Felsefeya dîyalogê di şûna psîkolojî de pêş dikeve. Li Norvec, Denmark û Almanyayê tiştekî normal e ku mirovên siyasî diçin ba sazîya felsefeyê û li wir “tedawî” dibin. Niha tedawîya mirovên siyasî bi rêya felsefeyê ketiye rojevê. Ji ber ku psîkolog nikarin nexweşên siyasî tedawî bikin. Tenê mırovên nexweş dikarin, bi rêya tedawîyê felsefeya dîyalogê baş bibin. Felsefeya dîyalogê di şûna psîkolojî de pêş dikeve û hêdî- hêdî saziyên felsefeyî vedibin.
Li Norvec, Denmark û Almanyayê tiştekî normal e ku mirovên siyasî diçin ba sazîya felsefeyê û li wir “tedawî” dibin. Niha tedawîya mirovên siyasî bi rêya felsefeyê ketiye rojevê û felsefe derman e. Ji ber ku psîkolog nikarin nexweşên siyasî tedawî bikin.
Psîkolojîya hundirtirîn û terapîya kognîtîfê jî, ji nû ve ketiye rojevê, ji ber ku, gelekî însanên siyasî nexweş in û dixwazin desthilatdariya xwe bidomînin. Nexweşbûna wan jî, perçeyekê ji jîyana wan a dijwar e...
Sokrates yek ji hîmdarên felsefeya Rojava û zanyarîyê bû. Ew di navbara salên 469 û 399an ên BZ de jîyaye. Sokrates metoda pirsên diyalektîkî avakir, piştî mirina wî, Platon şûna wî girt. Platon, di nivîsên xwe de li ser pêşfikrî û hesûdî rawestiyaye. Li gorî wî, divê însan ji pêşfikirîya xwe azad bibe. Sokrates ji bo dîtinên xwe hate tawanbarkirin û di dadgehê de tawana mirinê wergirt, belê Sokrates ji bo dîtinên xwe rêya mirinê hilbijart. Li gorî Sokratesî, mirina herî xerab ew e, ku mirov dev ji dîtinên xwe berbide, hingê mirov mirîyê mirîyan e.
“Jîyaneke bê lêkolîn û xwe ceribandin ne tu jîyan e” (Sokrates).
Dayîka Sokratesî, pedagoja zarokên “nûjidayîkbûn” bû û Sokrates ba dayîka xwe metoda peymendîya dîyaloga dîyalektîkê fêrbû û di wê demê de mohra xwe li dîrokê.
Pirsên Sokratesî ev bûn:
•Hûr û kûr guhdarî bike, ka kesên din çi dibêjin an jî kesê/a din çi dibêje.
•Ji bo guhartina dîtinên xwe, amade be, gava ku tu bi dîtineke baştir hesîyayî, wê têxe şûna dîtina xwe ya xerab û xwe nû bike.
•Bibîrbîne ku gelekî imkanên te hene, ku tu bersîva pirsan cuda bidî...
•Pişta xwe netewîne û xwe wekî koleyekî nebîne.
•Xwe ji dijberî û nakokîyan dûr bixe. Rêya dîyalogê hilbijêre.
Ez bi xwe pirsên Sokratesî di dersdana xwe de bikartînim. Pirsên azadiyê didin kesên din ku bersîvê bidin û mirov xwe azad dibînin.
Nimûne:
•Tu dikarî wekî din jî, bifikî?
•Tu ji xwe ewle (piştrast, piştqayîm) yî, ku wisan e?
•Ya xerabtir çi ye ku dikare biqewime, rûdan bide?
•Ji bo te ev qewmandin (bûyer, rûdan) tê çi maneyê (wate)?
•Nêziktirîn hevalê/a te dê çawan li vê qewmandinê mêze bike?
•Ku tu ne siyasî bî, tu çawan li vê qewmandinê mêze bikî?
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.