Felsefa Wêjeya Bedew û Felsefe

Zardeşt berî niha di destpêka 400 B.Z. de ji alîyê dîrokzan Xanthos ve hatîye vegotin û naskirin.

Maruf Yılmaz

15.10.2023, Paz | 15:38

Felsefa Wêjeya Bedew û Felsefe
Nêrîn Belav bike

Ma mirov dikare wek Fîlozof Martha Nussbaum û Prof. Irîs Murdoch, edebîyata bedew ya felsefî biafirîne?

Heke weha be nivîskarên kurd çawan dikarin wêjeya bedew biafirînin?

Wêjeya bedew çi têkilîya xwe bi felsefeyê re heye?

Wêjeya çîrokê çawa tê afirandin?

Çi dikare bandorê li naverok û forma wêjeya fîksîyonê bike?

Kurd dikarin çi ji xwendina çîrokan an romanan fêr bibin?

1. Jacques Derrida, Irîs Murdoch, Immanuel Kant û Martha Nussbaum

Ez bi rêya Prof. Jacques Derrida, Prof. Irîs Murdoch, Fîlozof Immanuel Kant û Fîlozof Martha Nussbaum nêzikî pirsa têkilîya felsefe û wêjeyê bûm. Felsefe berîya hert tiştî aqilê sîstematîzekirî, ramana rexneyî ye. Zimanê felsefî kûr e, pirsên wê kûr in, ew dikevin kûrahîya bûyerek an mîjarek an tiştek ku ew e, tiştek çawa ye û çima tiştek e. Ev tiştek bi gelemperî hem mîjara hebûnên ku mirov nikare bi çavan bibîne (abstract) û hem jî tiştek e ku rasterast mirov dikare bi dîtin, bihîstin, destdan (leqandin), tamkirin û bîhnê (konkret) ve têgihîje. Felsefebûna wêjeya bedew ya kurdî tê çi wateyê? Wêjeya bedew poesî/stran, dramatîk, kurteçîrok (novell) û roman e. Bi gotineka din edebîyata ku xwedî armanceka estetîkî ye. Berevajîyên wê edebîyata ne fîksîyon e, lê heke mirov bi çavekî rexnegirî li mîjarê binêre, di fîksîyonê de jî rasteqînî dikare hebe. Têkilîya di navbera wêjeya felsefî û wêjeya bedew de ji bo pêşxistina zanînê ew e ku di vê çarçoveyê de nivîskar çawa dinivîse û çawanîya teknîka vegotinê bikartîne.

Profesorê Universîta Stockholmê Michael Wood wisa dipirse’ pirtûka xwe bi vê pirsê ku ve girêdide ku edebîyat çawa dikare zanyarîyê pêşkêş bike û ev zanîn çawa ye? Wateya zimanê felsefî di edebîyata bedew de çi ye? Gotûbêja felsefî çi ye? Ehmedê Xanî ne Shakespeare bû û ne Homeros bû û ne jî Dante bû. Lê wî mohra xwe li dîrokê xist.

1.2. Pirtûkên Veda, Rîgveda, Avesta, Mantra, felsefe, Sokrates, Platon, Zardeşt, Xanthos...

Fîlozof Hegel (1850: 126, 127) di pirtûka xwe de ”Li ser dîroka felsefeyê” weha dinivîse: ”Çanda Hindistanê pir pêşketî û bibandor e, lê felsefeya wê bi ola wê re yek e û pê ve girêdayî ye…” Felsefeya hindî ji şaristanîyên herî kevnar ên mirovî derketîye holê û bingeha felsefeyê ye. Felsefeya rojhilatî xala destpêkê ya hîndûzmê ye. “Mantra” yek ji semboleka ramanê ya zoroatrîzm, hînduîzm û bûdîzmmê ye. Wateya wê ya eslî zimanê sanskrîtî ye, ku wateya ramanê ye, ayeta pîroz û ev peyv bi zimanê Avestayî ve jî girêdayî ye. Zardeşt, Manî, Mazdak û Şîhab al-dîn Subrawerdî fîlozofên kurd in, lê ji bilî wan jî fîlozofên kurd hene. Alî Gurdilî felsefezan, rewşenbîr, zanist, têgihîştî û ramangerê felsefeya Bakurê Kurdistanê ye. Di edebîyata kurdî de têkilîya mîtolojî û felefeya kurdî pir xurt e, mînak: Xwedêyê Rojê MÎTRA, Xwedaya avê ANAHÎTA û AMEŞA SPENTA. Ew hersê netenê roleka olî dileyîzin. Ew xwedî ramanên kûr in, wek mîtolojîya hînduîzmê. Di Mem û Zîna Ehmedê de jî Xwedayî û hebûna wî li gorî sufîzma îslamê tim amade ye. Di Memê Alan, Sîyabendê Silivî û Xecê, Zembilfiroş, Dewrşê Evdî, Ristemê Zal, Dimdim û Cembelîyê kurê mîrê Hekarî de jî zêdetir ol heye.

Mamoste û docentê beşa zimanê îranî Dahlén, Ashk (2016: 35-94) di pirtûka xwe de li ser Aryana Antîkê radiweste. Ew dinivîse û dibêje: “çend şagirdên Platon, di nav wan de Herakleîn hebû, bi kozmolojî, stêrnasî, bijîjkî yên Aryanî re eleqedar bûn, bi motîv û mîjarên Zardeştî berhem nivîsandin. Zardeşt berî niha di destpêka 400 B.Z. de ji alîyê dîrokzan Xanthos ve hatîye vegotin û naskirin. Ev dîrokzan ji Lîdyayê ye.” Zoroastîzm û bûdîzm, herdu jî olên felsefî ne, lê Xirîstîyanî (xaçperestî), cihûtî û misilmanî ne olên felsefî ne. Di ola zoroatrîzmê de agir pîroz be. Tê zanîm ku zoroastrîzm 1600 - 800 B.Z. hebûye (Ashk Dahlén). Pirtûkên Weda ji çar berhevokên sanskritî pêk tê ya herî kevn RigWeda ye û ew stran in ku têde tê dîtin ku hin beş berî koçkirina Arîyan naveroka wê hebûye. Di naveroka wê de stran, dua, îbadet, ayîn, cihên pîroz, qurban û rêkûpêkîya nîzamê heye. Ji bilî vê jî hin merasîmên pîroz û cihên pîrozgehan hene. Şêweyên îbadetê yên derve, ol û çandên cihê pir diguherin. Lê hema di hemû olan de hin merasîmên pîroz û ayînê hene.

Doçent Dahlên (2016: 35-99) mamosteyê zimanê îranî li Zanîngeha Uppsala´yê ye. Li gorî wî zoroastrîzm bandora xwe li cihûdîtî, xirîstanîyanî û misilmanîyê kirîye. Ramana ku di derbarê bihuşt û dojehê de ji zoroastrîzmê hatîye. Wateya Gatha, Avesta, Farvahar û Mantra jî bûye mîjara lêkolînê. Zardeşt 3500 sal berê, çend sedsalan berî helbestvanên ”Pirtûkên Weda” û Homeros, wek helbestvan fîlozof Zardeşt li bakurê Îran an Kurdistana îroyîn hebû. Wî wêjeya bedew nivîsî û di stranên wî de jî felsefeyeka kûr heye, bi vî awayî ew fîlôzofê herî pêşîn e ku bi zimanê Hindo-Ewropî nivîsîye. Li gorî Dahlén, Ashk Anaxagornas fîlozofê yewnanî yê yekem bû ku zanibû aqil eslê her tiştî ye û hiş bı kaosê berovajî kir, ramanêm wî dibin felsefeya Zardeşt´î. Feylesofên din ên berîya Sokratesî bi gelemperî bi Îranî re têkildar in ramana Ksenophanes û Herakleîtos wek efenofê Axamenîyê ye. Zerdeştî di esasê xwe de felsefeyeka ehlaqî ye ku li ser perestina Xwedayê ezman Ahura Mazda û rêzgirin ji bo agir, ax (erd), av û hewa ye. Felsefeya Zardeşt dîyar dike ku peywira mirov e ku di cîhanê de nûkirina domdar a gencîyê pêş bixe û tevkarîyê li serkeftina gerdûnê ya li dijî kaosê bike.

