Hilbijartina Giştî ya 14ê Gulanê û Makezagona Sivîl

Divê partiyên Kurd çi bikin? Partîyên Kurd dê çi bikin, piştgiriya kê bikin? Ji bilî HDP´ê partiyên kurd piştgiriya kê bikin?Daxuyaniya Erdogan a ku gotibû li Tirkiyê pirsgireka kurd tune ye, li herêmê çawan hat pêşwazikirin?Çima qanûn û ceza têne tercîh kirin?Makezagon /qanûna bingehîn çi ye? Wateya ewlehiya qanûnî çi ye?

Maruf Yılmaz

14.04.2023, Cum | 10:55

Hilbijartina Giştî ya 14ê Gulanê û Makezagona Sivîl
Nêrîn Belav bike

Fîlozof Herakleîtos bi îfadeya her tişt diherike û em pê re diherikin. Fîlozof, prof. Martha Nussbaum li ser edaleta heywanan dinivîse û dibêje: “Heywanên ku xwedî hiş û hestê ne, divê mafê wan hebe ku bijîn, karibin şiyana xwe pêş bixin”. Li gorî Arîtoteles tenê rêyek heye ku mirov xwe ji rexneyê dûr bixe. Mirov tiştek nake, mirov tiştek nebêje û ne tiştekî be. Dostê her kesî ne dostê tu kesî ye. Ez li vir li ser girîngiya gotina rastiyê ya Arîstoteles dinivîsînim. Kesên ku derewan dikin, dema ku ew rast jî dibêjin nayên bawerkirin.

Hilbijartina 14ê Gulanê û daxwaza Kurdan ya ji bo makezagoneka nû, demokratîk û sivîl heye. Ji ber vê yekê ”Tîfaqa Kurd û Kurdistanî” pêwîst e. CHP, AK û MHP hemû mêjîyekî ne û di demên çûyî de komkujî, Jenosîd û wêrankirina xwezayîya Kurdistanê pêkanîne û derbasî di nav dîroka tarîyê bûne. Ez dizanim di bernameyên Kemal Kılıçdaroglu û Recep Tayyip Erdogan de mafê gelê Kurd tune ye. Mirovekî demokrat mafê partiyên siyasî diparêze û mafê kurdan jî. Heke ew herdu bi berpirsyar tevbigerin, hingê mafên bingehîn ên gelê Kurd jî biparêzin. CHP partiya herî kevn e û di sala 1923an de ji aliyê Atatûrk ve hat damezrandin. Ji 1923an heta niha Kurdan radestî zilma dewletê kirîye; dîroka wê reş e. Serokê wê yê niha Kiliçdaroğlu ye û ew ji Dersimê ye. Partiya siyasî ku bi înîsiyatîfa xwe ya maseya pêncqozî tê nasîn, li ser navê “Tifaqa Milet” (tifaqa neteweyî) beşdarî hilbijartinan dibe û partiyên ku têde cih digirin ev in: Partiya Komarî ya Gel (CHP), Partiya Saadet (SP), Partiya Pêşerojê (GP), Partiya Demokrat û Serkeftin (DEVA), Partiya Demokrat (DP)…

Partiyên “Tifaqa Cumhur” kî ne?

AK, MHP, HUDA-PAR, Partiya Refahê, Partiya Çep a Demokratîk (DSP), Partiya Yekîtiya Mezin (BBP)… HDP di Tifaqa Milet û “Tifaqa Cumhur” de tune ye. Di nav “Tîfaqa Millet” de helwesta Alî Babacan baş e. Tifaqa sêyemîn jî heye navê wê “Tifaqa Ked û Azadiyê” ye û ji PARTÎYA EMEK, HDP, PARTIYA ÇEPA KESK, TÎP…pêktê.

HDP tifaqa xwe heye û serbixwe ye, lê tifaqa Kurd tune ye. Pir ecêb e. 5 - 10 partiyên Kurdên Bakur hene, lê tifaqa wan tune ye, ne tiştekî normal e. Di herdu tifaqan de jî mafên neteweya Kurd an gelê Kurd nexistine bernameyên partiyên xwe. Ji ber vê yekê ”Tifaqa Kurd û Kurdistanî” pêwîste.

