Cezayê hepsê li parlamenterê DEM Partiyê hat birîn
Dadgeha Cezayê Giran a 1emîn a Agiriyê 6 sal û 4 meh cezayê girtîgehê da Parlamenterê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) yê Amedê Berdan Ozturk.

Rûniştina biryarê ya doza ku di çarçoveya lêpirsîna ku sala 2016an ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Agiriyê ve hatibû destpêkirin de îro li Dadgeha Cezayê Giran a 1emîn a Agiriyê hat lidarxistin.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Berdan Ozturk beşdarî Rûniştinê nebû lê parêzerê wî amade bû.
Heyeta dadgehê ya ku derbarê dosyeyê biryar da, bi tohmeta “alîkariya rêxistinê” 4 sal û 6 meh û bi tohmeta “propagandaya rêxistinê” jî salek û 10 meh cezayê girtîgehê da Parlamenterê DEM Partiyê Berdan Ozturk.
“Di kîjan têgihîştina edaletê de cih digire?”
Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik li ser hesabê xwe yê Xê bertek nîşanî biryarê da û got:
“Îro li Agiriyê, cezayên giran ên wekî 40, 30, 24 salan dan 16 hevalên me yên ku bûne wijdanê vî bajarî, bi salan e di nava siyaseta demokratîk de cih digirin, her kes wan nas dike û ji wan hez dike û piraniya wan kal û nexweş in.
Yek ji wan jî Parlamenterê DEM Partiyê Berdan Ozturk e.
Ev mirovên ku destê xwe nedane çekan in, mirovên ku bi raman û gotinên xwe têkoşîn kirine ne.
Ma em dê bi vî awayî bigihîjin îradeya jiyana hevpar û paşeroja hevpar?
Li aliyekî gotinên aştî, biratî û destûreke nû bilind dibin, li aliyê din dayîna cezayên ew qasî giran ji bo mirovên ku siyasetê dikin, di kîjan têgihîştina edaletê û kîjan wijdanî de cih digire?”
Nûvekirina herî dawî: 13:20:40