Xemgînîya Akedemîya Kurdî lı Stockholm

Em ji hemû şehîdên xwe ên ku di felaketa erdhejê de jîyana xwe ji destdayîn bin, ji wan re sersaxî dixwazin. Em xemginîya xwe dubar dikin û ji malbata wî/wê, hezkirên wî/wê û hevalên wî/wê re sebr dixwazin.

Maruf Yılmaz

13.02.2023, Pts | 08:09

Xemgînîya Akedemîya Kurdî lı Stockholm
Nêrîn Belav bike

Li seîsmolog, erdhejnas Jari Kortström sê sedemên sereke hene ku erdheja li Tirkiyeyê ew qas wêranker bû.

Guhertina avhewa dibe sedema erdhejên zêdetir?

Erdhejek çawa çêdibe?

Çima erdhej çêdibin?

Em ji hemû şehîdên xwe ên ku di felaketa erdhejê de jîyana xwe ji destdayîn bin, ji wan re sersaxî dixwazin. Em xemginîya xwe dubar dikin û ji malbata wî/wê, hezkirên wî/wê û hevalên wî/wê re sebr dixwazin.

Akademiya Kurdî li Stockholmê bang li Neteweyên Yekbûyî, Yekitîya Ewropa û Dewletên Amerîkayê yên yekbûyî dike ji bo alîkariyên xwe bidin mexdûrên Erdhejên Bakurê Kurdistanê, Roava, Tirkiye û Sûrîyê. Hukumeta herêma Kurdistanê - Dezgeha Xêrxwaziya BARZANÎ alîkariyê dide Afrîn, Bakur û Tirkiyê. Ev helwesteka rast e.

Erdhejên mezin li cîhana sêyem her tim tê wê wateyê ku bêhtir mirov jiyana xwe ji dest didin ji ber ku ew nikarin xanîyên têra xwe xurt ava bikin ku ew xanî li hember lerzê li ber xwe bidin û rabiwestin. Erdhej dikare dem û mekan biguherîne. Erdhej diyardeya herî kujer a xwezayî ya li ser rûyê erdê ye. Bi gelemperî, ne lerizîn bi xwe ne ku mirovan dikujin, lê bandorên mezin yên wekî hilweşîna avahiyan, şimitîna axê û leqandinê ne. Tsunamî kaosê çêdike. Tsunamî diyardeyek xwezayî ye ku di encama erdhej, şimitîna axê, teqîna volkanîk an jî bandora meteorîtan de pêk tê. Tsunami bi japonî tê wateya rêya benderê.

Li gorî erdhejnas Jari Kortström sê sedemên sereke hene ku erdheja li Tirkiyeyê ew qas wêranker bû. Ya yekem, devera şêlê bi pir niştecîh e. Li herêma ku erdhej lê metirsîdar bû zêdetirî milyonek kes dijîn, lewma hejmara qurbaniyan zêde bû. Ya duyemîn jî, erdhej gelekî xurt (bihêz) bû û li nêzî rûyê erdê qewimî... Ya sêyem, Xanî û avahîsaziyên Tirkiyê li herêmê nebaş hatin avakirin. Erdhej ne tenê avahiyên nû hilweşîne. Avahîyên kevnar yên mîrasa mirovahîyê, keleha Amedê û keleha (qesr, koşk) Gazîantepê wêran kir û hilweşand.

Neteweyên Yekbûyî ji bo mexdûrên erdhejê deqeyek rêz girt. Îsraîl û Kurdistan/Barzanî dibêjin ew alîkariyê dişînin Tirkiye û Sûriyê. Hukumeta Kurdistanê gihîşte cîhên Erdhejê. Alîkariya Amerîkî jixwe di rê de ye.

Qala erdê me ji çend lewheyên ku diherikin pêk tê û dema lewheyên li ser hev tên pêçandin/leqandin, erdhejek çêdibe. Erdhej felaketa xwezayî ye ku diqewime. Qala dinyayê ji heft lewheyên tektonîk ên mezin û çend piçûkan pêk tê.