Navnîşana nû ya dengên Kurdan partiyên Kurdistanî ne. Navnîşana nû ya dengên Kurd divê partiyên Kurdistanî bin û divê bernameyeka wan ya hevbeş hebe. Divê pirsgirêka Kurd bi guhartina qanûnên tirk di parlementoya Tirkiyê de bê çareserkiin. Bêyî guhartina qanûnên heyî, pirsgirêka Kurd çareser nabe. Makezagoneyek an Qanûneka Bingehîn a sivîl ji bo Tirkiyê pêwîst e. Heke makezagoneka sivîl li gorî pirzimanî, pirneteweyî, pirçandî û pirolî di Komara Tirkiyê de were pejirandin, hingê pirsgirêka Kurd ji 80% çareser dibe û Komareka federal dikare pêktê. Di makezagona Tirkiyê ya 1924an de hemû mafên gelê Kurd hat înkarkirin û Ataturk Kurdan radestî zilmê kir. CHP 70 - 80 sal zilmê li Kurdan kir û ev 20 sal in ku AK zilmê li Kurdan dike, desthilatdar e, heke Ak bixwesta dikaribû pirsgirêka Kurd çareser bikira. Joe Biden, serokê Amerîka û Yekitiya Ewropa dixwazin Erdogan/AK têkbiçe ji ber ku Erdogan xwe nêzikê Putîn/Rûsyayê kirîye û ev nêzikbûn mîna tehdîtekê ye. Erdogan dê biçe. Berê ji bo Yekitiya Ewropayê sê pirsgirêkên Tirkiyê hebûn, ew jî ev bûn:

Pirsgirêka Kurd. Pirsgirêka kêmneteweyan/hindikneteweyan. Pirsgirêka çandî, olî…

Erdogan nikaribû van pirsgirêkan çareser bikira, lê CHP jî di dema xwe de nikaribû çareser bikira. Divê Kurd bihevre bin û dengên xwe bidin xwe. HDP partiya kurd, kêmnetewe û tirkan e. Ji ber vê yekê îtîfaqa hemû partiyên Kurd pêwîst e û piştî ev îtîfaqa hevbeş dikare bi HDP û partiyên Tirkiyê re jî îtîfaqê çêbike. Partıya demokratên Swêdê (SD/Partîya nazîstan) partiyeka siyasî ya neteweperest e, lê hezar carî ji CHP´ê demokratir e. Heke em partiya “Demokrata Swêdê” (DS) ya neteweperest bi partiyên Tirkiyê re yên wek AK û MHP re bidin ber hev, em dê bibînin ku partîya “Demokrata Swêdê” hezar carî ji wan partiyan demokratir û mirovheztir e. Ji ber vê yekê ji bo min “Swêdbûn mirovbûn e”. Swêdbûn tê wateya mirovbûn û Swêd welatekî baştirîn e ji bo jiyanê. CHP, MHP û AK bihevre kurdan radestî zilma xwe û ji alîyê din vee w hemû ji bo Kurdan xwedîyên dîrokên reş in. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd guhartina Qanûna Bingehîn a kevn pêwîst e û di şûna wê de pêkanîna”Qanûna Bingehîn ya Sivîl” pêwîst e. Divê Tirk û Kurd xwe bigihirînin daku bikaribin xwedî mafên hevpar bin. Divê namzedên ku ji bo perwerdeya bi zimanê zikmakî ya kurdî dixebitin bên nirxandin. Krîza Tirkiyê ji pirsgirêka Kurd dertên. Divê partiyên Kurd çi bikin? Şerê desthilatdariyê di navbera îttîhat û Terakkî de heye. Lê bi ya min, kemalîzm û osmanîzm ji me wekî hev in. Partîyên Kurd dê çi bikin, piştgiriya kê bikin? Ji bilî HDP´ê partiyên Kurd piştgiriya kê bikin? Divê bingeha siyaseta Kurd li ser daxwaza hevbeş ya Kurdan, hemû nirxên wan ên neteweyî û nirxên NY, YE û gerdûnî be.

