Xwendina beşeka romanê ya Firat Cewerî bi hunereka estetîk, zimanekî afirîner, xeyal û avakariyê ve girêdayî bû. Firat Cewerî pir xweş lihev anî û xwendina wî ya beşek jı romana wî, hêjahiyeka nû afirand û bû dîrok.
1. Wêjeya Kurdî û Samî
Roja xwendina wêjeya kurdî û samî li lokala Yekitiya Nivîskarên Swêdê hat lidarxistin.11ê Gulanê Yekitiya nivîskarên Swêdê bi hevkariya Tjàllegoahte´yê li avahiya xwe Drottningggatan 88 B rojeka xwendina edebiyatê li dar xist û ez bixwe jî beşdar bûm. Xwendina edebiyatê bi kurmancî, zimanê samî (bi samîya bakur û başur), swêdî û îngilzî hatin pêşkêşkirin. Yekitiya nivîskarên Swêdê, sazîyeka pirzimanî, pirçandî, pirolî û li ba wê hemû ziman wek hev bi qîmet in. Yekitiya nivîskarên Swêdê ji Firat Cewerî re telefonê vekir û jê xwest ku ew rojeka edebiyatê li dar bixe. Bersîva Firat Cewerî erêyî bû û wî pişt re daxwaza Yekitiya nivîskarên Swêdê bi cih anî û vê çalakiya wisan li dar xist. Sê nivîskarên kurd, du jin û mêrek bi fermî beşdarî vê çalakiyê bûn. Yek ji wan sê nivîskaran Firat Cewerî bû û ew bixwe gotûbêjkarê çalakiyê bû. Nivîskarên Samî sê kes bûn, du mêr û jinek beşdar bûn. Hersê nivîskar Nils-Henrik Sikku, Johan Sandberg Mcguinne û Anne Wuolab bûn. Ji bilî van hersêyan Erik Lindman Mata jî wek wergêrê zimanê swêdî beşdar bû û bi swêdî helbestan xwend.
1.1. Firat Cewerî
Firat Cewerî behsa rewşa kurdan, destpêka nivîskariya xwe û wêjeya kurdî kir. Firat Cewerî beşek ji romana xwe ”Ez ê yekî bikujim” bi kurdî xwend û got: ”Ez ê yekî bikujim, lê yekî nekujim…” Romana wî ez ê yekî bikujim wergeryaye zimanên swêdî, îtalî, tirkî, farisî û zaravayê soranî. Ez ê yekî bikujim qerektera sereke ya romana Firat Cewerî ye. Lehengê sereke yê romanê 15 salî li bajarê xwe li zîndanê razabû. Gava ku lehengê sereke yê romanê sibê zû demjimêr 06: 13 deqîqe ji xewneka qaosî şiyar dibe. Laşê wî giran bû, herderê wî dişîya, betaniya tenik a lehengê sereke yê romanê avêtibû ser xwe, lê şemitî ser erdê, bê betanî jî, ew di xwêdanê de mabû û ew xwêdana ku hemû laşê wî şil kiribû, hem bermayina xewna wî, hem jî nîşana gerdûna rojê bû. Lehengê sereke yê romanê xewna wî, lê gava hê jî li ser textê dirêj kiriye û di xwe de nabîne rabe, ew nizane û ji hev dernaxe ya wî dît xewn e ne xeyal e. Tê bîra wî, ew bi şev gelek caran ji xewn radibû, ji nav nivînan dûr dikete, tevê xirûcirên bajar dibûn, gava ku lehengê sereke yê romanê çavên xwe vedikir, wî dît ku ew di nav nivînan de ye, ew xwe diqulibîne vî alî û wî alî. Wî di xewnê de tiştek dikir, ku ew nikare niha bi nav bike, kîngê ji nav nivînan radibû, diçû li çaketê xwe dinihêre, ka ew kirina wî rast e yan na, ew jî nîşanek e ku du dilopên xwînê ku di binê çaketê de li pişkova herî jorê ketine, herikîne jêrê lê ne gihîştine pişkova herî jêrê...”
