Serok Barzanî piştevaniya xwe ji bo serxistina hewldanên revenda Kurdistanî nîşan da

Serok Mesûd Barzanî doh 1ê Berçile pêşwazî li Berpirsê Nivîsgeha Peywendiyên Navdewletî ya Konfederasyona Revenda Kurdistanî Rehîm Reşîd (Mister Kurd) kir û piştgiriya xwe ji bo xebatên diyasporayê nîşan da.

2 Berfanbar 2025 - 10:59
2 Berfanbar 2025 - 10:59
 0
Serok Barzanî piştevaniya xwe ji bo serxistina hewldanên revenda Kurdistanî nîşan da

Baregeha Barzanî ragihand, di hevdîtinê de behsa rola revenda Kurdistanî û pêwîstiya têkoşîna neteweyî ya li diyasporayê hat kirin. Serok Barzanî rola revenda Kurdistanî ji bo pêşxistina doza rewa ya gelê Kurd "girîng" binav kir.

Serok Barzanî tekezî li ser piştgirî û piştevaniya xwe ji bo serxistina hewldanên revenda Kurdistanî kir û got: "Ev projeyeke neteweyî û niştimanî ye ji bo hemû Kurdistaniyan."

Di beşeke din a hevdîtinê de, Rehîm Reşîd behsa kar û çalakiyên xwe yên li asta navdewletî kir ku ji bo doza rewa ya gelê Kurdistanê encam dane. Reşîd hûrgiliyên xebatên nivîsgeha peywendiyên navdewletî ya konfederasyonê pêşkêşî Serok Barzanî kirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 41 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:01:24