Fîlozof û zanyarê siyasî yê amerîkî Robert dibêje; ”demokrasî partiyên siyasî diparêze”. Ew îdîa dike ku demokrasî bi mirovên berpirsyar diafirînin û ew mafên bingehîn ên gelê xwe û gerdûnî diparêzin. Li gorî Robert A. D. belavkirina agahdariyên partiyan tiştek e ku mirov jê re têdikoşe û daxuyaniyên pisporan, divê tenê wekî pêşnîyaran bin (Robert, A. D, 1998: 71, 72). Heke gotinek bi awayekî objektîf rast be, tê wê wateyê ku rastiya wê bi xwe ve girêdayî ye û ew ne girêdayî baweriyên me ye. Felsefezana fransî Simone Well rexneyeka tûj li sîstema partiyekê kir û wê gotûbêj kir ku mirov çawan dikare rastî bi rêya dadgehan were parastin û alternatîfeka baş ji partıyên siyasî re pêşnıyarên xwe anîn ziman. Partîyeka siyasî rêxistineka wisan e ku bi awayekî komî zextê li hemû endamên xwe dike. Encama rastiya mutleqê ji bo demokratiyê heye. Xala destpêkê ew e ku heqîqeteka mutleq heye û ji bilî wê jî nirxên mutleq hene. Belê, demokrasî tenê nirxeka amûrekê ye. Rastî û nirxên gerdûnî ne dîtin an hizr in.

Teoriyên George Herbert Mead (1974) yên întersubjektîvîte, objekt û subjekt ji bo danasîna nasnameya kesitî (şexsî) û nasnameya kolektîf a bi ”dewleta netewe´yê re dikarin bên bikaranîn. Mead ji alîyê întersubjektîvîtê ve tê wateya ku mirov dabeş dibe û ezbûn/xwebûna mirov/mirovê di kesên din de heye. Di întersubjektîvîtê de her mirov kesên din re tê dabeşkirin û serborîyên (tecrube) xwe bi zimanê diguhêze.

