xwest ku 15ê Gulanê bibe Roja zimanê Kurdî. Wekî zanîn 21ê Sibatê jî roja ”Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî” ye ku min hê di sala 1990î de nivîsarek nivîsî û paşê ew nivîsar di sala 2007an de di pirtûka xwe bi navê Pedagojî de jî weşand.

Firat Cewerî wisan dinivîse: ” HAWARê 15ê Gulana 1932an li Şama Sûriyê dest bi weşanê kir. Firat Cewerî ji bo hemû hejmarên HAWARê bide hev û ji nû ve çap bike di sala 1987an de ve berê xwe da Sûriyê û bi hemû hejmarên HAWARê vegeriya Swêdê. Hemû hejmarên HAWARê mîna du cildan di 15ê gulana 1998an de di nav weşanên NÛDEMê derxist. Bi weşana HAWARê ya nû Firat Cewerî hin çalakî li dar xistin û xwest 15ê gulanê mîna roja zimanê kurdî bihête pîroz kirin û ew roj ev roj e 15ê gulanê mîna roja zimanê kurdî tê pîroz kirin. Roja zimanê kurdî li we pîroz be!...”

AKADEMÎYA KURDÎ LI STOCKHOLM

Sekreterê Akademiya Kurdî: Dr. Najmaddin KARÎM

Serokê Akademiya Kurdî: Doktoremend Maruf YILMAZ

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

1535 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:52:43
x