2. Johan Sandberg Mcguinne, Nils-Henrik Sikku û Anne Wuolab
Hersê nivîskarên Samî di derberê edebiyata Samî de agahdariyên baş dan me. Yek ji nivîskarê beşdar ê samî Nils-Henrik Sikku bû. Ew nivîskar, wergêr û rojnamevan e. Yê din Johan Sandberg Mcguinne bû; nivîskar, mamoste, wergêr, xebatkarê çandê, jojker, henekker û nivîskarekî samî yê Başur û Galika Skottlandî ye. Wî wek helbestvan dest bi nivîskariyê kir û herî zêde di mijara mîrasa dagirkirinê de ew digel gelê xwe wek samî dijî û herweha têkiliya xwe bi çandên cûda re heye. Ji sala 2018an vir ve, Johan Sandberg Mcguinne serokê Bago Çalliid siebrie, komeleya nivîskarên samî ye. Di pirtûkên wî de bi taybetî raman û wergerên Sofia Jannok û Marja Helena Fjellheim Mortensso hene. Li gorî wî mirov dikare bi rêya xem û şadiyê di navbera mirovan de girêdanan çêbike û bi jojkenê samî dikarin nasname û zimanê xwe xurtir bikin. Lê zêdetir behsa dagerkirinê, êş, xemgîn, bextreşî, xembarî, ne qanûnî, bela, derd/kul, xem, jan, qehirî û bindestiyê dike. Heke mirov rewşa gelê kurd û gelê samî bide ber hev, hingê mirov dibîne ku Samî li bihuştê dijîn û Kurd li dohejê dijîn, lê samî dixwazin bihuştê baştirîn bikin. 30 mîlyon kurd li Tirkiyê ji mafên xwe bêpar in. Ev ne normal e. Li Swêdê pênc kêmnetewe hene û yek ji wan neteweya samî ye. Samî kêmneteweya xwecih a Swêdê ye û xwedî statûya kevnargel e. Swêdî û samî hevparê dewleta Swêdê ne. Lê statûya gelê kurd wek gelê xwecih li Tirkiyê nehatiye pejirandin an tune ye û ev tunebûn, qanûna ”Neteweyên Yekbûyî” binpê dike.
2.1. Rojeka edebiyatê ya pirzimanî û armanca çalakiyê
Rojeka edebiyatê ya pirzimanî, navberçandî /”înterkulturî”, pirolî û pirçandî bû. Axaftina Firat Cewerî, nivîskarên samî Nils-Henrik Sikku, Johan Sandberg Mcguinne û axaftina nivîskara kurd Fatma Savcî wek hemûyan bi hunerên edebiyatê yên estetîkê ve girêdayî bû. Lokala Yekitiya nivîskarên Swêdê bi hunerên Firat Cewerî û Johan Sandberg Mcguinne yên estetîk ve hatibû xemilandin. Herdu nivîskar bi afirandina xemilandinên xwe dixwazin xwebigihînin derveyî xweya xwe ya dûnyayî, bi rastîyekê ji bilî rastiya xwe ya xwezayî re bigihêjin têkiliyê. Di nav gelên kevnar de hunerên xemilandî bi gelemperî bi ayînên olî ve zêdetir girêdayî ne. Di ola Kurdên Êzidî de Melek Tawis sembol e. Tawus xwedî hunereke xwezayî ye û xweşik e. Perrên dûvikê hilbijartina zayendî ne, bedewiya perran, bedewiya tawusê ya şevê, tawus sembola nûvekirinê ye.
Charles Darwin bi guman bû ku heywan dikarin xwedan jêhatîbûnek estetîk bin û ez digel dîtina wî me.
Yek ji armanca Firat Cewerî û Johan Sandberg Mcguinne ya afirandina hunerê ragihandina peyamekê ye. Hunermend û temaşevanên herduyan bala xwe didan ser peyvmendî, hunerpeyv, vegotin û hunerên avakariyê edebiyatê yên Firat Cewerî û Johan Sandberg Mcguinne´yî. Nivîskara wêjeya Samî Anne Wuolab, mamosteya zimanê zikmakî û rojnamevan e. Ew edîtora kovara Gaba´yê ye û wê xelata edebiyatê wer girtîye; berhemên wê yên din de helbest, çîrok û gotar in. Anne Wuolab seroka komeleya Samî ye û ew bi rêya digîtalê beşdar bû.