Felsefeya edebîyata rojavayî ji dîyayalogên Sokrates pêk tê, ku ramana felsefî bi awayê çîrokî pêşkêş dike. Nêzikbûna felsefe û wêjeyê ji wê demê de berdewam e. Gelek nivîskarên navdar jî li ser sinorê di navbera van herdu awayên cûda yên ramanê de xebitîn. Platon xwedevanê Sokrates bû û mamosteyê Arîstoteles bû. Platon Akademî li Atenê avakir û gelek kesên rewşenbîr li Akademîya Platonî xwendin. Wî di derberê metafîzîk, epîstemolojî, psîkolojî, etîk, polîtîk û estetîkê de nivîsî û bi awayî derbasî nav rûpelên dîrokê bû. Li vir divê em bizanibin ku Anaxagoras mamosteyê Sokrates bû. Platon dibin bandora fîlozofên berî Sokrates yên Zardeşt, Pythagoras, Parmenides, Herakleîltos, Anaxagoras û gelekî kesên din de maye. Platon xwe nêzikî helbestan ne dikir û di navbera xwe û wan de sînorekî danîbû û ji wan dûr dima. Ji bilî vê jî ramanên Zerdeştî li Antîkaya Yûnanistanê jî belav bûn, bi taybetî li ba Herakleitus, Platon û Aristoteles.

Sê şertên bingehîn yên felsefeya Zerdeştî hene, ew jî ev in:
1. Dîtinên baş (Humata): dîtinên konstruktîvê
2. Peyvên baş /peyvên xweş (Hukshta): peyvên konstruktîvê.
3. Kirinên baş (Huvareshta): Danûstandinên konstruktîvê.
Ev hersê peyvên han Prînsîbên felsefeya Zerdeştî ne.

Edebîyat ji bo yan jî li dijî gugartînên civakô bûye, di hemû dem û dewran de wisan bûye (Björn Linnell, 1999; Bert Olsson& Ingemar Algulin, 2005). Edebîyata kurdî wek ya cîhanê çeka pêşketin, guhartinên çandî, civakî, ehlaqî, olî, sîyasî û neteweyî ye. Edebîyata gelên Mezobotamîyayê pir kevn e û koka xwe ya bingehîn ji ”pirtûkên Weda , ”Gilgamêş”, “Gatha”û ”Avesta” wergirtîye. Gilgamêş bi devki 3000- 2000 sal B.Z. hebûye. Gilgamêş, berhemeke Asurî/Suryanî, Sumerî û Babilonî ye. Lîteratura Aryanî (Îranî) sûd ji pirtûkên Weda yên Hindî wergirtîye. Pirtûkên Weda 2000 - 3000 sal BZ. hebûn. Destana Gilgamêşî cara yekemîn 2000 sal BZ, bi zimanê Sumerî çap bûye; cara duyemîn 1700 sal BZ, bi zimanê Babilonî hatîye çapbûye; cara sêyemîn jî, 1300 sal BZ, bi zimanê Babilonîya nû çap bûye. Mijara Gilgamêşî ya bingehîn li ser kuştina mirinê ye. Gilgamêş dixwaze mirinê bikuje. Li gorî dîtinekê, navê Gilgamêşî, navekî arkadî, navê gîyayê binê deryayê (behrê) bûye, paşê bûye bingeha peyva Gilgamêşî. Li gorî dîtineke din: Bil (gir) gamêş (boxe, Gamêşê gir). Gilgamêş lîteratura dinyayê ya herî kevn e û ew malê hemûyan e. ”Încîl”, bi naveroka xwe ya piralî ve bûye çavkanîyek ji yên herî mezin ji bo Ewropîyan, ku ew li ser toreya Mozobotamî şax daye. 28 Çima?

Berhema keça keyê Akadî Sargon (ne Sargon II) Enheduanna ye. Nivîskarên mezin û binavdeng ên mêr in, lê Enheduanna ne tenê nivîskara cîhanê ya pêşîn e, herwisan ew nivîskara yekemîn e ku di derbara “ez” û ezbûna xwe de jî, nivîsand. Ew di navbera salên 2285-2250î B.Z. de jîyaye. Enheduanna li bajarê Ur´ê li Mezopotamyayê dijîya û ew keça keyê Akadê Sargon bû. Wê helbestên xwe li ser jîyana xwe û ji bo Înana (Xwedê) dinivîsand. Enheduanna helbestvan, astrolog, matematiker û astronom bû. Sapfo (Sappho) jî, helbestvana duhemîn e û ew yûnanî ye. Ew di derûdora salên 630 – 570î BZ´ê de jîyaye.

Gava ez behsa felsefeya edebîyata dinyayê dikim, çi edebîyat dibe, bila bibe, hingê ev tên bîra min:

1. Pirtûkên Weda, /Rigveda, Manus, Mahabharrata (Hindistan)…

2. Gilgamêş, eposa Gilgamêşî, Enheduanna û Avesta, Gatha, (Mezopotamya / Kurdistan).

3. Homeros 700 BZ: Îlîaden, Odyseen… (Yewnanistan).

4. Helbestvan Sutung-Po (Çîn); Fu Hsî, Zhou Gong, Konfuçyûs, (Çîn).

5. Wêjeya Sînuhes an Sanehalê, ”papyrusa”, pirtûka mirîyan, peyvên Xwedê, felsefeya sûfîzmê… (Misir).

1.3. Nivîskarên Bakur li Swêdê

Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de ji felsefeyê zêdetir Kurdayetî û sufîzma misilmantîyê heye. Ehmed Xanî ramanger û fîlozof e, lê di Mem û Zîna wî de ramana romansa neteweyî qels e. Ev jî rastîyeka tehl û tirş e.