Navnîşana nû ya dengên Kurd divê partiyên Kurdistanî bin. Partiyên siyasî yên ku dê beşdarî hilbijartina 14ê Gulana 2023an bibin hatin eşkerekirin; 36 partî hene. Di nav wan partiyên Tirkiyê de HAK-PAR jî heye. HAK-PAR partiya kurdan e û serketina wê ya gelê Kurd e. Kurd behsa tifaqa Kurdistanî dikin, lê tifaqeka wisa heta niha pêk nehatiye û ev jî cihê xemginiyê ye. Dibêjin HDP partiyeka Kurdistanî ye. Bi ya min, laşê HDP´ê Kurd e, lê mêjî û serê wê Tirkiyeyî ye. Jixwe pirsgirêka bingehîn ji vê derê dertê. 30-35 mîlyon Kurd di siyasetê de nayên temsîlkirin. 67 parlementerên HDP hene, lê piraniya wan ne Kurd in. HDP bixwe tifaqa 6-7 partiyan e. 6 mîlyon Kurd dengên xwe didin HDP´ê û ew bi Kurdan dibe partîya sêyemîn a Tirkiyê. HAK-PAR li 43 bajarên ku kurd têde hene, xwe bi rêxistin kirîye û mafê hilbijartinê bi dest xistiye. Ev maf ne tenê ya HAK-PAR´ê ye ya gelê Kurd û tevahiya Kurdistanîyan e. HAK-PAR dikare bi partiyên Kurdistanê re lihev bike û vî mafî weke alternatîkeka tevahiya Bakurê Kurdistanê, xwe bixe rojevê. Bi taybetî divê HAK-PAR, PAK, PSK, PDK Bakur û hemû partiyên Kurdan bihevre dikarin îtîfaqa Kurdistanî pêkbînin û bi namzedên xwe beşdarî hilbijartinê bibin. Heke gelê Kurd bihevre be û xwedî bernameya hevbeş dikare siyaseta antî-kurd, turkperestî û nîjadperestiyê bixwe raweste. Ne maqûl ku HAK-PAR tenê û bi serê xwe bikeve hilbijartinê. Bayram Bozyel siyasetmendarekî jîr û zana ye. Lê di navbera wî û HAK-PAR´ê de pirsgirêk heye. Heke ew pirsgirêkên xwe çareser bikin dikarin bi PAK, PDK-Bakur (BUCAK), TDK-TEVGER û bi hemû partiyên Kurdistanê li hev bikin. Li ser vexwendina Serokê Giştî yê HAK-PAR´ê DUZGUN KAPLAN 6 partiyên Kurdistanî û nûnêrên wan li Amedê kom bûn. Partiyên Kurdistanî ji bo peydakirina tifaqên nû civînek li dar xistin. Ev civîn di nîsana 2023an de çêbû û di malpera HAKPAR û hin malperên kurdan de hat weşandin. Armanca civînê lihevkirin û avakirina tifaqa Partiyên kurdan bû. Tevahîya beşdaran bûn: HAK-PAR. PAK, PDK Bakur (Sertac BUCAK), TEVGER, TEVGERA AZADÎ û PDK. Divê tifaqeka Kurdistanî ya xurt hebe. Yê ku herî zêde li ser tifaqê radiweste Sertac BUCAK e. Girîng e ku yekitiyeka xurt were avakirin ne tenê ji bo hilbijartinê heta bi heta domdar be. Ez wekî rewşenbîrekî dixwazim hemû partiyên Kurdistanê li hev bicivïn û piştre bı HDP´ê yan jî bi tifaqeka din re bibin yek. Heke itifaqa Kurdistanî hebe, dikare bi HDP, CHP û AK´ê re tîfaqa derveyî ya Tirkiyeyî jî pêk bîne. Lê divê tîfaqa hundirîn Kurd bixwe bin û bixwe xwe temsîl bikin. Partiyên Tirkiye yan yên Tirkiyeyî Tirkiyê temsîl dikin. Partiyên “Tifaqa millet” kî ne? “Tîfaqa Milet” ji CHP, DEVA, DP, GP, SP, DP…pêktê û di bernameya wan mafê Kurd wekî neteweyekî tune ye. Ev Partiyên “Tifaqa Cumhur” jî derbas dibe.

Berdevkê PAKê Hanîfî Turan got, “Berî her tiştî em dixwazin pêşîn bi HAKPAR´ê ku xwe Kurdistanî pênase dike re hevkarîyekê avabikin û paşê bi HDPê re bên cem hev. Sertac BUCAK, Duzgun KAPLAN, û Hanîfî TURAN hersê jî perspektîfa hundirîn bikartînin û ez bi xwe jî hemhizr im. îtîfaqa kurd bi kurd re pêwîst e û dûvre bi partiyên Tirkiyeyî re jî pêwîst e. CHP 100 sal e ku xwe wek dostê kurdan bi nav dike, lê zimanê gelê kurd û ala wî nas nake. Ev CHP çawa dikare bibe hevala kurd? Îtifaqa Cumhurê MHP û AK /Cumhur ittfaqî û Îttifaqa Milletê CHP. HUDA-PAR bi îtîfaqa Cumhur û bi taybetî jî bi AK partiyê re ye. Ji xeynî HDP partiyên Kurd piştgiriya kê dikin? PSK, PAK û TDK-TEVGER meheka berê bi hevre tevdigerin, şert û mercên îtifaqê bi HDP û HAK-PAR´ê gotûbêj dikirin. Helwesta rastirîn ew e ku partiyên Kurd ku pêşîn bi HAK-PAR´ê lihev bikin û ”îtîfaqa Kurd” bi xwe ve girêdayî, partiyên Kurd îtîfaqa xwe avabikin û dûvre dikarin bi HDP´ê re jî li hev bikin û bi hevre bikevin hilbijartinê. Di 12ê nîsana 2023an de Hereketa azadî, PDK û HAKPAR´ê lihevkirin û dê di hilbijartinê de bihevre bin. Ev nûçeyeka baş e.

