Ehmed Şer: Gotûbêjên bi Îsraîlê re dikarin "di rojên pêş de" encam bidin
Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera ragihand, danûstandinên bi Îsraîlê re ji bo rêkeftineke ewlehiyê dibe ku "di rojên pêş de" bigihîjin encamê.

Ehmed Şer duh 18ê Îlonê li Şamê ji rojnamevanan re axivî û rêkeftina ewlehiyê wek "pêwîstiyekê" bi nav kir. Wî da zanîn ku divê di rêkeftinê de rêz li qada esmanî û yekparçeyiya axa Sûriyeyê bê girtin û ew di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de be.
Herwiha Şer got: "Heger rêkeftina ewlehiyê biser bikeve, dibe ku em bigihîjin 'rêkeftinên din'," lê tekez kir ku "aştî û normalîzasyon" bi Îsraîlê re niha li ser maseyê nînin. Diyar kir jî, Washington zextê li Şamê nake ji bo rêkeftinê.
Serokê Sûriyeyê aşkere kir, di meha Tîrmehê de Sûriye û Îsraîl tenê çend roj mabû bigihîjin rêkeftinê, lê bûyerên li Siweydayê rê li ber vê yekê girtin.
Civîna Veşartî li Londonê
Hevdem Kenala 12 a Îsraîlê ragihand, Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî li paytexta Brîtanyayê, Londonê, bi Wezîrê Karûbarên Stratejîk ê Îsraîlê Ron Dermer re civiya ye. Li gorî çavkaniyan, Nûnerê Taybet ê Amerîkayê ji bo Sûriyeyê Tom Barrack jî di civînê de amade bûye û her sê aliyan li ser pêşnûmaya rêkeftina ewlehiyê ya nû ya ku Îsraîlê pêşkêş kiriye, gotûbêj kirine.
Hûrgiliyên Pêşniyara Îsraîlê
Malpera "Axios" a Amerîkî hûrgiliyên pêşniyara nû ya Îsraîlê eşkere kirin, ku armanc dike li şûna Peymana Veqetandina Hêzan a sala 1974'an bigire. Pêşniyar li ser modela peymana aştiyê ya bi Misrê re (1979) hatiye avakirin û van xalan dihewîne:
- Herêma Bêçek: Avakirina herêmeke berfireh a bêçek û qedexeya firînê ku ji başûrê rojavayê Şamê dest pê dike û heta sînorê bi Îsraîlê re dirêj dibe.
- Dabeşkirina Herêmê: Ev dever dê bibe sê herêmên bi tedbîrên ewlehiyê yên cuda. Di herêma tampon de, ku dê 2 kîlometre li aliyê Sûriyeyê were firehkirin, hebûna hêzên leşkerî û çekên giran dê qedexe be û tenê polîs û hêzên ewlekariya navxweyî dê lê bicih bibin.
- Vekişîna Îsraîlê: Li hemberî van gavan, Îsraîl pêşniyar dike ku gav bi gav ji wan herêmên Sûriyeyê yên ku di mehên dawî de dagir kirine vekişe.
- Mercê Îsraîlê: Lêbelê, Îsraîl rijd e ku cihê xwe yê stratejîk li lûtkeya Çiyayê Şêx biparêze.
"Korîdora Asmanî ber bi Îranê ve"
Xaleke din a balkêş di pêşniyara Îsraîlê de, parastina "korîdoreke asmanî ya ber bi Îranê ve" di nav axa Sûriyeyê de ye. Li gorî Axios, ev yek rê dide Îsraîlê ku di pêşerojê de bikaribe êrîşan li dijî Îranê pêk bîne. Ev xal wek prensîbeke bingehîn di pêşniyara Îsraîlê de cih digire.
Nûvekirina herî dawî: 11:50:27