Ferdosî ji bo edebîyata farîsî çi be, Ehmedê Xanî jî, ji bo edebîyata kurdî ew e. Ehmedê Xanî û Mehmed Uzun mohra xwe li dîrokê xistin. Firat Cewerî dostekî nêziktirîn ê Mehmed Uzun bû û ew jî, ji alîyê hunera edebî û zimanê edebî ve dikare edebîyata bedew ya herî baş diafirîne û afirandîye jî. Di ”Hawara Dicleyê” ya Mehmed Uzun de Tevrat, Încîl, Quran, Avesta, ola Zardeşt, felsefe, mûzîkên cûda, şerê hundirî, serhildanên bûyî, sûrgûn, civakên sêwî, têkoşîna bêdawî, rojên oxirê giran, têkçûn, talankirin, bêxwedî, kêmnetewe, kozmopolîtîzm, pirçandî, evîn û xîyaneta çûyî... Di vê romana ”Hawara Dîcleyê” de ”dekonstrîksîyon”, felsefe” scienfîksîyon”, ”sîvîlîzasîyon”, gelekî rastî û şirove hene. Di”Hawara Dîcleyê” de Mehmed Uzun (2001) wekî Jean Baudrillad, Gilles Deleuze û Jacques Derrida postmodernîst e. Romana Mehmed Uzunî di”Ronî Mîna Evîn, Tarî Mîna Mirinê” de jî motîfên felsefî hene. Lê ”Hawara Dîcleyê” romaneke postmodern” e û têde kûrbûneka felsefî heye. Mehmed Uzun”Gilgameş” jî xwendîye û jê sûd wergirtîye. Mehmed Uzun ne Gilgamêş ne bû, ne Homeros bû jî Zardeşt bû, lê ew rewşenbîr, xwedî kapasîte, kanîn û çandên cûda bû. Mîjara têkilîya edebîyat an edebîyata bedew û felsefeyê kapasîte, kanîn, pirzanîn û bi çanda nivîskarî/nivîskarê ve girêdayî ye.

Tu tiştek ji tunebûnê çênabe.

Mehmed Emîn Bozarslan, Rojen Bernas û Mahmud Baksî nivîskarên pêşîn bûn. Di helbestên Rojen Bernas de kûrbûneka bêdawî heye û ev kûrbûn felsefe ye. Lê di romanên Mehmed Uzun de jî felsefe heye. Mînak: ”Hawara Diclê”. Piranîya nivîskarên kurdên Bakur li Swêdê wextê wan ê vala tune ye û ji alîyê din ve bazara firotina pirtûk an berhemên wan pir kêm e. Ev pirsgirêka mezin e. Mînak: romannivîserên kurd Alî Kut, Laleş Qaso û heta çend nivîskarên din jî bi pîşeyê şofêrê taksîyê ne û di ber de jî dinivîsînin, xwe diwestin, dibin kopîya derûdora xwe. Nivîskar Firat Cewerî tenê li ser edebîyata fîksîyonê, roman, wergêr û çîrokê dixebite. Min ji nû ve berhema Firat Cewerî ya bi navê ”Ez ê yekî bikujim” xwend, berhemeka psîkolojîk e. Di mêjîyê wî de ”Ez ê yekî bikujim” hizrek, ramaneka xerab heye. Romaneka psîkolojîk e, lê kûrahî têde heye. Di edebîyata fîksîyonê de, romana psîkolojîk celebek vegotinê ye ku balê dikişîne ser taybentmendî û motîvasyona hundirîn.

Romana psîkolojîyê çi ye? Ew sedem û dawîbûna van kiryaran/bûyeran vedibêje. Temo kêrekî kirîye bêrîya xwe û di mêjîyê de hizreka xerab heye. Temo berê daye rêyeka xerab û kêrekê ku di bêrîya wî de ye, dibe balkêşîyekê. Belê, kêr di bêrîka wî de li bajarekî Kurdistanê dibe dilxerab û rêwîyekî dojehê …

1.4. Romana Dostojevskîj û Romana Firat Cewerî “Ez ê yekî bikujim”

Romana Firat Cewrî ”Ez ê yekî bikujim” wek ya Dostojevskij romaneka psîkolojîk e. Romana Dostojevskij a bi navê ”Tawan û Ceza”di sala 1866an de hat weşandin. Romaneka psîkolojîk e, lê fîksîyona wê kûr û bi zimanekî felsefî hatîye nivîsandin. Yek ji mîjarên sereke yên berhemê têkoşîna hundirîn a di navbera xwesteka Qahremanê romanê xwendekarê Rûs Raskolnîkov ku ji bo îtîfkirina sûcê xwe di daxwaza xwe ya azadbûnê de ye. Xwendekarê Rûs di rewşeka nexweş de, du caran kuştina kesan dike û rewşa wî xerabtir dibe. Demek derbas dibe. Rojek ji rojên rojan ew û Sonja rastê hev tên. Sonja rêya rast nîşanê wî dike û wî ber bi rêya rast ve dibe, hingê ew dixwaze hemû xerabîyên xwe bipejirîne, bi gotineka din ê du kuştinan îtîraf bike û cezayê xwe bikişîne. Sonja jineka qehpik (fahîşek) e, lê rêya rast nişanê wî dike. Di derbarê edebîyatê de jî wek sîyasetê bi sedan lêkolînên têz ên sexte hene, lê ji lewre divê em bi hişyarî, bi bîrdarî û bi fesal binivîsînin.

Exlaq û hiqûq di Sûc û Ceza ya Dostojevskij de rastkirina exlaqî ya leheng Raskilnikov bawer dike ku Faro (2017) dikare wekî pêşveçûnek ji”Ûbermensch” a Nietzche were dîtin, ku ew behsa sermirov (supermirov) dike ku ew xwe di ser qanûnê re dibîne, ku ji alîyê exlaqî rastdar e, mirov sûcê xwe nepejirîne. Morillas (2019: 58) behsa perspektîva aborîyê dike û li gorî wê heke mirov bi perspektîfeka aborîyê li derûdora Raskolnikov mêze bike, hingê tenê rêyeka jîyanê bû…Morîllas (2019) di gotara xwe de berevajî Faro dinivîse û nêrîneka cûda ya di derbarê çalakîya Raskolnikov de ye. Dawîyê dîyar dike cezayê dirêj lê tê birîn, berê wî dide Sîbîryayê ku Sonja li pey wî ye, dev jê bernade. Mirov çawa dikare rastdarîya exlaqî ya Raskolnikov ji kiryarên wî têbigihe? Mirov çawa dikare di perspektîfa hiqûqa xwezayî de rastdarîya exlaqî têbigihîje? Mirov çawan dikare rastdarîya exlaqî di perspektîfeka avaker a civakî de têbigihîje? Çi rast e? Çi çewt e?

