Cengîz Çandar: Yên ku ji HSDyê re dibêjin 'terorîst', provokatorên pêvajoyê ne

Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Cengîz Çandar li Parlamentoya Tirkiyeyê derbarê pêvajoya çareseriyê de axivî.

3 Cotmeh 2025 - 10:46
3 Cotmeh 2025 - 10:46
 0
Cengîz Çandar: Yên ku ji HSDyê re dibêjin 'terorîst', provokatorên pêvajoyê ne

Çandar got, "Kî ji HSDyê re bêje 'rêxistina terorê', zanibin ku ew li dijî pêvajoya li Tirkiyeyê provokasyonê dike."

"Ji bo pêvajoyê bawerî nîne"

Çandar bal kişand ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya 8ê Tîrmehê ya ji bo Selahattîn Demîrtaş û got ku divê ev biryar were cîbicîkirin.

Siyasetmedarê DEM Partiyê got, "Selahattîn Demîrtaş divê bigihîje azadiya xwe... Bi girtina Selahattîn Demîrtaş û Selçuk Mizrakli re, ti bawerî ji pêvajoya heyî re nayê avakirin.

Li Amedê min bi kê re têkilî danî, hema bêje her kes vê yekê tîne ziman. Hema hema her kes piştgiriyê dide pêvajoyê lê hema hema kes bawer nake.

Hûn nikarin tiştekî ku baweriya gel bi dest nexistibe, bigihînin encamê."

"Divê demildest gavên yasayî bên avêtin"

Cengîz Çandar anî zimên ku ji destpêkirina pêvajoyê ve salek derbas bûye û di vê demê de pêşketinên girîng çêbûne, wekî ku PKKyê xwe fesix kiriye û di 11ê Tîrmehê de dawî li têkoşîna xwe ya çekdarî aniye.

Her wiha wî tekez kir ku "Komîsyon hêj negihîştiye asta amadehiya rêziknameyên yasayî yên pêwîst û bang kir ku "Yasaya Vegera Malê" û guhertinên di "Yasaya Înfazê" de bi lez bên kirin.

"Guhertina zimanê li hemberî HSDê"

Parlamenterê DEM Partiyê bikaranîna têgeha "rêxistina terorê" ya ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi tundî rexne kir û got ku ev yek hem şaş e û hem jî dilê welatiyên Kurd ên li Tirkiyeyê diêşîne.

Wî wekî delîl, ala Sûriyeyê ya ku ji aliyê HSDyê ve li Deriyê Sînorî yê Sêmalkayê hatibû bilindkirin, nîşan da û got:
"Di vê rewşê de, hûn dikarin bêjin ku HSD li dijî yekparçebûna axa Sûriyeyê ye, cudaxwaz e?"

Cengîz Çandar her wiha amaje bi peymana 10ê Adarê ya di navbera Ehmed Şer û Mezlûm Ebdî kir û li ser hewlên vekirina deriyê Nisêbîn-Qamişlo jî got, "Di vê nuqteyê de, kî ji HSDyê re bêje 'rêxistina terorê', zanibin ku ew li dijî pêvajoya li Tirkiyeyê provokasyonê dike."

Pêşniyarên ji bo serkeftina pêvajoyê

Çandar di dawiya axaftina xwe de ji bo serkeftina pêvajoyê ev pêşniyar kirin:

"Li Sûriyeyê piştgiriyê bidin diyalogê, dev ji bikaranîna zimanekî gefxwarin û heqaretê li hemberî Kurdên Sûriyeyê berdin.

Li gorî madeya 90î ya Destûra Bingehîn tevbigerin û Selahattîn Demîrtaş û hevalên wî bi lez berdin.

Rêzdar Bahçelî ev têgeh anî rojevê û salek derbas bû. Divê gavên ji bo 'Mafê Hêviyê' ku bi taybetî Abdullah Ocalan li xwe digire bên avêtin."

 

Ev nûçe bi tevahî 34 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:17:53