Kurd û Sala Nû 2024

Heke peymanên me tunebin, yên herî bihêz û xurt biryarê didin?

Maruf Yılmaz

27.12.2023, Çar | 07:00

Kurd û Sala Nû 2024
Nêrîn Belav bike

Heke peymanên me tunebin, yên herî bihêz û xurt biryarê didin?

Ez dihizrim ku em bi demeka dijwar re rûbirûne. Rûsya di rê de ye ku di warê çekên nukleerî de jî peymanan pêk bîne. Rûsya, Çîn û Koreya Bakur bi hev re ne, Dewletên Yekbûyî û Yekitiya Ewropayê jî bi hevre ne. Divê Kurd bi xwe re bin û ne bin alîyekê. Di sala 1988’an de qirkirinek li ser Kurdan hat kirin û gelek qirkirinên din jî li ser Kurdan hatin kirin. Lê dîsan jî NY, YE û hêzên mezin bêdeng man.

Ez li pêşberî civaka Kurd tenê propagandaya siyasî dibînim, ne çandeka kurdî û zanînê. Her tişt vala û bêwate dibe. Endamên civakên Kurd tenê bi Erdogan, an Ocalan an jî bi partiyên siyasî ve girêdayî ne. Ev jî, ji bo kurdan felaketeka siyasî ye. Encamên hanê dikarin qirkirina çanda kurdî, qirkirina kevneşopî û kuştina hunerên kurdî bin. Ez nikarim di civakeke wiha de bijîm. Ez di wê baweriyê de me ku rastiya Kurd tevahiya Kurdistan û hemû cîhanê ye. Ez li dijî hemû cureyên şerên çekdariyê me. Pirsa kurd bi şer çareser nabe. Fabrîqeyên ku çek çêdikin û difiroşin bila bên qedexekirin. Bikaranîna çekên giran were qedexekirin.

Swêd li ser prensîbên azadiyê ava bûye û di Şerê Cîhanê yê Duyem û Yekem de cih ne girtiye. Îradeya aştiya herheyî wek Swêdê serweriya hiqûqê ye. Ji bo hemû neteweyan, kêmneteweyan û olan e. Zimanên kêmneteweyan, mîrateyên çandî, kevneşopiyên neteweyekê bingehên hebûn û pêşveçûnên wê ne.

Kant, Freud û Einstein yên li ser rêya aştiyê bûn, balkêş bûn, lê berê jî xwendibûn.

Ez dikarim weha dîtinên xwe vebibêjim:

• Ez li dijî şerê nukleer im. Ez çekên nukleerî ji bo tevahiya cîhanê wekî xetera herî xirab dibînim.

• Ez li dijî îstîxbarata teknolojîyê me.

• Ez li dijî asteroîdên ku li Erdê dikevin, dihixrim, zirarê dide me.

• Ez li dijî şerê biyolojîk û kîmyewî me.

• Ez li dijî xalên guheztina avhewayê me, barana zêde li başûr û cîhanê zirarê dide mirovahiyê.

• Ez li dijî karesatên avhewayê me.

• Ez li dijî hilweşîna ekolojîka kurdan me.

• Ez li dijî teqîna supervolkanekî me.

• Ez li dijî zêdebûna nifûsa cîhanê me.

• Ez li dijî bêdewletbûna kurdan me. Divê Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewropa û hêzên mezin berpirsyarên xwe bicîh bînin, kurd bigihîjin mafê çarenûsa xwe û li ser axa xwe azad bijîn.

• Ez dixwazim zimanê dayîkê/zimanê zikmakî bibe zimanê yekemîn ê perwerdeyê li ser axa Kurdan lê ji bilî vê ez dixwazim zarokên gelên kevnar an kêmneteweyên cîhanê jî bibin xwedî mafên zimanê dayîkê li hemû cîhanê û bigihîjin mafên xwe yên neteweyî.