1.5. Têkilîya wêje, wêjeya bedew û felsefeya hebûnparêzîyê

Jean-Paul Sartre (1938) di kurteçîrok/romana xwe ya pêşîn ”Girêzî” (nefret, vereşînê) de têkilîyeka kûr di navbera wêjeya bedew û felsefeyê de danîye. Lehengê romanê wî yê sereke Antîne Roquentin e. Ew piştî jîyaneka gerok wekî kirêdar li bajarê Fransayê bi cih bûye. Ew li ser dîrokê lêkolîn dike, piştre kişf dike ku dibe ku ew her dem li ser zilam tiştek girîng fêr bibe, ji ber vê yekê destnivîsên xwe li malê vedişêre û hewl dide ku tiştekî ji zilamî fêr bibe. Ew bixwe zilamekî bi tenê ye, tenê jî heyîn an bûyîn e, lê di heman demê de zehmet e ku mirov pê re têkilî dayne. Ji bo wî dîrok mirî ye û rabirdûya wî jî... Belê, Antîne Roquentîn dikaribû tevahîya hebûnê bi nefretê biceribîne. Rewşa wî ya psîkolojîk hema hema ber bi xerabûnê ve diherikî û jîyana wî ya rojane jî wekî xerîbek li cîhanê be. Serpêhatîyên wî, bîyanibûna mirovên nûjen zêdetir dike. Di dawîyê de Antîne Roquentîn fêr dibe ku ev ”nerazîbûn” ji kuderê tê. Romaneka xwezayî ye û zimanê wê bi gelemperî hişk e. Nefretbûna lehengê romanê, di cîhana hebûnparêzîyê de kûrbûnek e. Karaktera wî wek mirovekî rewşenbîr û xwedî ezmûna jîyanê ye. Sòren Kierkegaad ramana felsefeya hebûnparêzîyê (hebûn) ava kir, lê kurdên Bakur wek çepên tirkan vê rastîyê nabînin. Wî got îfadeya ku tê zanîn subjektîvîtî herî rast e. Sòren Kierkegaad teolog bû û Jean – Paul Sartre jî ateîst bû. Hebûnparêzî (felsefeya hebûnîyê) ji alîyê fîlozofê Danîmarkî Sòren Kierkegaad ve hatîye damezrandin; Sartre jê sûd wergirt û hebûnparêzîyê berfirehtir kir. Hin nivîskarên hebûnparêzîyê ev in: Albert Camus, Jean -Paul Sartre, Henrik îbsen, Simone de Beauvoir, Friedrick Nietzhe, Fjor Dostojevskij, Karl Jaspers, Josê Ortega Gasset, Miguel de Unanuno...Nivîskarê rûs Leo Tolstoy serpêhatîyên xwe wek nîhîllîzmê bi nav dike: “Jîyana min rawestîya. Min dikaribû nefesê bistînim, bixwim, vebixwim û razêm, min nedikarî van tiştan bikim, lê jîyan tune bû. Ya rast ew bû ku jîyan bêwate ye. Ez li ser nîhîllîzmê rawestim.

Mirov mehkûmê azadîyê ye. Mirov bi vî rengî derfetê dide ku çalakîya xwe hilbijêre û bihêle ku ew bi hestên xwe ve were kontrol kirin. Zordestîya civakî nî ne. Jean-Paul Sartre, Martin Heidegger, Peter Berger & Thomas Luckmann, Alan Tourainei…

1.6. Hebûnparêzî (existentîyalîzm) û nîhîllîzm

Em ê hemû bimirin, em neçarin. Ne kirinên qenc dikarin alîkarîya me bikin, ne jî ” rastî”, ”bextewarî”, ”exlaqî” û nirxên din. Wê demê çi maye. Netiştek. Tiştê ku em wekî wate yan armanc şirove dikin lı gorî nîhîllîzmê, tenê encamên faktorên çandî, serpêhatîyên takekesî, ziman û kognîtîfa şîyanên me ne. Ji bo mirov tiştê herî baş ew e ku qet jı dayîk nebe û ronahîya rojê nebîne. Tişta herî çêtirîn a din ev e ku mirov bi lez û bez di derîyên mirinê re derbas bibe. Çar cureyên nîhîllîzmê hene, ew jî ev in:

1.Nîhîllîzma exlaqî ku hemû cureyên objektîvîzmê înkar dike. Peyvên wekî başî/xerabî, rastî/çewtî ji ramanan pêve ne tiştekî din in ji ber vê yekê di bingeh d bê wate ne.

2. Nîhîllïzma epîstemolojîk

Nîhîllïzma epîstemolojîk înkar dike, ku li cîhanê heqîqetên serbixwe yan objektîf hebin û vi awayî zanîn ne mumkin e. Hemû zanîn ne dîyar e, Nîhîllîstên ku dibêjin ku zanîneka objektîf tune ye. Raman an hizr ne rastîn e.

3.Nîhîllîzma Kozmîk

Nîhîllîzma Kozmîk înkar dike ku wateya jîyanê heye ji ber ku em çi bikin bi mirinê re bêwate ye. Erd û mirov tenê dilopeka di deryaya gerdûnî de ne, ji ber vê yekê her tiştê ku em dikin bêwaye dibe.

4. Nîhîllîzma hebûnparêzîyê ye.

Nîhîllîzma hebûnê înkar dike ku wateyek objektîv a jîyanê heye. Têgîn bi hebûnparêzîyê ve girêdayî ye. Di derbarê jîyanê de dîtineka Arthur Schopenhaeur heye. Ew di vê bawerîyê de ku bigihandina mirinê ku nêzik dibe, xwesteka mirovî diafirîne ku divê wateyej jîyanê hebe. Ji bo wî jîyan êş kişandin e. Jîyan cefa ye. Lê dîtinên din jî hene. Ji bo gelek kesan, wateya jîyanê di rastîyeka din de heye. ”Cîhana rastîn”.

Murdoch (1997) bervedêrî (îdîa) dike ku edebîyata felsefî ji alîyê Rousseau, Voltaire, Camus û Sartre ve roleka baş hilgirtîye û ramanên nû digihîjîne civakê. Feylesofên ronahî û empîrîstên ronakbîrî yên wek Lock, Berkely, Hume û gelek kesên din edebîyata felsefî nivîsîne. Min bi xwe romanên jêrîn ji nû ve xwendin ku têde têkilîya wêje û felsefeyê xuya dibe. Ew pirtûkên ku min bi şadî xwendin ev in: Jean Paul Sartre (Girêze) Jostein Gaarder (Cîhana Sofî), Hjalmar Söderberg (Doktor Glas), Maria Gripe (Birûskê êvarê difire), Olga Tokarczuk (Pîyê xwe bi ser hestîyên mirîyan re rëber bike), Ulf Eriksson (Pencere li parkê). Ji bilî ev jî, min du-sê ”Candide” (kurteçîrok) xwend, lê jê têr ne bûm. Voltaîre berhema xwe ya bi navê ”Candide” di sala 1759an de nivîsî; kurteçîrokeka satirîk, felsefî, trajedî û rewşenbîrî ye. Romana Fjodor, Dostojevskij (1866) ya bi navê ”Tawan û Ceza”, romaneka psîkolojîk e.

Wêjeya (fîksîyon) û felsefe du awayên têgihîştına cîhanê ne. Fîlozof an lêkolîner lêkolîn dikin ka felsefeya ehlaqê çawa di romana kurdî de dikare were îfadekirin. Gelo romannivîs dikare ramana kûr di derbarê felsefeya exlaqî de baştir rave bike? Nivîskar, fîlozof û wêjenas behsa têkilîyên ku di navbera felsefe û wêjeya bedew an fîksîyonê de hene, dikolîn (Nussbaum, Martha, 1987; Murdoch, Iris, 1997; Mazzarella, Merete, 1999; Novitz, Davîd, 1987…). Mazzarete (1999) behsa hunera fêrbûna felsefeyê dike û dibêje; felsefe li wir qet ne bitenê ye. Romannivîskar dê metoda rexnegirîyê pêş bixin ku dı edebıyata kurdî de bi metnên girîng ên çandî yên ji celebên cihêreng ên wekî helbest, pexşan û dramayê re têkildar bin û naverokên berhemên xwe baştir bikin.

