Efrîn: Çekdaran 3 Kurd di merasîma cenaze de revandin
Çekdarên koma Semerqendê ya girêdayî Artêşa Niştimanî, li gundewarê Cindirêsê yê bakurê Helebê 3 sivîlên ji gundê Kefer Sefrê dema ku beşdarî merasîma cenazeyê xizmekî xwe dibûn, girtin.

Hat ragihandin ku ew 3 sivîl bi hinceta “pêwendiyên bi Rêveberiya Xweser re” hatine girtin û di dema girtinê de ti delîl û biryara fermî nehatiye nîşandan.
Li gorî Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), 6 otomobîlên leşkerî rêya ber bi goristanê ve girtine.
Pişt re çekdaran bi zorê dest danîye ser telefon û otomobîlên wan sivîlan û ew ber bi cihekî nediyar ve birine.
Jinan hewl daye ku rê li ber revandina wan bigirin lê çekdaran guh nedaye wan.
Ev bûyer di demekê de ye ku li herêmên di bin kontrola komên Artêşa Niştimanî de kaosa ewlehiyê berdewam dike.
Li gorî SOHRê 23yê Tebaxê komeke çekdar ciwanek ji gundê Mosakoyê yê Efrînê dema ji karê xwe yê elektrîkê vedigeriya, revandibû û ew biribû cihekî nediyar û çarenivîsa wî heta niha jî ne diyar e.
Nûvekirina herî dawî: 22:21:37