CHP ”Destûra Bingehîn a Nû” di çareserkirina pirsgirêka Kurd de amade kirîye, dê çi rolê bileyîze ne diyar e. Destûra Bîngehîn pêşniyara CHP´ê ye, lê divê pêşniyara tevahiya Tirkiyê be ji ber ku mafê zimanê dayîkê, mafekî mirovahî “însanî” ye. Erdogan jî piştê desthilatariya xwe ya 20 salan, niha behsa Qanûna Bingehîn a nû ji bo kurdan dike. AK partiyê mîna CHPê Kurdan radestê zilmê kir. Nefermîkirina zimanê kurdî û qedexekirina wî di dema Erdogan de ne normal e. CHP li Bakurê Kurdistanê pir hêz bû û li 40 - 50 bajarên Bakur xwedî rêxistin bû, lê niha bandora wê li Beyazit, Çewlik, Amed, Colemêrg, Mêrdîn, Sêrt, Dersim, Riha, Mûş, Wan û gelekî bajarên Kurdistanê kêmtir bûye. Bandora MHP/AK jî kêmtir bûye. Kurd dixwazin dengên xwe bidin Kurd.

Divê namzedên Kurd giranîya xwe bide ser zimanê Kurdî. Zimanê dayîkê rûmeta me, bi têgeha namûsê ve girêdayî ye û ziman hilgirê mîrasa çandî û nêrîna hevpar a gelê Kurd ya li ser jîyan û nirxan nîşan dide. Ziman zanyarîyên cûda li ser xweza û cîhanê vediguhêze. Ziman netewe û mîrata çanda me ye. Raman, hest, dîrok, axa me, efsane, kok, esl û zimanê me bedena me ye. Ziman bi raman û kirinên siyasî ve girêdayî ye. Ziman bingeha çanda neteweyî ye û em xwe bi zimanê xwe didin nasîn.

Çapemeniya nûçeyan a Tirkiyê di bin zextê de ye. Azadiya axaftinê di din tehdîtê de ye û tim di bin êrîşan de ye. Çend sedem hene ku azadiya raderbîrinê di bin tehdîtê de ye, sedema bingehîn ji avahiya dewletê ye. Sedema duhem jî xwe- sansûra serdest e.

Encama min ew e ku li Tirkiyê demokrasî pêk nehatiye. Pirsgirêka zordestiya piraniyê ew e ku bi demokrasiyê re naçe serî. De feraseta bingehîn a demokrasiya Atenê de kole û jin beşdar nebûn, tenê mêrên azad beşdarıya demokrasıyê bûn, lê jê re digotin ”demokrasî”. Kole û jin ne beşeka ji gelê Atînayê bûn. Demokrasiya yewnanî ya navdar ne ew e ku em îro jê re dibêjin ”demokrasî”. Têkoşîna demokrasiyê jî didome.

Sedema sêyemîn jî qanûnên Tirkiyeyê ne. Bingeha demokrasiyê li ser cûdahîya çandan e. Pejirandina yan naskirina nasnameyan, raman û pêşniyarên çareseriyê ye. Felsefeya siyasî siyaset jî mîna ehlaq û estetîk mijareka nirxan e. carnan ramaneka siyasî di rêzeka helwestekê exlaqî de vedigere. Dewlet yek ji berhemên Platon ên referanskirî ye ku nêrîna fîlozof a li ser wê yekê ku civak divê çawa xuya bike dubare dike. Yên ku dewleta îdeal a Platon birêve dibin fîlozof in. Li gorî Fanon (1961) efediyê Hegel ji aliyê kesekî ku bi xwe nayê pejirandin an wekî kole tê pejirandin. Li gorî Fanon, dema ku reşikên afrîkayî bi çavên çerm spîyan li xwe dinêrin û xwe piçûk dibînin.

Divê em çawan bi guherîna jiyanê re mijûl bibin?

Her tişt diherike - li ser têkiliya mirov bi guheztinê. Ez di guherînê de me. Ez ji zayînê heta mirinê di guherîna domdar de dijîm. Bedenên min diguhere, malbat, kar, perwerde, xweza, civak û cîhan jî...