1.7. Kurteçîrok û roman

Di navbera kurteçîrok û romanê de ti sînoreka zelal nî ne. Mînak: Kurteçîroka Boccaccio ya bi navê ”Decamerone” bi aranjimanên jêhatî yên gelêrî, mîrîtî û hestyarî avabûye. Di zimanê îngilîzî de ”kurteçîrok” roman e. Ne gengaz (ne mimkûn) e ku di navbera kurteçîrok û romanê de sînoreka teng were kişandin. Dirêjîya romanê yan zêdebûna rûpelên romanê ne dîyarker e, dibe ku teknîk, berfirehî û lehengên sereke yên romanê nav lê bikin, ka roman an kurteçîrok e. Bi dîtina min, ti cure edebîyata bedew nikare bi romanê re bibe yek û mîna wê bibandor be. Ji dema jinûvebûnê (renassans) heta romantikê hin kesên navdar hene, hin ji wan ev in: Goethe, Machiavelli, Cervantes, Shakespeare, Molêre, Rousseau…

Têgîna edebîyata cîhanê ji alîyê Goethe hin kesên din ve hatîye îcadkirin. Ji bo min navên Goethe, Balzac, Dickens, Tolstoj û Îbsen bi xwe edebîyata bedew e û hin ji van jî mezinên neteweyî yên wek Dante, Shakespeare û Cervantes pileya nivîskarên cîhanê ne û edebîyata rojhilatî, nemaze pirtûkên Weda yên hindî/sanskrîtî, Avesta li Ewropayê dihatin naskirin û lêkolînkirin.

Di pirtûkên felsefî de armanceka hizrî, kûr û hevpar heye, ku hêjayî analîzkirina bi aramî û ramanîyê ye.

Hin kurteçîrok an romanên ku bi zimanekî kûr û felsefî hatine nivîsandin, ev in :

1. Girêzî (Nefret) ji alîyê Jean Paul Sartre ve hatîye nivîsandin. Romana pêşîn e.

2. Pencereya li parkê, romana Ulf Eriksson (1958). Max ji pencereya yekê ronahîyekê dibîne. Di vê romanê de felsefeya taybet û kûr de heye.

3. Sûc û Ceza, romana Fyodor Dostoyevsky (1866). Romaneka psîkolojîk e, lê zimanê wê pir kûr e.

4. Cîhana Sofie, romana Jostein Gaarder (1991). …Bi tevgerên Felsefeyê hatine ravekirin (karakterê sereke).

5. Tao Te Ching (BZ). Nîşan û şirove, têgihîştina pirsên bêdawî fam dike, ew herheyî ye. Li gorî têgehên bingehîn e.

6. Gotûbêja li ser Rêbazê (1637), ji alîyê René Descartes pêk hat, çêbûn û berhevoka axaftinê ye.

7. Bi vî awayî peyvî Zarathustra (1883), ya Friedrich Nietzche û naveroka wê: Mirina Xwedê, Îradeya hêzê, xwe afirandin, sermirov/supermirov…

8. Zayendê Duyem (1949), ji alîyê Simone de Beauvoir ve hatîye nivîsandin. Çanda cıvakê jinan dıafirîne.

1.8. Ramanên Karl Marx û Friedrich Engels

Ramanên Karl Marx û hevkarê wî Friedrich Engels felsefeyî ne, lê têde îdeolojîya civakî û sîyasî bi bandor e. Bingeha ol û sîyasetê ne zanist e û di bingeha xwe de ne felsefe ye. Felsefe tiştekî din e. Felsefeya olî û sîyasî heye. Mînak felsefeya Budîzm an zoroastrîzma ola felsefeyê ye. Felsefe ji peyva yewnanî dihê û tê wateya “hezkirina şehrezayîyê”. Felsefe rêyên heqîqet û wateyê dikule. Bi gotineka din felsefe ew zanist e ku şert, zanîn û exlaqê dikule. Balkêşî ya ji bo zanistîyê çi ye? Marx weha nivîsî: “yê ku mirov afirandîye ne Xwedê ye , berevajî vê yekê mirov Xwedê afirandîye. Felsefe zanistek e û ol ne felsefe ye. Divê zanist/felsefe û ol bi hevre neyên tevlihevkirin lê dikarin hevdu temam bikin. Felsefe hezkirina aqil e. Ol (dîn) bandorek çawa li felsefeyê dike? Herdu jî ji bo mirovan girîng in ji ber têkilîya wan bi herdu re heye. Ji ber ku felsefe bi beşa mantiqî û maqûl ya ramana mirovî re mijûl dibe, lê ol beşa gîyanî ya jîyanê ye. Ferqa di navbera di navbera ol û felsefeyê de çi ne? Ol bi efsane, rîtuel û sembolên xwe dide der. Felsefe bi hizr, raman û têgînê derdixe holê, nîşan dide. Tişta ku di ayînê efsane, çîroka xwedayan de diqewime, bi gotinan vedibêje. Di olên gelên xwezayî û paşvemayîn yên kevnar de, bi gelemperî dihate hizrkirin ku xweda bi xwe di rêûresimê de amade û beşdar e.

1.9. Dem, ziman û felsefe

Di kurteçîrok an romanên kurdî de felsefeya dem (wext) tune ye, çima? Li gorî Feylesof Pär Sundström ramanên mirovan xwedî baskên xwe ne ji ber ku bi dem û feraseta me ve ne girêdayî ne. Hûn dikarin xeyal bikin? Hûn çawan dikarin di derbarê raman û rastîyê de xeyal bikin an bihizrin? Belê, mêjûyekî ku ji xwe re dihizrê. Ziman ji bo romana felsefî girîng e. Zimanê felsefî ji bo ramana felsefî ya romanê pêwîst e. Lê zimanê herkesî tune ye. Fîlozof Hans Ruîn bawer dike wext (dem) rêya me ya analîzkirina tevger û guhertinê li der û dora me ye. Wext (dem) bixwe em ti carî nikarin bibînin- Em çiqasî dişopînin jî em nikarin bibînin. Zimanzan Nîls Thelîn jî destnîşan kirîye ku wext/dem ji cihê xw

‘e naleqe û nagere. Ew li ser heman rêyê ye û her weha bawer dike ku em wext/dem li derveyî mirov nikare hebe. Ji bo fîzîknas Marie Sundin, wext/dem ji hebûna me an nebûna me serbixwe ye.

7. Edebîyata Ewropa, Pirtûkên Weda, RigWeda, Avesta...Dibe ku wêjeya Ewropî li Yewnanistanê dest pê kir, rast be, lê koka wê li gelek deverên herêmên li dora rojhilatê Deryaya spî heye. Fîlozof Hegel (1850: 126 - 130) behsa naveroka mîtolojî û pirtûkên Weda dike û li gorî Hegel têde felsefeka kûr heye. Naveroka pirtûkên Weda kûr e. Hegel behsa vê kûrbûna mîtolojî û felsefeya Rigveda - Hindî-Sanskritî dike. Çar pirtûkên Weda li ser çi ne? Naveroka wan li ser stran, kilam, dua, îbadet qurbanî, nîzam… Beşa Wedayan a ku herî tê xwendin Upanisthads e ku ji dîyalogên navbera mamoste û xwendekar de pêktê. Di RîgWedayê de pirsên wisan hebûn: Kîjan Xwedê çav û guh bikar tîne? Gerdûn ji ku tê? Çi hiş dike ku bi taybetî tiştek bihizre/bifikire? Kî jîyanê dide destpêkirin? Kî dibîne ku ev gotin tenê gotin? Weda edebîyata herî kevn a felsefî ya cîhanê ye. Bi awayekî fermî, Weda stranên xwedayan in, lê Hegel destnîşan kir ku olên Rojhilatî ji Xirîstîyanîya Rojavayî feylesoftir in.