Li Ewropayê erdhejên cuda bi piranî li Yewnanîstan, Tirkiye (Stenbol/Ewr) û îtalyayê rû didin. Li rojhilat jî Japonya, Endonezya, Çîn û Îran bi bandor dibin. Erdhej gerstêrka me dihejînin.

Guhertina avhewa dibe sedema erdhejên zêdetir? Erdhejek çawa çêdibe?

Çalakiya domdar a di qalikê erdê de sedema erdhejan e. Erdhejek diheje ku dema ku tansiyon ji nişka ve di bin erdê de çêdibe, pêk tê. Erdhej dikare dem û mekan biguherîne. Erdhej li ser sînorên plakaya qaşilê Dinyayê çêdibin. Lerizînên herî bi hêz dikarin bandorên mezin li bajaran bikin û zivirandina erdê jî xera bikin.

Erdhejnas Björn Lund wisan dibêje: "Tirkiye bi serê xwe mîkroplatek e. Pelga parzemîna Afrîkayê ji başûr ve, plakaya Ereban ji başûrê rojhilatê û li derdora plakaya Avrasyayê jî li ber xwe dide. Ev tê wê wateyê ku Tirkiye ber bi rojava ve tê kişandin (kaşkirin)..."

Reynir Bödvarsson erdhejnas e û eleqeyeke wî ya mezin bi erdhejnasiya cîhanê re heye. Ew yek ji erdhejnasên herî navdar û zana yê Swêdê ye. Li gorî wî qala erdê ji çend lewheyên mezin ku tevdigerin pêk tê û dema lewheyên bandordar li ser hev tên pêçandin(leqandin/leqandina dijberîyê, hingê erdhejek çêdibe. Ji herêma ku erdhej lê çêdibe jê re navenda erdhejê (epicentrum) tê gotin. Navenda erdhejê xala li ser rûyê erdê ye.

Çima erdhej çêdibin?

Sedema erdhejan ew e ku pelikên dûnyayê ber bi hevre ve diçin, rûyê erdê li ser bingehên lewheyên mezin û nêzê 15 lewheyên piçûktir in.

Seismologên swêdî Maekus û Rutger Wahlström ji bo welatê Swêdê lêkolînên hêja pêk anîn û herdu jî derbasî dîrokê bûn.

Milne, John seismolog, Palmeri, Luigi meterolog û Hugo, Benioff geofîzîknas lêkolînên baş kirin û derbasî nav rûpelên dîrokê bûn. Båth, Markus di navbera salên 1950 û 1960î de li ser Erdhejnasiya erdhejê lêkolîn kir û lêkolîna wî derbasî dîrokê bû. Prof. Hugo, Benioff xebateka baş kir. Sedema erdhejan ew e ku pelikên erdê li hember hev diherikin. Profesorê enstîtuya lêkolîna erdhejê ya Zanîngeha Japonî ya Tokyoyê . Prof. Dr Masataka Kinoshita got ku cudahiya sereke di navbera Japonya û Tirkiyê de heye. Japonya welatê erdhejê ye, kêm windahiyên wî hene.

Lêkolînerên Swêdî delîlên erdheja herî mezin a di dîroka mirovahiyê de dibînin û ji neteweya xwe û xelqên din re dibêjin.

Çalakiya rojê li gorî ku tê hêvîkirin bi pêş nakeve. Hin lêkolîner û zanistvan bawer dikin ku di hundirê rojê de pêvajoyên nû û nenas diqewimin, ku ew dikarin bandorên mezin li ser avhewa û erdê bikin. Karesata Xwezayî ji mirovan bi hêztir e.

Serokê AKADEMIYA KURDÎ

Doktoremend Maruf YILMAZ

Sekreterê Akademiya Kurdî

Dr. Najmaddin KARÎM

Têbinî: îro ev ders mijara xwendevanên me bû.

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

1911 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:21:02
x