Wateya peyva etîk çi ye? Etîk li ser rast û nerast refleksa aqil e. Ehlaq di tiştên ku em dibêjin de diyar dibe. Etîk fêrbûna ehlaqê ye. Moral hişmemdî ye. Tiştek jı tunebûnê nayê afirandin. Ev hizra fîlozof Lucretius e. ” Mirov azad tê dinyayê û li her derê di zincîran de ye. Ev hizra Rousseau ye.

HUDA-PAR bi AK partiyê re ye. Girêdana HUDA-PAR û HIZBULLAH´a Îranê bihevre tune ye. Dewletê di zimanî de weke HIZBULLAHA bi girêdayî îranê nîşan daye. Yanî di zimanê dewletê hatiye çêkirin. Felsefeya siyasî bi pirsgirêkên dewlet, civak, rêveberî, desthilatdarî, makezargon, qanûn û herwisan têkiliyên di navbera pergala siyasî de mijûl dibe.

Tirkiyê qanûnên ku di sala 2017an de hê zêdetir desthilatî dabû Serokomar Erdogan derxistibû.

Reforma makezagonê weke pêngaveke dîktatoriyê bû. Pêşniyarek dikare ji yek an çend endamên hikumetê were. Qanûn qaîdeyên ku li welatekî divê herkes bişopîne, destnîşan bikin. Qanûn ji hela parlîmanê ve têne damezrandin. AK kurdan radestî zilmê. Diyar e ku mirovahî nikare komkujiya Boboskîyê (Qilaban) ji bîr bike. Terora dewletê ji rêveberiya dewletê ya ku piştgirî dide komên terorîstên xwe yên ku li dijî kurdan tevdigerin. CHP 70-80 sal zilmê li Kurdan kir, lê di desthilatdariya AK partiyê de jî azadiya raman, azadiya çapemenî/azadiya axaftina siyasî, azadiya civînan, mafê demokrasiyê, mafên neteweya kurd û kêmneteweyên Tirkiyê hatiye binpêkirin. û hin serkirdeyên.

Ez dizanim ku pirsa Kurd bi çekan çareser nabe û ji ber vê yekê ez daxwazê ji hemû alîyên siyasî dikim ku şer li ser axa me, şer çênebe.

AK partî Tirkiye kirîye girtîgeheka/zîndaneka veşartî û bi hezar Kurd ji bo kurdayetiya xwe di zîndanê de ne. Ev rewş ne normal e. Sedema hemû cûdahî û nakokîyên ku di navbera CHP/MHP/AK û Kurdan de hene, cûdahiyên çandî ne. Erdogan têkdiçe, CHP dibe desthilatdar û ew dikare bi kurdan lihev bike. Heke Kurd û CHP lihev bikin, dê rewşa Kurdan ji berê baştir bibe. Pirsgirêkên Kurd û sedemên neserkeftina wan ev in: 1. Paşvemayina Kurdan e. 2. Kêmaqil û mentalîteya koletiyê (kêmaqilî). 3. Rewşa geopolîtîkî ya Kurdistanê (Çanda erebî, farisî û tirkî).

Exlaqên me cureyeka rêzikên navxweyî ne. Em ji me re vedibêje ka divê em çawan li hemberî mirovên din û hwd tevbigerin. Ma hin maf ji yên din girîngtir in? Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd makezagoneka nû - Qanûna bingehîn ya nû û sivîl pêwîste. Azadîya hizrî, mafên kênneteweyan, wekhevî, edalet, maf û destûr, makezagonên perwerdeya pirneteweyî, pirzimanî, pirçandî, pirolî bi gotineka din qanûna dibistan û makezagona zanîngehan jî pêwîst e. Hin felsefezanên exlaqê ev in: Thomas av Aquino. Baruch Spinoza, Thomas Habbes… Lê ji bilî pirtûkên wan, ramanên Platon, Aristoteles, Kant, John Locke, Karl Marx û Hegel jî balkêş in.

Maruf YILMAZ, doktoremend, lêkolîner, zimanzan


Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

1252 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:36:16
x