Fîlozofên Hindî ev in: Rabindranath Tagore, Mohammad Îqbal, Paramahansa Yogananda, Kirpal Singh, Vinoba Bhave…

1.10. Felsefe kûr e û naveroka wê ji wêjeyê tengtir e

Wêjeya kurdî wek navbeynkarê felsefeyê ye. Metnên Voltaîre û Rousseeaus (1997: 20-21) romanên bi ramanên felsefî ne. Zardeşt stran û helbetên xwe bi ramanên felsefî nivîsîne. Nietche (1883) Zardeşt weha got an wısan kerem kir bi zımanekî wêjeyî û felsefî nivîsî. Di Mem û Zîna Ehmedê XanÎ de ji felsefeyê zêdetir sufîzma îslamê heye. Dostojevskî romana xwe ya bi navê ”Tawan û Ceza ” bi ramanê felsefî nivîsîye. Fïlozofên dema ronahîyê Locke, Berkely, Hume û gelek kesên din jî têkilîya wêjeya bedew û felsefeyê xistin nav rûpelê dîrokê û bûn nemir. Ji bo ku tu têkilîya felsefe û wêjeya bedew fêr bibî, min berhem, nivîsar an pirtûkên van kesan xwendin: David Novitz, Josteîn Goorder, Jean-Paul Sartre, Albert Camus, Ralph Ellîson, Urf Erîksson, Maria Gripe, Hjarman Söderberg, Dostojevskij… Romana Sartre ya bi navê ”Girêzî” jî romaneka psîkolojîk e, çîrok û fîksîyona wê bi zimanekî felsefî hatîye nivîsandin. Ev roman di sala 1938an de hatîye weşandin. Zardest wiha got an wisa peyvî. Pirtûkek ji bo her kesî an ne tu ji ti kesî ji alîyê fîlozof Nietzche ve hate nivîsandin. Berhemeka şiir, roman û fîksîyona felsefî ye. Di sala 1991ê de Jostein Gaarder bi navê ”Cîhana Sofîe” romanek nivîsî û romana wî ji hemû pirtûkên Swêdî zêdetir hat firotin. Romaneka felsefî ya dîrokî ye. Ev roman fîksîyona felsefî ye. Felsefe kûr e û naveroka wê ji wêjeyê tengtir e, wêje xwedîyê naverokeka berfirehtirîn e. Navê berhemê dikare edebîyat an ”fîlozof” an romana fîlozof be, lê nav ne tiştek e, kalîteya naverokê, kapasîteya nivîskarî/nivîskarê û kûrbûna ramana felsefeyî, bikaranîna zimanekî felsefî yê wêjeyî roleka sereke dileyîze. Têkilîya di navbera wêje û felsefeyê de mîjareka refleksîyon (dubare) ya ramana felsefî heye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de ji felsefeyê zêdetir Kurdayetî û sufîzma misilmantîyê heye. Ehmed Xanî ramanger û fîlozof e, lê di Mem û Zîna wî de ramana romansa neteweyî qels e. Nivîskarên kurd serbixwe û bi xwe ve girêdayî nî nin û Ehmedê Xanî jî bi sufîzma îslamê ve girêdayî bû, digel vê yekê jî hîmdar û ramangerê kurdayetîyê (neteweperestî) bû. Têkilîya wêjeya felsefî û wêjeya bedew (çîrok…) ji bo pêşxistina zanînê ew e ku çawa felsefe wekî fîksîyon tê nivîsandin û vegotin. Ferqa di navbera edebîyata bedew û edebîyatê de heye. Li gorî zanistê ew ne heman tişt in.

Di dorderên sereke yên edebebîya cîhanê (dema antîkê) de, hin kes ev in: Homeros, Sofokles, Platon, Vergillius… Di dema navîn de jî Thomas av Aquino, Dante Boccaccio, Villon û çend kesên din mohra xwe li dîrokê xistin.

1.11. Yezîdî, êzîdî, Yazata, Yazid, Yazdan

Di nivîsarên pîroz yên Avesta û Gatha de peyva ”Yazata” ji alîyê Zardeştî ve tê bikaranîn (Peterson, Joseph, 2003; Boyce, Mary, 1972). Li gorî etîmolojîyê ”yazata” rengdêreka pasîf a bi zimanê Avestayî ye ku ji peyva ”yaz” afirîye. Formên wê yên navdêrî ”yazato” û forma piranî ”yazatahad” e. Ev formên Avesta û Proto kurdî ”yazatah” û forma piranî jî ”yazatahah” e. Di farisîya navîn de têgeh bûye ”yazad” û forma piranî jî ”yazdan” e. ”Yazdan” kurdî û farisî ye. Lê di zimanê sanskrîtî-Rigveda de wekî ”yajati” yan ”yajata” jî derbas dibe. Dr. Ilham Kizilhan di nivîsara xwe de ”ez dayî” û peyvê digihîje Xwedê. Li gorî Tosinê Reşîd peyva Ezîdî ji ”Ez dayî” tê, anku Xwedê ”ez dam”. Bi dîtina min herdu dîtin jî çewt in ji ber ku di zimanî de hatine çêkirin. Li gorî dîtineka din peyva êzîdî ji “Yazid” duhem a Umar ku ew di navbera salên 680-683an de destthilatdar bû, lê ev d^yin jî ne rast e. Di Zimanê Sanskrîtî û zimanê Avestayî peyvên hev ên Proto hindî -ewropî û Hindo-Aryanî hene ku koka wan yek e. Dı derbarê peyva êzîdî de bîr û rayên cûda hene, Yezid barekî îranê ye û di farisîya nû de ”Xwedê” tê wateya ”îzed”. Lê di zimanê Avestayî tê wateya Yazata (ibadete, layîk) û farisîya nêjen de jî bi wateya ”yezdan” di kurdî de heman wateya êzîdî/yezidî. Di derbarê êzîdî de lêkolînên berê û yên pêşîn dîyar dikin ku êzîdîtî berdewamîya çanda kevnar ya mazdaîzm û manîkeîzmê ye, ku bawerîyê bi Melek Tawus dihanîn. Li gorî efsaneyekê, êzîdî rasterast ji mirovê pêşîn Adem hatine û ji ber vê yekê ola wan wek dînê herî kevnar tê dîtin. Nêrîneka din jî ew e ku ji nesla Şehîd îbn Jerr ji Adem hatîye cîhanê, bêyî Hawa (Adem û Hawa bi hev re têkilîya seksê bikin). Di efsaneya Adem de zarok ne ya Hewa ye. Adem Şehîd îbn Jerr diwewand. Di efsaneya Aryanî-zazakî/kurdî Gayomard mirovê pêşîn ê mirovahîyê ye, lê ne mêr û ne jî jin e. Ew bêyî zayend e. Paşê Şehîd bi yekê re zewicî û bi yekitîya wan gelê êzîdî pêk hat. Adem û Şehid êzîdîyatîyê çawa jîyane, li ser wan ramanên hevrikîyê hene? Li gorî hin lêkolînên berê Sumerî li dora 6000-3000 B.Z û Babîlîya 500 B.Z. wek koka kevneşopîya Êzdîyatîyê tê tên dîtin. Perestgeha Êzîdîyan a pîroz li Lalîş / Şexan heye û ew 4000 - 5000 sal kevn e. Heta padîşahê Babîlê Nebukadnezar jî yek ji pêyxemberên êzîdîyan tê hesibandin. Ev dîtin ji wan rast e. Lê ez bi xwe li ser koka dîrokî ya ola êzîdîyan zêdetir bi çavekî rexneyî, hişyarî, bîrdarî û nealîgir dinivîsînim.

