DEM Partî û CHP dicivin: Bername diyar bû

DEM Partî dê di çarçoveya hevdîtinên “pêvajoya çareseriyê” de 10ê Adarê bi Serokê CHPyê Ozgur Ozel re bicive.

6 Adar 2025 - 11:16
6 Adar 2025 - 11:16
 0
DEM Partî û CHP dicivin: Bername diyar bû

DEM Partî doh bi beşdarbûna hevserokên giştî Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari û parlamenter û hevserokên şaredariyan li Enqereyê civiya.

Mijara sereke ya civînê “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Abdullah Ocalan bû.

DEM Partiyê di civînê de biryar sitand ku bi partiyên siyasî re bicive.

Di vê çarçoveyê de dê civîna yekem dê 10ê Adarê demjimêr 13:00an bi Ozgur Ozel be.

Dîroka hevdîtinên DEM Partiyê yên li gel partiyên din nehatiye eşkerekirin.

DEM Partî dê di van civînan de derbarê “pêvajoya çareseriyê” agahiyan bide wan û daxwaza piştgiriyê bike.

Ji aliyê din ve, CHPyê doh serî li Parlamentoya Tirkiyeyê da û ji bo çavdêriya pêvajoyê daxwaza avakirina komîsyona lêkolînê kir.

 

Ev nûçe bi tevahî 675 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:20:45