Armanca çalakiya rojeka edebiyatê ya xwendina helbest û poesîya Kurdî û Samî ew e ku samî wek kurdan, welatê wan di nav çar dewletên cûda de hatiye perçekirin û qedera wan û kurdan dişûbe hev. Formên hunerî yên cûda hene wek mînak wêje/poesî/helbest, şano, opera, muzîk, govend (dans), mîmarî, peyker… Huner çi ye? Temaşevan bersivê dide. Nivîskarê herî piralî yê Swêdê Carl Jonas Love Almqvist e û ew bixwe ji elîta neteweyî ya civakê bû. Jîyana wî bi çanda qesra qiral Gustaf Wasa´yê ve watedar e. Di helbesta hemdem de estetîk û siyaset dikarin bibin yek, lê ne ”monoîdeolojî”… Ji bo kurdan helbest û siyaset bi hev ve girêdayî ne. Helbest an poesî şeweyeka hunerî ye, awayê vegotin û bandorê ye. Di vê serdema nûjen de hunera danîna formên hunerî yên cihêreng di navbera wêje, muzîk û opeayê de girîng e.
Carl Larsson hunermendê navdar ê Swêdê ye û Leonardo da Vincî hunermendê cîhanê yê navdartirîn e. Nivîskarê kurd ên hundirîn, yên yekalî di hunera edebiyatê de tune ne, ji ber ku huner piralî ye û nivîskarên hundirîn ên siyasî bi wateya nûjen nikare wêjeya cîhanê biafirînin. Lê ew dikarin bi rêya partiyên siyasî bikevin rojevê, mirov bi kesên din mezin nabe, divê mirov bixwe mezin be.
3. Kolonyalîzm û edebiyata kurdî
Firat Cewerî nivîskar, edîtor, wergêr û yek ji avakarê edebiyata nûjen e. Ji bo bikaribe bi azad û serbest binivîse, di sala 1980î de li Tirkiyê dijîya, ji ber ku kurdî li wir qedexe bû, berê xwe da Ewropayê û li Swêdê bi cih bû. Nivîskar û helbestvana kurd Fatma Avcî jî beşdar bû. Ji bo Firat Cewerî û Fatma Avcî kurd û kurdeyatî li Tirkiyê herî dijwar bû û wan jî wê dixwst. Dilşa Yûsûf wek nivîskar û helbestvan beşdar bû. Wê di sala 2002 de dest bi nivîskariyê kir û çend pirtûkên wê çap bûne. Di wêjeya kurdî ya serdema me de nirxên estetîk pir girîng e. Hestiya şadê, kêfê û pejirandina kêmasiyên xwe. Estetîk ew e ku mirov di felsefe, huner û edebiyatê de têgihîştîbe. Estetîk zanîna têgihîştî û doktrîna bedewiyê ye. Volkelt Johannes fîlozof û estetîknasekî alman e. Ew di bin bandora Hegel û Schopenhauer de maye. Li gorî min estetîk zanîna lêhayî, têgihîştina nivîskarî/nivîskarê û zanîna aqilê wî/wê ye. Estetîk li ser bedewî, aheng û tiştê ku bala hestên me dikişîne ye.
Kolonyalîzm, hewldana dagirkirin, zeftkirin, kontrolkirin û îstîsmarkirina herêmên din ên li derveyî axa dewleta xwe ye. Lê ji bilî wê zimanê gelê bindest qedexe dike. Qetlîama zimanê kurdî, jenosîda ziman, qedexekirina ziman, sansûra edebî û qedexekirina kevneşopiyan, bi baweriya min, li Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê û li her cihê ku tirk, faris û ereb lê hene, pirsgirêkên sereke yên nasnameya kurdî ne. Nasnameya kurd, jiyan û hebûna ziman ve girêdayî ye. Parastina çand û kelepora gelê kurd pir girîng e. Siyasetmendarên kurd û tirk durîst û bêteref nîn in. Rojnamevanên kurd ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî û şexsî ve ne serbixwe ne, girêdayê dewletekê/siyasetekê ne. Ev cihê xemgîniyê ye.