Ez vebigerim ser bawerîya Zardeştî û Ezîdîtîyê. Di Ezîdîtî û Zardeştî de tiştên pîroz ên hev hene, mînak: Roj, agir, av… Ezîdî bi Meleka Tawus bawerim. Navekî din ê Melek Tawus ”Şeytan” e, ji ber vê yekê êzîdî bi xeletî wekî şeytanperest têne binavkirin. Di destpêka xirîstanîyanîyê de, Melek Tawus sembola nemirîyê bû, ji ber ku goştê wê gemar ne dibû û tim wekî xwe dima. Heke tu Ezîdî bî tu ji çi bawer dikî? Di navenda doktrîna Melek Tawus de tawana wê ku ji alîyê Xwedê ve hatîye efûkirin û ew niha li ser mirovan hukum dike.

Ezîdî rojê pênc car ji bo Melek Tawus dua dikin. Ola êzîdîyan koka xwe ji olên kevnar ên Îranî yên mîna Zerdeştî û herwisan olên berîya Zardeşt yên mîna Mîtra digire. Têkilîyên ola Zardeştî bi Rîg Veda û ola hindûîzmê re xurt e. Li gorî dîtinekê peyva êzîdî ji ”Azdan” hatîye wergirtin ku peyva Avestayî ye û tê wateya Xwedê. Ezîdî oleka kevnar a kurdan e ku ji mîtolojîyên Aryen û kesayetîyên kevneşopî yên kevnar tê. Di sedsala 13an de ola êzîdî di nav kurdan de ola herî mezin bû. Li Swêdê bi rêya Gunnar Ekeloft Ezîdî hatin naskirin. Berhema wî ya bi navê ”Mîrê kurd” li herêma Bîzansê li ser mîrekî kurd ê êzîdî ye ku di emirê Bîzansê de, di zîndanê de ye.

Di edebîyata ezîdîtîyê de Melek Tawus heye. Pirtûkên helîfê Yazîdî Mezhefê reş û Cilwe ne. Ez dîsan dixwazim peyva ”Ezîdî” an ezîd dubare bikim. Peyva Ezîdî/ezîd tê wateya ”azdan” an jî xwedayê ”layîqî îbadetê”. Misilman îdia dikin ku ev peyv bi rastî ji Xelîfe Yezîd I tê. Lê ev îdia ne rast e. Tu ji êzîdîyekî çi bawer dikî? Di zimanê sanskrîtî de ”yazata” kurê avê û wateya din Rojxwedê de heye. Koka navê êzîdî ne dîyar e; hin lêkolîner amaje dikin ku ew ji ”yazata” Avesta, heyîna xwedayî dihê, hin din jî bawer dikin ku ew ji navê xelîfeyê Umay Yazid I dihê û êzîdî li herêmên çîyayên kurdan ên bakurê Iraqê tê dîtin. Di destpêka sedsala 12an de Şêx Adî îbn Musafir li bakurê Musilê, li Lalîşê bi cih bûye û li wir rola xwe leyîstîye. Melek Tawus berpirsyarê hebûnên pîroz yê heft milyaketan e, ”heft sirr”. Serokê hemûyan Melek Tawus e. Ezîdî ji peyva ”yazata” hatîye ku di ola Mîtra de tê wateya Xweda yan ferîşte û têkilîya xwe bi zimanê sanskrîtî re heye. Darwin (1859) pûrt, perik, perî û baskên Melek Tawus acic dibû. Wî di sala 1859an de li ser eslê cureyên zindî ji hevalekî xwe re nivîsî: ”perkê ji dûvê Melek Tawusê min aciz (nexweş) kir. Pirsgirêka Darwîn ew bû perrên dûvê Tawusê nêr ên mezin û rengîn ên mimkun e ku bibin awantaj: ” Tawusên nêr bi perrên dûvikê mezin ji alîyê yekî ve bi hêsanî nayên dîtin, ji ber vê yekê divê bi nifşan re ew piçûk bibûye, lê piçûk nebûye.

1.12. Kurte

Kozmogonîya êdîdîyan destnîşan dike ku Xwedeyekî afirînerê herî bilind cîhan afirandîye û dûvre tevlêbûna xwe bi wê re qedandîye û di bin kontrola heft heyînên xwedayî de hiştîye. Yê herî îlahî Melel Tawus e. Şex Adî pîrozê herî pêşîn e. Bihuşt û Dojeh jî beşek jı mîtolojîya êzîdîyatîyê ne.

Perestgeha êzîdîyan a pîroz li navçeya Şexan, Başurê Kurdistanê heye û ew 3000 - 5000 sal kevn e. Êzîdî ne ehlê pirtûkê ne

û ji ber vê yekê li gorî olên Îbrahîmî ne bawermendên Xwedê têne hesibandin. Ji Êzîdîyan re dibêjin ”Şeytanperest”. Pêxemberê êzîdîyan tune ye. Ya ku êzîdîyan ji olên din cûda dike ev e. Gayomard mirovê pêşîn ê mirovahîyê ye, lê ne mêr û ne jî jin e. Ew bêyî zayend e. Di mîtolojîya êzîdîyan de zarok ji Hawa´yê çênabe, lê ji Adem çêdibe. Di nivîsarên pîroz yên Avesta û Gatha de peyva ”Yazata” ji alîyê Zardeştî ve tê bikaranîn. Yazata bi zimanê Avestayî ye ji peyva ”yaz” afirîye û formên wê yên din ”yazato” û forma piranî jî ”yazatahad” e. Ev formên Avesta û Proto kurdî ”yazatah” û di farisîya navîn de têgeh bûye ”yazad” û din ”yazdan” e. ”Yazdan” kurdî û farisî ye. Lê di zimanê sanskrîtî-Rigveda de wekî ”yajati” yan ”yajata” jî derbas dibe. Li gorî hin kesan ve êzîdî ji ”ez dayî” an ”Ez dam”. Bi dîtina min ev herdu dîtin jî çewt in ji ber ku di zimanê kurdî de hatine çêkirin û ”konstruksîyon” in. Li gorî dîtineka din peyva êzîdî ji “Yazid” duhem dihê ku ew di navbera salên 680-683an de destthilatdar bû, lê ev dîtin jî ne rast e. Bingeha peyva “Êzîdî” an “Yezîdî” di Rigveda, Gatha, Avesta û kozmogonîya Hindo – Aryanî de xuya dibe.

Xwezayî ji bo Êzîdîyan pir pîroz e, mînak: Roj, agir, av (erd) û av. Ev xwezayî bingeha tevahîya jîyana cîhanê ne û pîroz in. Ji bo fîlozof Zardeşt jî wisan bû.

Hin misilman bawer dikin ku navekî din ê Melek Tawus ”Şeytan” e, ji ber vê yekê êzîdî bi xeletî wekî Şeytanperest têne binavkirin. Di destpêka xirîstanîyanîyê de Melek Tawus sembola nemirîyê bû, ji ber ku goştê wê qet gemar ne dibû û wekî xwe dima. Melek Tawus tawanekê dike, lê tawana wê ku ji alîyê Xwedê ve hatîye efûkirin û niha ew li ser mirovan hukum dike. Ola êzîdîyan koka xwe ji olên kevnar ên Îranî yên mîna Zoroastrîzm, hindûîzm, mazdaîzm û herwisan olên berîya Zardeşt yên mîna Mîtra digire. Têkilîyên ola Zardeştî bi Rîg Veda û ola hindûîzmê re xurt e. Li gorî dîtinekê peyva êzîdî ji ”Azdan” hatîye wergirtin ku peyva Avestayî ye û tê wateya Xwedê. Ezîdî oleka kevnar a kurdan e ku ji mîtolojîyên Aryen û kesayetîyên kevneşopî yên kevnar tê. Di sedsala 13an de ola êzîdî di nav kurdan de ola herî mezin bû. Li Swêdê bi rêya Gunnar Ekeloft Ezîdî hatin naskirin. Berhema wî ya bi navê ”Mîrê kurd” li herêma Bîzansê li ser mîrekî kurd ê êzîdî ye ku di emirê Bîzansê de, di zîndanê de ye.

