Dîzeyî : Tu carî têkiliyên me bi Tirkiyeyê re qut nebûne
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dîzeyî derbarê peywendiyên di navbera Enqere û Hewlêrê de axivî û diyar kir ku, "Bi Tirkiyê re ti caran peywendiyên me qut nebûye."

Pêşangeha şirketên tirkî yên ku li Herêma Kurdistanê dixebitin, doh li Hewlêrê hate vekirin. Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dîzeyî beşdarî merasîma vekirina pêşangehê bû û ragihand ku pêwendiyên wan bi Tirkiyeyê re qut nebûye, lê asta hevdîtinan guheriye.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê wiha axifî: "Ti caran peywendiyên me bi Tirkiyê re qut nebûne. Têkîliyên me ne di asta berê de ne, lê berdewam in. Tirkiyê berî çend mehan bo Hewlêrê konsulosekî nû diyar kir. Em gelek keyfxweş in ku îro Konsulê Giştî yê Tirkiyê yê Hewlêrê Hakan Karaçay ligel me beşdarî merasîma vekirina pêşangeha şirketên kirkî yên ku li Herêma Kurdistanê dixebitin bûye. Ev ji bo me nîşanek baş e. Em hêvîdarin ev têkîlî di demeke nêzîk de bigihêje asteke bilind"
Hêjayê gotinê ye ku piştî referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê, bertekên tûnd li dijî pêkanîna referandûmê dabû.
Nûvekirina herî dawî: 13:12:13