Kanada beşdarbûna Swêd û Fînlanda ya NATOyê pejirand

Serokwezîrê Kanada Justin Trudeau diyar kir ku wan protokola beşdarbûna Fînlanda û Swêdê ya endamtiya NATO’yê pejirand.

6 Tîrmeh 2022 - 05:45
6 Tîrmeh 2022 - 05:45
 0
Kanada beşdarbûna Swêd û Fînlanda ya NATOyê pejirand

Kanada û Danîmark weke yekemîn welatên endamên NATO’yê, endamtiya Swêd û Fînlanda pejirandin.

Serokwezîrê Kanada Trudeau anî ziman ku endamtiya Swêd û Fînlanda bi piraniya dengên parlamentoyê hatiye erêkirin.

Justin Trudeau da zanîn ku NATO wê bi endamtiya Swêd û Fînlanda bihêztir bibe.

Swêd û Fînlanda 28’ê Hezîranê bi peymana ligel Tirkiyê serlêdana ji bo endamtiya NATO’yê kiribûn.

Ji bo Swêd û Fînlanda bibin endam, divê parlamentoyên 30 welatên endamên NATO’yê endamtiya her du welatan bipejirînin.

Ev nûçe bi tevahî 814 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:28:18