Di hilbijartinên Iraqê de Hevpeymana Ebadî di pêş de ye

Li gorî encamên nefermî yên hilbijartinên giştî yên li Iraqê, ku duhî hatibûn lidarxistin, Hevpeymana Nasir a bi serokatiya Heyder Ebadî li Iraqê bûye yekem.

13 Gulan 2018 - 09:31
13 Gulan 2018 - 09:31
 0
Di hilbijartinên Iraqê de Hevpeymana Ebadî di pêş de ye

Berdevkê Hevpeymana Nasirê Husên Adilî got, "Li gorî encamên hilbijartinan heta niha Hevpeymana Nasirê bûye yekem."

Adilî anî ziman ku encamên dawî yên hilbijartinên giştî wê di derdora saetên êvara îro de werin eşkerekirin.

Hatibû daxuyandin ku rêjeya beşdariyê ya ji bo hilbijartinên giştî yên Iraqê ji sedî 44 e.

Ev nûçe bi tevahî 1343 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:09:03