Encûmena Wezîran dahat û xercên 6 mehên yekem ên salê gotûbêj dike
Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê civîna xwe ya heftane dê pêkbîne û dê çend mijaran jî gotûbêj bike.

Îro 06.07.2022yê Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê di serokatiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de civîna xwe ya asayî pêkbîne.
Di civînê de mijarên bên gotûbêj kirin waha ne:
-Raportek derbarê pêşveçûn û astengiyên derbarê daxistina cîhên firotina çek û dest danîna ser çekên bêmolet.
- Pêşnivîsa projeyasaya nû ya kar
- Raporta darayî ya Herêma Kurdistanê di heyama 6 mehên yekem ên sala 2022yê ya dahat û xercan.
- Pêngavên destûrî û yasayên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo tekoşîna hember givaşên nerewa yên Wezareta Nefta Iraqê
Nûvekirina herî dawî: 05:22:12