• Ez dixwazim mîrateyên çanda Kurdan, kevneşopiyên kurdan ji alîyê NY, YE û hên mezin ve bên parastin ji ber ku gava çandekê wenda bibe pê mirovahiyekê jî wenda dibe. Perwerdeya ziman, mîrateyên çandî, kevneşopiyên neteweyekê bingeha hebûn û pêşveçûna wê neteweyê ne. Kant, Freud, Einstein û fîlozofên din li rêya aştiyê bûn û jî bi dîtina wan re me.

• Danezana Neteweyên Yekbûyî

ya di derbara mafên gelên kevnare / xwecihî de bendên mafê çarenûsê hene û kurd bi wan dikarin

bigihîhe mafê xwe yê zimanê zikmakî û neteweyî.

• Nûnêrekî/nûnêreka Kurdan li Neteweyên Yekbûyî hebe.

• Ez ji bilî propaganda siyasî, ti tiştekî baş di Medyaya Kurdî de nabînim. Medyaya Kurdî kopiya Medyaya Tirkî ye. Medyaya Tirkî siyasî û îdeolojîk e.

• Sîstema Swêdê ji bo Kurdan bihuşt e, welatekî baştirîn ji bo herkesî/herkesê... Pênc kêmneteweyên Swêdê hene, ew xwedî mafên zmanê zikmakî ne ji bilî vê li dibistanên Swêdê bi qasî 50-100 zimanên cuda hene û yên ku li malên xwe zimanê dayîkê dipeyvin xwedî mafên perwerdeya dayîkê ne. Zarokên Kurdan jî li vir bi zimanê kurdî dixwînin û perwerde dibin.

• Ez li dijî komeleyên ku ji Swêdê piştgirî distînin im, ji ber ku pênaseyeke min cuda ye. Bi dîtina min ew komeleyên sivîl nînin ji ber ku Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye yan jî dewletek piştgiriya wan dike. Civaka sîvîl qadeke ku ji dewlet, bazar û îdeolojiya siyasî cuda ye. Ev tê wateya ku komeleyên sivîl ji bo berjewendiyên hevpar tevdigerin. Ez li vir behsa komeleyên Kurd nakin. Aşitî li tevahiya cîhanê girîng e û li ser axa me jî.

Neheqî li kurdan hatiye kirin. Nasyonalîzma kurdan digihêje salên 1880î, dema ku mele, mîr û eşîrên kurdan li dijî Osmaniyan serî hildan. Hêjayî gotinê ye ku serokê Amerîkayê Woodrow Wilson di 14 xalên xwe yên sala 1920î de nêrîna Amerîkayê ya li ser çawaniya aşitî, aramî û dabeşkirina axê li Rojhilata Navîn pêşkêş kir, di nav axê de avakirina dewleteke kurdî li Kurdistanê hebû. Di Aştiya Sêwrê ya 10ê Tebaxa 1920î de, soz hat dayîn ku Kurdistan û Ermenistan bibin dewletên serbixwe, lê parçebûna Kurdistanê ya niha peymana Lozanê ya sala 1923an e.

Em ji bilî propaganda siyasî, ti tiştekî baş di Medyaya Kurdî de nabînim. Min biryar wergirt ku ez Medyaya Kurdî ya li Swêdê nenêrim û guhdarî nekim. Jixwe yên ku bernameyan amade dikin ne rojnamevan in. Yên ez wan wek rojnamevanan dipejirînim hin rojnamevanên Kurd ên li Swêdê ev in:

Beşîr Kavak, Cemal Batun (berê li Swêdê dijîya) Eşref Okumuş, Kurdo Baksî û Mustafa Can. Heke Yekitî û peymanên me Kurdan bi hevre tunebin, dê yên herî bihêz û xurt li ser qedera me biryarê bidin. Medyaya Tirk hêza herî xurt a dewleta xwe ye, lê medyaya Kurd a neteweyî tune ye, tenê ya siyasî heye ew jî “monoîdeolojîk” e û zirarê dide tevahiya Kurd û Kurdistanê.

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

1600 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:36:44
x