Encûmena Wezîran: Rêjeya şêniyên Herêma Kurdistanê 14.1% ye û em guhertina wê red dikin

Encûmena Wezîran: Divê rêjeya 14.1% bibe bingeha pişka budceyê ya Herêma Kurdistanê û mafên wê yên destûrî

12 Sibat 2026 - 11:28
12 Sibat 2026 - 11:28
 0
Encûmena Wezîran: Rêjeya şêniyên Herêma Kurdistanê 14.1% ye û em guhertina wê red dikin

Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê guhertina rêjeya şêniyên Herêma Kurdistanê di serhejmêriya giştî ya Iraqê de ji hêla Wezareta Plandananê ya Federal ve red kir û pêngavên pêdivî jî dê bên avêtin.

Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê doh (Çarşem, 11ê Sibata 2026ê) bi serperiştiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî civiya.

Di para yekê ya civîna îro ya Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê de, Wezîrê Plandananê Dara Reşîd raporteka berfireh bi data û hejmar li ser serhejmêriya şêniyên Iraqê pêşkêş kir, ku di Mijdara 2024ê de hat kirin û li gorî daxuyaniya fermî ya encamên wê serhejmêriyê, rêjeya şêniyên Herêma Kurdistanê (ji bilî deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê) bi 14.1% hat destnîşankirin.

Ew serhejmêrî pêşwext di çarçoveya lihevkirina di navbera her du aliyan de hat kirin ku bi çend biryarên Encûmena Wezîran a Federal hat pejirandin û hikûmeta federal pabend dike ku wê lihevkirinê û biryarên Encûmena Wezîran a Federal bi cîh bîne, ku mixabin Wezareta Plandananê ya Federal, li derveyî wan biryaran û berevajî peymana hevpar a di navbera her du hikûmetan de, serederî bi encamên fermî yên wê serjimêriyê re kiriye, ku dê bandoreka neyînî li ser mafên Herêma Kurdistanê hebe û ji bo sererastkirina wê rêkarên lezgîn pêdivî ne.

Di civîna Encûmena Wezîran de, piştî danûstandinan û lihevguhertina dîtin û nêrînan û berçavkirina çend têbîniyan li ser mijara serhejmêriya û encamên wê, destxweşî li Wezîrê Plandananê kir ji bo amadekirina wê raportê, guhertina rêjeya şêniyên Herêma Kurdistanê jî ji hêla Wezareta Plandananê ya Federal ve red kir û dê pêngavên pêdivî jî ji bo rastkirina xeletî û guhertinan biavêje, herwesa bang li hikûmeta federal jî kir ku pabendî peymanên hevpar û encamên fermî yên daxuyaniya wê serhejmêriya be, ku rêjeya Herêma Kurdistanê 14.1% e.

Encûmena Wezîran herwesa bang li Serokatiya Komarê û Fraksiyonên Kurdistanî yên Parlamentoya Iraqê jî kir ku, wekî erkekê xwe yê destûrî, qanûnî û neteweyî berevaniyê ji mafên gelê Kurdistanê bikin û rêyê nedin ku encamên vê serhejmêriya bên guhertin û nabe bê qebûlkirin ku rêjeya şêniyên Herêma Kurdistanê ji rêjeya fermî ya daxuyaniya xwe bê kêmkirin.

Encûmena Wezîran herwesa bang li hikûmeta federal kir ku, pabendî encamên wê serhejmêriyê be û rêjeya şêniyên Herêma Kurdistanê ku 14.1% ye bibe bingeha destnîşankirina pişka budceyê ya Herêma Kurdistanê û mafên wê yên destûrî.

Di para duyê ya civîna îro ya Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê de, danûstandin li ser mijara pejirandina komnivîsa hevfêmkirinê ya hevpar a di navbera Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan û Dezgeha Girtiyên Siyasî ya Iraqê de hatin kirin, ku girêdayî yekkirina serpişkî û mafên darayî yên girtiyên siyasî li Herêma Kurdistanê bi hempayên wan li deverên din ên Iraqê ye, li dû madeya 132ê ya destûrê û qanûna hejmar 10 a 2025ê ya edilandina qanûna girtiyên siyasî yên Iraqê.

Wezîrê Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan Ebdila Hacî Mehmûd di vî warî de kurtebirek li ser mijara xwe pêşkêşî Encûmena Wezîran kir, piştre Sekreterê Encûmena Wezîran Amanc Rehîm hûrguliyên destûrî, qanûnî û aliyê darayî yên mijarê pêşkêş kirin.

Encûmena Wezîran piştgiriyê dide her pêngavekê ber bi zêdetir xizmetkirina ji bo girtiyên siyasî li Herêma Kurdistanê û wergirtina feydeyî ji eynî maf û serpişkiyên darayî yên hempayên xwe yên li deverên din ên Iraqê ve, di eynî demê de tekez li ser wê yekê hat kirin ku taybetmendiyên destûrî yên Herêma Kurdistanê li ber çavan bên wergirtin û mekanîzma pêdivî ji bo misogerkirina dayîna wan mafên darayî ji girtiyên siyasî re bên danan, li gorî madeya 132ê ya Destûrê, erk û berpirsiyariya destûrî ya hikûmeta federal e ku bi yek çavî temaşeyî hemî girtiyên siyasî li seranserê Iraqê tevî Herêma Kurdistanê bike.

Ji bo vê armancê jî, Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan hat erkdarkirin ku bi Dezgeha Girtiyên Siyasî ya Iraqê re danûstandinan bidomîne, ji bo destnîşankirina mekanîzm û çarçoveya ron û diyar ji bo bicihanîna vê mijarê bi liberçavwergirtina wan têbîniyên ku di wê civînê de hatine pêşkêşkirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 31 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:34:22