Dana Gas: Berhemanîna gazê li kêlgehên Herêma Kurdistanê zêde bûye

Şîrketa Dana Gas ke karê berhemanîna gaza xwezayî li çend kêlgehên Herêma Kurdistanê dike ragehand, berhemanîna gazê li kêlgehên Herêma Kurdistanê zêde bûye.

11 Tebax 2022 - 07:12
11 Tebax 2022 - 07:12
 0
Dana Gas: Berhemanîna gazê li kêlgehên Herêma Kurdistanê zêde bûye

Li gel rewşa nayêxwestin a ewlehiyê jî, lê şîrketa Dana Gas berdewam bûye li ser kar û çalakiyên xwe yên di kêlgehên Herêma Kurdistanê û di şeş mehên borî yên sala 2022yê de, rêjeya berhemanîna gaza xwezayî li Herêma Kurdistanê sedî 1 zêde bûye û karên berfireh kirina kêlgeha gazê jî berdewam bûye.

Herwaha di vê heyamê de karê kolîna yekem bîra pêşxistinê ya di projeya li Herêma Kurdistanê de dawî hatiye û naha kar li ser kolandina bîra duyem tê kirin.

Pêşketin û zêdebûna berhemanîna gaza xwezayî li bîrên Herêma Kurdistanê ji aliyê Dana Gas ve, di demekî de ye ku dema borî de gelek caran êrîşên mûşekî ji aliyê grubên milîs û terorîstan ve hatiye kirin, bi taybet li bîrên Kormor a navçeya Germiyanê. Lê ew hemû nebûne sedemê ragirtin û astengiyê ji bo berdewambûna berhemanîna gazê û nemaze zêdetir jî bûye.

Ev nûçe bi tevahî 691 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:05:53