ENKS: Em Sûriyeyeke nenavendî dixwazin
Berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Feysel Yûsif got, “Em Sûriyeyeke nenavendî dixwazin.”

Feysel Yûsif ji Qamişloyê beşdarî bultena ajansa Rûdawê bû û pirsên Dilbixwîn Dara yên li ser paşeroja Rojavayê Kurdistanê û dan û standinên bi Şamê re bersivandin.
Feysel Yûsif ragihand ku wan daxwaza destpêkirina dan û standinan ji hikûmeta nû ya Sûriyeyê kiriye lê heta niha şandeyeke Kurdan neçûye Şamê û li pey çû:
“Piştî ku şandeya Kurdan çêbibe, em dê biçin Şamê. Me dengê xwe gihandiye Şamê. Me piştî Konferansa Kurdan û berî wê jî dengê xwe gihand Birêz Ehmed Şer.
Me got em amade ne. Şandeya Kurdan a ku hatiye avakirin, ne şandeya partiyekê ye, ya tevahiya pêkhateyên siyasî yên Kurd e.
Em li bendê ne ku ew ji bo dan û standinan demekê diyar bikin.”
Feysel amaje bi wê yekê kir ku ew dixwazin bibin beşek ji çareseriya giştî ya Sûriyeyê û daxwazên xwe wiha anîn ziman:
“Em dixwazin bibin beşek ji çareseriya Sûriyeyê û di nav wê çareseriyê de pirsgirêka Kurdan jî bê çareserkirin.
Em Sûriyeyeke nenavendî dixwazin. Di nav wê nenavendiyê de bila herêmên Kurdan, Kobanî, Efrîn û Cizîr bi hev re bên birêvebirin.”
“Em bi komîteya hilbijartinan re neciviyane”
Berdevkê ENKSyê da zanîn ku ew beşdarî civînên komîteya hilbijartinan a ku ji aliyê hikûmeta nû ya Sûriyeyê ve hatiye avakirin nebûne û got:
“Ew ne hilbijartin in, ew tayînkirin e. Mînak ji bo herêma Cizîrê ya ku ji çar herêman pêk tê, tenê 6 kursî dane.
Divabû nûner ji aliyê xelkê ve bihata hilbijartin ne ku ew tayîn bikin.
Divê berî her tiştî li ser paşeroja Sûriyeyê û destûra wê lihevkirinek çêbibe, paşê hilbijartin bên kirin.”
HSD û Kurd
Feysel Yûsif got ku mijara Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û mijara Kurdan ne yek in û divê ji hev bên cudakirin û wiha pê de çû:
“Mijara HSDyê û ya Kurdan ji hev cuda ne. Pirsgirêka HSDyê girêdayî çareseriya giştî ya leşkerî ya li Sûriyeyê ye lê pirsgirêka Kurdan çareseriyeke siyasî dixwaze.”
Nûvekirina herî dawî: 12:24:12