Di êrîşa Îsraîlê de 6 leşkerên Sûrî hatin kuştin

Medyaya Sûriyeyê ragihand, di encama êrîşeke dronî ya Îsraîlê de li gundewarê Şamê, şeş leşkerên Sûrî hatine kuştin.

27 Tebax 2025 - 10:14
27 Tebax 2025 - 10:14
 0
Di êrîşa Îsraîlê de 6 leşkerên Sûrî hatin kuştin

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) destnîşan kir, cihê ku hatiye armanckirin xwedî girîngiyeke stratejîk e. Li gorî SOHR, ev dever berê ji aliyê leşkerên kevin ên Rejîma Esed ve dihate bikaranîn û wekî korîdoreke sereke tê dîtin ku Şamê bi deverên başûrê Sûriyeyê ve girê dide. 

Destnşan kir jî, hemû leşkerên kuştî ji Firqeya 44 bûn, serkirdeyek jî di nava wan de heye. Herweha 3 leşkerên din jî birîndar bûne.

Heta niha Îsraîlê derbarê vê êrîşê de ti daxuyanî nedaye.

Piştî hilweşîna rejîma Beşar Esed di 8ê Berçileya 2024an de, Îsraîlê bi sedan êrîşên asmanî li ser cihên leşkerî yên li Sûriyeyê pêk anîne. 

 

Ev nûçe bi tevahî 23 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:17:25