Encûmena Serkirdatiya Partî çend pirsan gotûbêj dike

Ji bo gotûbêjkirina çar doseyan, Encûmena Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê, bi serperiştiya serok Mesûd Barzanî di civînê de ye.

7 Tîrmeh 2018 - 05:58
7 Tîrmeh 2018 - 05:58
 0
Encûmena Serkirdatiya Partî çend pirsan gotûbêj dike

Li gorî zanyariyên Kurdistan24ê, di civînê de ku li havîngeha Pîrmam birêve diçe, çendîn pirsên girêdayî Partî, Herêma Kurdistan û Iraq tên gotûbêjkirin û hilbijartin jî tewerekî sereke ji tewerên civîne ye.

Di civînê de, wê rewşa navxwe ya Partiya Demokrat a Kurdistanê û rapora ofîsa hilbijartinan a Partî derbarê amadekariyên hilbijartinên Perlemana Kurdistan û amadekariyên pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê, pêwendiyên di nav Partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistan û Iraq de bên gotûbêjkirin.

Pêşbînî heye piştî civînê, Encûmena Serkirdatiya Partî, bi daxuyaniyekê, naveroka civînê ji nerîna giştî re eşkere bike.

Ev nûçe bi tevahî 1158 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:03:09