4. Diaspora, Nûdem, Roja Nû/Komkar û weşanên kurdî yên din li Swêdê
Firat Cewerî nivîskarekî jîr û wî kovara Nûdem derdixist. Roja Nû/Komkar, Nûdem û weşanên kurdî yên din li Swêdê edebîyata kurdî bi cîhanê dan naskirin. Wêjeya Kurdî û kurdîya wê li Swêdê li cîhanê belav bû û bû sedemê jinûva zayîna Dîasporaya Kurdî li cîhanê. Dîaspora û wêjeya Kurdî bi hevre ne û ji hev cûda nabin. Taybetmendîya sereke ya ku kurdên Swêdê ji dîasporayên din cûda dike ew e ku ew pir di bin bandora nirxên demokratîk ên Swêdê de mane û xwedî perspektîfên berfirehtir in. Bandora demokrasîya Swêdê li nivîskar, xwendekar, mamoste, rewşenbîr û sîyasetmendarên kurd bû û ji lewre ew hatin guhartin, tiştên nû fêrbûn, lê hin kes jî wekî xwe man. Avakirina nasnameya kurdî û çawanîya wê pir girîng e. Em bi zimanê xwe hene. Piştî ziman, em bi çand û awayên jîyana xwe hene. Bi ya min Wêjeya Kurdî alîkarîya dîasporaya kurdî dike û wê bihêztir dike. Wêjeya kurdî li Swêdê bûye bingeha Dîaporaya kurdî li tevahîya cîhanê. Dîasporaya kurdî ji wêjeya kurdî ne cûda, ew bi hev re ne.
5. UNESCO; Qanûna Bingehîn û Mafê Gelên Xwecihî/Kevnargel
Ew biryara UNESCO´ê ya 13ê meha îlona 2007an (di benda 3an de…) pir balkêş e. Ew biryara balkêş hat navandin ji bo bidestxistina mafê gelên xwecihî/kevnargel. Bingeha Danezana Neteweyên Yekbûyî ya di derbara mafên gelên kevnare / xwecihî de bendên mafên çarenûsê hene û kurd bi wan bendan dikarin bigihîje mafê xwe yê zimanê kurdî/zimanê zikmakî. Ev jî bi rêya dîyalogê gengaz e, ne bi rêya şerê çekdarî. Ez daxwazê ji Tirkiyê dikim ku ew Qanûna Bingehîn a xwe biguherîne ji bo perwerdeya bi zimanê dayîkê. Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî UNESCO di sala 1999an de 21ê Sibatê wekî Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê ragihand û divê kurd jê sûd werbigirin. Ji bo kurdan, wateya vê rojê pir girîng e. Ji ber ku Zimanê Kurdî li Tirkiyê bi gelek astengiyan re rûbirû ye. Neteweyên Yekbûyî mafê gelên xwecihî/kevnargel di 13ê meha Îlona 2007an de bi fermî hanîn rojevê cihanê wek mafekî xwezayî parast.
Ez jî daxwazê jî ji Tirkiyê dikim ku Qanûna Bingehîn ya xwe biguherîne. Ji alîyê din ve ez bangê Yekitiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî jî dikim ji bo guhartina Qanûna Bingehîn a Tirkiyê bibin navbervan. Biryara NY ya di derbara mafên gelên xwecihî ango kevnargel de pir balkêş e. Tirkiye dikare guh bide UNESCO û “Qanûna Bingehîn” ya xwe biguhirîne da ku mafên gelê kurd wekî gelê xwecihî ango kevnaregel binpê nebe”. Ez daxwazê ji UNESCO´ê dikim ku kurd wekî gelê xwecihî li gorî bendên wê bigihîje mafê xwe yê zimanê dayikê. Ne normal e ku neteweyek 60 mîlyon be, ji zimanê xwe bêpar bimîne. Zimanê dayîkê ango zimanê zikmakî hem mafekî mirovî xwedayî ye û li gorî qanûnên Neteweyên Yekbûyî UNESCO´ê, daxwazekî xwezayî ye jî.