Di edebîyata ezîdîtîyê de Melek Tawus heye. Pirtûkên helîfê Yazîdî Mezhefê reş û Cilwe ne. Ez dîsan dixwazim peyva ”Ezîdî” an ezîd dubare bikim. Peyva Ezîdî/ezîd tê wateya ”azdan” an jî xwedayê ”layîqî îbadetê”. Misilman îdia dikin ku ev peyv bi rastî ji Xelîfe Yezîd I tê. Lê ev îdia ne rast e. Tu ji êzîdîyekî çi bawer dikî? Di zimanê sanskrîtî de ”yazata” kurê avê û wateya din Rojxwedê de heye. Koka navê êzîdî ne dîyar e; hin lêkolîner amaje dikin ku ew ji ”yazata” Avesta, heyîna xwedayî dihê, hin din jî bawer dikin ku ew ji navê xelîfeyê Umay Yazid I dihê û êzîdî li herêmên çîyayên kurdan ên bakurê Iraqê tê dîtin. Di destpêka sedsala 12an de Şêx Adî îbn Musafir li bakurê Musilê, li Lalîşê bi cih bûye û li wir rola xwe leyîstîye. Melek Tawus berpirsyarê hebûnên pîroz yê heft milyaketan e, ”heft sirr”. Serokê hemûyan Melek Tawus e. Ezîdî ji peyva ”yazata” hatîye ku di ola Mîtra de tê wateya Xweda yan ferîşte û têkilîya xwe bi zimanê sanskrîtî re heye. Darwin pûrt, perik, perî û baskên Melek Tawus acic dibû. Wî di sala 1859an de li ser eslê cureyên zindî ji hevalekî xwe re behsa ”perkê ji dûvê Melek Tawusê dike. Pirsgirêka Darwîn ew bû ku perî û pûrtên dûvên Melek Tawusên nêr û rengîn ên mimkun e ku bibin awantajek e ji ber ku pûrt, perî, perrên dûvikên Melek Tawusên bi hêsanî nayên dîtin.

1.13. Gayomard - Mîtolojîya Aryanî-Kurdî

Gayomard efsanewî û bingeha mîtolojîya Aryanî-Kurdî ye. Gayomard 3000 sal wekî ruhekî li dora xwe gerîya, berî haya wî ji Ahura Mazda hebe. Gayomard mirovê pêşîn ê mirovahîyê ye, lê ne mêr û ne jî jin e. Ew bêyî zayend e. Di mîtolojîya kurdî û Zardeştî de Masya mêrê ewilî yê cîhanê û Masyane jî jin ewilî ya cîhanê bû. Gayo tê wateya jîyan û mareta jî mirinê. Gayomard mîna afirandinên din yên ji bo alîkarîya Xwedê – Ahura Mazda di şerê wî yê li dijî rûhê xerab hate afirandin. Di zimanê pehlewî de wekî ”Kayomart” derbas dibe û li şahnamehê şahê pêşîn ê cîhanê ye. Bi gotineka din di Avesta de Gayomard mirovê pêşîn ê mîtolojîk li cîhanê ye. Lê ruhê xerab Ahrîman dixwest afirandinê dagir bike, bêbandor kir û tovên nû jê şên nebe. Dûvre Ahura Mazda Gayomard afirand - spî û biriqandî mîna rojê dibiriqî û di nav wî gayê kevnar de tenê ji hemû tiştên afirandinê, tovek ku eslê wê di agir de bû afirand. Ahura Mazda ji bo ku ji êrîşên Ahrîman rabiwestine, xêra xewê da Gayomard, di rewşa xwe de bêdeng ma, digel vê yekê Ahrîman êrîşê dikir. Lê piştî êrîşên dijmar ên 30 salî Ahrîman Gayomard kuşt. Laşê Gayomard bû metal û mîneralên cîhanê û nîjada mirovan jê şên bû. Li gorî edebîyata Zardeştî Gayomart efasaneya afirandina mirovê yekem û ew yekem mirov e ku Ahura Mazda paratîye û wî wek Xwedê pejirandîye. ”Kayomard” di Şahnameha Ferdosî de şahê yekem ê cîhanê ye. Navî wî yê din Pişdad e ku nîzama rastîn damezrandîye. Gayomard bi gaboxeyê kevnar re wekî nemir hatin afirandin, lê ji alîyê Ahrîman ve tenê kuştin. Tovê Gayomard ji nû şên dibe û paşê dibe yekem cotê mirovî; Masya û Mayane. Ji van herduyan nîjada mirovahîyê diafire û zêde dibe. Di mîtolojî aryanî - kurdî de Anahîta cîyekî girîng digire. Anahita jina ciwan a bedew di forma Xwedê de ye ku ew li ezmanî dijî. Ew Xwedawenda avê ku çavdêrîya zayînê jî dike. Bi gotineka din Anahîta Xwedawenda Aryanî-kurdî ya zayînê ku pêwendîyeka xwe ya nêzik bi avê re heye, nemaze bi çemê ku ji efsanewî diherike.

Pîrozîya rojê

Roj wek agir, sembola pîroz a Ahura Mazda ye. Mîtra Xwedayek e ku di stranên veduşa de bi Varuna re tê hevwatekirin. Îro gelek hindû hene ku di şiklê tavê de Saueas diparêzin. Di Rigveda´yê de tê dîyarkirin ku roj ”Çavê Varuna” ye. Avesta jî dîyar dike ku Mîtra ”Çavê Ahura Mazda” ye. Termînolojîya nimêjê di hindûîzm û zoroastrîzmê de yek heman in. Merasîma nimêjê ya ji bo bav û kalên mirî jî yek heman in.

1.14. Referans û Çavkanî

Litteraturens världshistoria forntiden (1971, 1991). Stockholm: Norstedts

Främmande Religionsurkunder (1908: 7 - 75). Översättning: K.F. Johansson.

Andra delen. Stockholm: Hugo Gebers förlag.

Främmande Religionsurkunder (1908: 7-75).

Första delen. Stockholm: Hugo Gebers förlag.

Främmande Religionsurkunder (1908: 7 - 75).

Tredje delen. Stockholm: Hugo Gebers förlag.

Combi Visuell. Copyrigt: Combi. International AB. Nordisk familjebok presenterar.

(Dahlén, Ashk (2016). Antikens Persien. Umeå: Bokförlaget: Text & Kultur

Yilmaz, Maruf (2017). Romana Kurdî. Ankara: Ar.

Beşek jı lîsteya berhem û pirtûkên edebîyata felsefeyî:

Camus, Albert (1997). Bîyanî. Stockholm: Bonniner

Dostojevskij, Fjodor (1991) Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

3730 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:14:29

Maruf Yılmaz

Nivîsên Dawî a Nivîskar

x