Eger Demirtaş ceza bistîne namzedê duyemîn amade ye

Li gor zanyariyan, HDP îhtîmaleke mezin wê hevserokê berê Selahattin Demirtaş bike namzede serokomariyê. Li gor îdîayan eger Demirtaş ceza bistîne wê Onur Hamzaoglu bibe namzed.

26 Avrêl 2018 - 03:25
26 Avrêl 2018 - 03:25
 0
Eger Demirtaş ceza bistîne namzedê duyemîn amade ye

HDPê duhî civîna Meclisa Partiyê (MP) û Lijneya Rêvebiriya Navendî li dar xist. Li gor nûçeya Mahmut Ilicaliyê rojnameya Cumhuriyetê, HDPê ji bo namzediya Selahattin Demirtaş bi giştî li hev kir û li hemberî îhtîmala cezadayînê wê hetan kêliya dawî were sekinandin.

Li gor îdîayan eger namzediya Selahhatin Demirtaş were astengkirin wê Hevserokê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Onur Hamzaoglu namzed were nişandan.

Di 30ê Nîsanê de li Dadgeha Cezaya Giran a 26emîn a Stenbolê danişîna Selahattin Demirtaş heye û dibe HDP ji bo daxuyaniya fermî ya namzed nîşandanê li benda dadgehê bisekne. Wek Demirtaş Onur Hamzaoglu jî niha di girtîgehê de ye.

Ev nûçe bi tevahî 1077 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:31:39