6. Kurte
Firat Cewer bi nivîskarên Samî re rojeka ”Edebiyata Kurd û Samî” li baregeha Yekitiya nivîskarên Swêdê dar xist. Çalakiya edebiyatê li lokala Yekitiya nivîskarên Swêdê, roja şemîyê di11ê Gulana 2024an de pêk hat, bi zimanê swêdî, kurdî û samî helbestên cûda xwendin, lê ji bilî vê jî, ji bo kêmneteweya samî bi îngilizî jî helbest hatin xwendin. Di demeka berê de zimanê samiyan qedexe bû, ew nikaribûn bi zimanê xwe serbest binivîsînin. Digel vê yekê jî rewşa wan a berê jî ji ya kurdan bi mîlyonan caran baştir bû. Li gorî Firat Cewerî dîrok û qedera me û samiyan hinek wek hev e. Niha Samî xwedî çanda xwe, zimanê xwe û kevneşopiyên xwe ne. Samî yek ji gelên xwecihî yên Ewropayê ne û di nav pênc kêmneteweyên neteweyî yên Swedê de tên hejmartin an pejirandin. Navê welatê wan ”Sapmi” ye. Sapmî di nav welatên Swêd, Norwêc, Fînlandiya û Rûsyayê de hatiye dabeşkirin. Samîyên xwecihî ji 80 000 zêdetir in.
Firat Cewerî çalakiya edebiyatê ya poesî û helbestên kurdî û samî pêk anî. Sê nivîskarên kurd; Firat Cewerî û du jin beşdar bûn û sê nivîskarên samî; du mêr û jinek beşdar bûn. Çalakiyeka navberçandî/înterkulturî, bi kurdî, swêdî, samî û îngilîzî bû. Armanca Yekitiya nivîskarên Swêdê /Firat Cewerî ya organîzekirina rojeka çalakiya edebiyatê yên pirzimanî û pirçandî ”înterkulturî” ew e ku ew balê bikişîne ser mîrasa mirovahiyê, kelepor, mîrasa çanda cîhanê û bi rêya edebiyatê neteweyên din bi dîrok, ziman, mîrasa çandî û edebiyata kurdî bihesîne. Yek ji armanca Firat Cewerî û Johan Sandberg Mcguiine ya afirandina hunerê ragihandina peyameka nû ye. Armanca duyem jî nûkirina têkiliyên kurd û samîyan e. Nivîskarê samî Nils-Henrik Sikku ye. Ew ne tenê nivîskar e herwisan wergêr û rojnamevan e jî. Johan Sandberg Mcguinne nivîskar, mamoste, wergêr, xebatkarê çandê, henekkerê samî yê Başur û Galika Skottlandî ye. Li gor wî mirov bi rêya xem û şadê têkiliyên baştirîn çêdike. Ew wek helbestvan di mîrasa dagirkirinê de digel gelê xwe wek samî dijîya û herweha têkiliya xwe bi çandên cûda re heye. Ji sala 2018an vir ve Johan Sandberg serokê komeleya nivîskarên samî ye. Nivîskara wêjeya Samî ya jin Anne Wuolab e û wê gelek, çîrok, gotar nivîsîne . Ew mamosteya zimanê samî ye û edîtora kovara Gaba´yê ye. Bi digîtalê beşdar bû. Dilşa Yûsûf helbestên xwe bi kurdî xwend, lê di warê estetîka hunera poesiyê (helbest) de kêmasiya wê çêbû. Fatma Avcî jê baştir bû, lê kêmasiya wê jî hebû. Firat Cewerî li gorî estetîka hunera edebiyatê tevdigeriya û kêmasiyên wî çênebû. Nivîskar Firat Cewerî li lokala Yekitiya nivîskarên Swêdê mohra xwe li dîrokê xist û derbasî nav rûpelên wê bû.
Xwendina beşeka romanê ya Firat Cewerî bi hunereka estetîk, zimanekî afirîner, xeyal û avakariyê ve girêdayî bû. Firat Cewerî pir xweş lihev anî û xwendina wî ya beşek jı romana wî, hêjahiyeka nû afirand û bû dîrok.
Ev çalakî ji aliyê Yekitiya nivîskarên Swêd û Firat Cewerî ve hatiye organîzekirin
Maruf YILMAZ, doktoremend, lêkolîner, rojnamevan û mamoste